Weda Jemalî: Bi serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ em îtirazên xwe tînin ziman
Weda Jemalî diyar kir ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jin di serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ de îtirazên xwe tînin ziman û got: “Ji bo guherîna civakê gelek rê hene divê hêza jinan were nîşandan.”
JAWAN KERÎMÎ
Kirmanşah – Komara Îslamî ya Îranê hema bibêje jinan tune dihesibîne, îradeya wan nayê dîtin û hebûna wan di gelek qadên jiyanê de tên astengkirin. Jin jî li hemberî hemû polîtîkayan, têkoşîna xwe berdewam dikin. Yek ji jinên ku têkoşîna xwe berdewam dike Weda Jamalî ye.
‘Ji ber ku ez jin im gelek kêfxweş im’
Weda Jamalî ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe yê rast bide, zanîngeha Razî temam kiriye û li Kirmanşahê dijî zewiciye û xwediyê zarokek e, diyar kir ku di dema zaroktiya xwe de di nava malbata xwe de rastî tu cihêkariyê nehatiye û got: “Dema ku temenê min mezin bû astengiyan dest pê kir. Min her dem xwest weke birayên xwe bi azad cilan li xwe bikim û tevger bikim. Dema sal derbas bûn ez hîn bûm çima rastî astengiyan têm. Li hemberî van hemû nêzîkatiyan jî ji ber ez jin im kêfxweş bûm. Nêrîna min a li bûyeran cuda bû, min bi analîzan dixwest tiştên di jiyanê de diqewimin fam bikim.”
‘Piştî ku zewicîm hemû tişt guherîn’
Weda Jamalî da zanîn ku zextên li hemberî jinan zêde ne, biryarê didin dê jin çi li xwe bike ji aliyê gelek kesan ve girîngî nayê dayîn û got: “Dema ku ez mêze dikim, di her dema jiyana xwe de di mijara cilgirtinê de her dem min dît ku min paşve dikşîne. Dema min fikra zewacê dikir tişta ku ez jê ditirsiyam ew bû ku mudaxeleyî jiyana min were kirin. Min dixwest ez bi mêrek ku hewl nede min biguherîne re bizewicim. Lê belê ez bi yekê hîn tevlihev re zewicîm. Min got ez xwe naguherînim lê belê piştî ku ez zewicîm hemû tişt hatin guhertin û hicab bû bingeha zewacê. Di civaka me de kêm mêr rêzê li azadiya lixwekirina jinan digrin.”
‘Civak bi edalet nêzî jinên nabe’
Weda Jamalî destnîşan kir ku di civaka Îranê de mijara hîcabê gelek girîng e û wiha domand: “Qebûlkirina vê zihniyeta ku heye, weke jin ez ji tişta herî bingehîn a ez xwedî me mehrûm dimînim. Di mîrasê de wê mafê me yê wekhev tunebe, azadiya cil û lêkdanê tunebe. Dema ku hem jin û hem mêr bixwaze kevneşopiyên civakê biguherîne, wê bi ser bixe. Dikarin weke hevaltî nêzî hev bibin, dikarin ferzkirina civakê red bikin. Gelek ji van pirsgirêkan bi keda min û hevkariya hevjînê min me çareser kirin, ez gelek kêfxweş im lê belê civak ji jor ve li jinan dinêre û bi edalet nêzî wan nabe.”
‘Ez di wê hêviyê de me ku keça min di civakek azad de bijî’
Weda Jamalî bal kişand ser serxwebûna jinan di qada aboriyê de û got: “Her çendî em jin di warê aborî de zehmetiyan bikşînin jî di civaka me de jin ji mêran bê hêztir in. Dema azadiya aboriya jinan tunebe, jin neçar dimînin girêdayî bav û hevjînê xwe bijîn. Serhildana herî dawî ya bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ dest pê kir, jinan îtirazên xwe yên di nava civakê de anîn ziman. Ji bo guherîna civak û mirovan gelek rê hene. Ez di wê hêviyê de me ku keça min di civakek hîn baştir û azad de bijî.”
‘Di xwepêşandanan de min hevkariya jin û mêran dît’
Weda Jamalî bi bîr xist ku di xwepêşandanan de cara yekem hevkariya di navbera jin û mêran de dîtiye û wiha got: “Ev li gorî min pêşketinek mezin e. Ez li benda wê rojê me ku li vî welatî ji zagona mêrsalî rizgar bibin, di her qada jiyanê de bibin xwedî maf. Ji bo gihandina van hedefan divê jin hêza xwe bidin nîşandan. Berovajî, wek her demê wê mêr jinan kontrol bikin û zagonên mêrsalarî li ser wan bidin ferzkirin. Divê em mafên xwe biparêzin û bi dest bixin.”