Wênesaz Niyan: Ez dixwazim jinên Kurd bi cîhanê bidim nasîn
Hûnermenda ciwan Niyan Mesûd ku beşdarî çalakiyek hunerî ya li Koyê bû, got ku "Di pêşerojê de, ez plan dikim ku tabloyên şervanên jin û kesayetên girîng çêkim da ku jinên Kurd bi cîhanê bidim nasîn."

ŞIYA KOYE
Koye – Enstîtuya Zeyneb Xan di 21’ê Cotmehê de bi rêya Projeya Firoşkarê Hunerê ya Weqfa VIM çalakiyek çandî û hunerî ji bo ciwan û welatiyên Koyê da destpêkirin.
90 hunermendên Kurd û Iraqî beşdar bûn
Koordînatora Projeya Firoşkarê Hunerê Raban Izzet diyar kir ku pêşangeh dê sê rojan bidome û nêzîkî 90 hunermendên Kurd û Iraqî beşdarî projeyê bûne. Raban Izzet behsa wêneyên jinan ên di tabloyan de hatine bikaranîn kir û wiha got: "Hin tabloyên rastîn in û çîrokên li ser jinan vedibêjin, hinên din jî xeyalî ne."
Peyama ji bo dilxwazên hunerê
Niyan Mesûd, mezûnek zanistê ye û dilxwaza wênesaziyê ye, banga berdewamkirina van festîval û pêşangehan kir û wiha got: "Ev pir girîng in, lê mixabin em kêm caran wêneyên jinên Kurd dibînin. Bi cesaret xêz bikin û wan bi cîhanê bidin nasîn. Ez plan dikim ku di pêşerojê de portreyên şervanên jin û kesayetên navdar çêkim da ku jinên Kurd nîşanî cîhanê bidim.”