Di çavê zarokan de kêfxweşiya 4’ê Nîsanê

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî pîroz kirina 4’ê Nîsanê ji bo zarokan pir girîng e, zarokên wargehê ji dayîkbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wek ji dayîkbûna xwe dibînin û bi felsefeya wî şêwe didin jiyana xwe.

BERJÎN KARA

Mexmûr – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavekî azadiyê ji hemu Cîhanê re afirand. Jiyan, ked û bawerî da mirovahiyê, di heqîqeta azadiyê de ji nebunê hebûn afirand. Rêz da jinê û heskirin da zarokan, ew heskirin di zarokan de bawerî û hêviya jiyanê avakir. Ji dayîkbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû ji nuve ji dayîkbûna zarokên Kurd. Bi wî re zarokên Kurd çavê xwe ji jiyanê re ji nuve vekir. Ji dayîkbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji dayîkbûna hêviya zarokan e, hebûn û kelecana wan e. Di çavê zarokên Gelê Kurd de çirûskek ji agir geşkir, bi kenê li ser lêva wan hêviya azadiyê bilind kir.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi gotina xwe ya ‘azadî ji zarokatî destpê dike’ da nîşa kirin ku zarokên bi azadiya mezin nebin ji xweşiya jiyanê par nagrin. Ji bo wê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girîngiyek pir mezin da azadî û keyfxweşiya zarokan. Zarokên Kurd bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re gihan azadiya xwe, nirxê jiyan û azadiyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hînbûn.

Zarokên wargeha penaberan a Mexmurê jî ku qasî 30 salan e di nav koçberiyê de ne, bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jiyanê fêr bune. Zarokên ku bi hestên penaberiyê mezin bune, ji warê bav û kalên xwe qut bune rastiya xwe di rastiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dîtine. Zarokên ku bi çand, huner û zimanê xwe yê dayîkê mezin bune, di her kêliya jiyana wan de felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi cih buye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî zêde jî ji zarokên wargehê re buye hêvî û daxwaza azadiyê. Ji bo wê jî zarokên wargeha Mexmur ji dayîbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wek ji dayîkbûna xwe dibînin û girîngiyek mezin didin wê rojê.

Ji roja ku wargeha penaberan koçberbûne û hatine wargeha Mexmur heya niha hersal 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz dikin. Piştî ku li wargehê dibistan hatin ava kirin jî roja 4’ê Nîsan ji dayîkbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wek mîhrîcanek ya çand û werzîşî hat pîroz kirin. Beriya ku roja 4’ê Nîsanê were qasî mehekê hemu wargeh dikevin nav amedekariyan bi taybet jî mamoste û zarokên wargehê. Zarokên wargehê bi hemu coş û kelecana xwe amedekariyên xwe pêktînin. Dema ku meha Nîsanê nêzîk dibe coş û kelecana zarokan pir mezin dibe, ji bo ku di nav mîhrîcana 4’ê Nîsanê de cih bigrin bi hevre dikevin nav pêşbirkan de.

Wê rojê weke roja xwe û civaka xwe dbînin û bi wê zanabûnê xwedî lê derdikevin. Ev yek jî diyar dike ku girîngiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 4’ê Nîsanê ji bo zarokên wargehê pir mezin e. Bi vê mîhrîcana çand û werzîşî zarok hem dîroka xwe, ziman, çand û bi taybet jî Rêbertiya xwe nas dikin. Dema ku di pîrozbahiyê de li zarokan dinêrin, keyfxweşî û kelecana wan di ruyê wan de diyar dibe û bi yek dengî 4’ê Nîsanê pîroz dikin. Zarokên biçûk ku nu li ser linga dikevin jî piştî peyvên dayîk û bav navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tînin ser ziman. Dema ku komek ya zarokan tên gelhev û nîqaş dikin heryek ji aliyê xwe ve xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derdikevin û heryek cuda cuda dibêjin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rêberê mine. Ev dide nîşandan ku fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemu kêliya jiyana zarokên wargehê hatiye alandin.