Ji ber şerê li Xezayê bi dehan jin bê kar man

Êrişên li Xezayê bûn sedem ku kargehên ji aliyê jinan ve dihatin birêvebirin werin girtin. Ji ber vê yekê bi dehan jin hem ji malên xwe hem jî ji karên xwe bûn. Suheir Al- Yazjî yek ji wan jinan e û daxwaz dike ku ew şer bê sekinandin.

RAFÎF ASLEEM

Xeza – Îsraîl ji 7’ê Cotmehê ve êrişên xwe li ser Xezayê didomîne. Di şerê ku 42 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dan de, bi milyonan kes jî bûn koçber. Jinên ku hewl didin di şert û mercên zehmet de jiyana xwe bidomînin barê wan girantir bûye. Jinên li Zîvala Xezayê ku di kargehên biçûk de ji bo debara xwe bikin dixebitîn jî zirarê dîtin. Suheir Al- Yazjî diyar ku tevî wê bi dehan jinên ku rêveberiya kargehên biçûk dikirin bêkar mane.

Bi êrişan re bê kar man

Suheir Al- Yazjî di destpêka axaftina xwe de got ku beriya êrişan jî wan gelek zehmetiyan kişandine û wiha domand: “Beriya êrişan jî projeyên me bi gelek astengiyan re rû bi rû diman. Bi taybetî bacên ku ji aliyê şaredariyê ve dihatin pêkanîn û bihabûna madeyên xam ên ku me ji bazirganan dikirîn yek ji wan astengiyên herî mezin bû ku em pê re rû bi rû diman.” Suheir Al- Yazjî anî ziman ku projeyên jinan ên danîbûn pêşiya xwe weke dirûtin, werger, reqlamgerî, salonên bedewiyê, amadekariya kel û pelan, bazara xwarin û wexwarinê û çandiniyê bû û got: “Van hemû karan jinan dikir lê piştî ku şer dest pê kir hemû cihên kar ji dest çûn.”

‘Bi destpêkirina şer re hemû hewldanên min têk çûn’

Suheir Al- Yazjî di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku di 17 saliya xwe de zewiciye lê hev berdane û biryar daye ku jiyana nû ava bike, amaje bi vê yekê kir ku ji bo zarokê xwe xwedî bike û debara xwe bike diviyabû bişixule û ji ber vê sedemê biryar daye ku bazirganiya cilan ku pîşeya malbatî ye bike. Suheir Al- Yazjî destnîşan kir ku dema dibistana seretayî xelas kiriye kargeha xwe vekiriye û di zanîngehê de beşa medyayê qedandiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min karê xwe mezin dikir lê li Xezayê şer dest pê kir. Bêyî ku bibêjim şev û roj min 14 sal kar kir lê ked û hewldana min hemû têk çû.”

Herema ku lê dimîne hemû hilweşiyaye

Suheir Al- Yazjî di dawiya axaftina xwe de got ku ji bo kargeha xwe mezin bike bênavber xebitiye û wiha anî ziman: “Ez li herêma Ebû Mazen a girêdayî Xezayê dijiyam. Ev herem ji aliyê Îsraîlê ve tarûmar bû. Hemû awahî hatin hilweşandin. Mal, atolye, depo, kargeha min hilweşiya. Tenê ez dikaribûm çend çenteyan jê xelas bikim. Yên man jî Îsraîlê da ber agir.”