Li Tûnisê fabrîqeya kîmyewî jehrê belav dike: Gel di grevê de ye
Li bajarê Gabes ê Tûnisê gel bi daxwaza girtina fabrîqeya kîmyewî ku ziyanê dide hawirdorê daket qadan û dest bi çalakiyan kir.

Tûnis – Fabrîqeya kîmyewî ya li bajarê Gabas ê başûrê Tûnisê xebat dide meşandin û ziyanê dide xwezayê, bû sedema bertekên gel. Gel li dijî vê yekê daket qadan û daxwaza girtina fabrîqeyê kir.
Bi banga Konfederasyona Sendîkaya herî mezin a Tûnisê UGTT, di çarçoveya greva ku roja Sêşemê hat lidarxistin de esnafan kepengên xwe girtin.
Qirêjbûna hawirdorê hat şermezarkirin
Gelê bajar qirêjbûna hawirdora fabrîqeya fosfor a GCT a dewletê, di nava salan de ku gefê li tenduristiya bi hezaran hemwelatiyên bajar dixwe protesto kir û meş li dar xist. Gel dirûşmên weke ‘Gabes dixwaze bijî’ , ‘bila beşên qirêj dikin werin derxistin’ berz kirin û meşiyan. Serokkomar Qeys Saîd ji bo qirêjiya li Gabesê, rayedarên dema beriya xwe sûcdar kir. Wezîrê Tenduristiyê Mustaha Ferjanî jî di daxuyaniya roja Yekşemê de, da zanîn ku hikumet ji bo ji heqê bûyerên zêde dibe derbikeve, wê li Gabesê nexweşxaneyeke penceşêrê ava bike lê belê dema wê diyar nekir.
Li gorî nûçeya El Cizîre, di sala 2017’an de hikumeta Tûnisê soza girtina fabrîqeyê bi qonax dabû. Lê belê di destpêka îsal de rayedaran li cihê wê, ragihandina ku wê hilberîna di fabrîqeyê de zêde bikin.
Yekîneyên palandina fosfatê jehrê belav dikin
Komên hawirdorê di mijara bi awayekî cidî bandorê li jiyana deryayê dike de hişyarî da. Diyar kirin ku masîvanên xwecihî dibêjin, di deh salên dawî de di beşên masiyan de kêmaniyek dramatîk heye û ev bandorê li debara wan dike.
Tesîsa kimyewî, li herêma Şatî es-Selam a nêzî 18 hezar kes lê dijî ye. 4 kîlometreyan ji navenda bajarê Gabesê dûre, di nava tesîsê de yekîneyên palandina fosfatê hene.