Kiryarê tecawizê Musa Orhan derbarê Farah Zeyneb de dozek nû vekir

Derbarê lîstikvan Farah Zeynep Abdullah ku bi hinceta heqaretê li kiryarê tecawizê Musa Orhan ê çawişê pispor kiriye cezayê pere lê hatibû birîn, dozek nû hat vekirin.

Navenda Nûçeyan - Li navçeya Beşîrî ya Batmanê Îpek Er a 18 salî bi tecawizê re rû bi rû ma û ber bi xwekuştinê ve hat kişandin. Îpek Er ku tiştên ku jiyan kirî bi nameyekê anîbû ziman, nivîsandibû ku kesên li beramberî wê êrîşa zayendî pêkanî çawişê pispor Musa Orhan bû. Belegeyan sûcê Musa Orahan nîşan da. Bi hinceta ku li ser medyaya dîjîtal heqaretê li Musa Orhan kiriye cezayê pere li Ezgî Mola hatibû birîn. Derbarê Farah Zeynep Abdullah ku bi armanca piştgirîdayîna Ezgî Mola parvekirin kiribû û cezayê pere lê hatibû birîn, dozek nû hat vekirin.

Ji 2 salan heyanî 4 salan daxwaza cezayê girtîgehê

Farah Zeyneb Abdullah di dema ku darizandina derbarê wê de berdewam dikir, car din li ser medyaya dîjîtal li dijî Musa Orhan parvekirinek kiribû. Parvekirina Farah Zeyneb Abdullah jî bû mijara darazandinê. Piştî giliyê Musa Orhan îdeaname hate amadekirin. Dî îdeanameya ku îfadeya Farah Zeyneb Abdullah cih girtî de listîkvan ji sûcê ‘bi deng, nivîskî yan jî bi dimen heqaretkirin’ tê xwestin ji 2 sal heta 4 salan cezayê girtîgehê bigre. Îdeaname hate qebulkirin û tê plankirin ku darizandin di dîrokên pêş de were pêkanîn.