Walî ferman da ku banka ji bo jinên bê hicab xizmetê nekin

Li Rojhilat û Îranê ku di meha 7'emîn de serhildanên Jin, Jiyan, Azadî didome zextên li dijî jinan jî didome. Waliyê Hamedanê ya Îranê di civînek li parêzgehê de bang kir ku ji bo jinên li gor ferzkirina hicabê tevnagerin banka xizmetê nedin.

Navenda Nûçeyan – Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku di meha 7'emîn de serhildanên Jin, Jiyan, Azadî didome zext û ferzkirinên hikumeta Îranê yê li dijî jinan jî didome. Waliyê Hemedanê ya Îranê Alîreza Ghasemi Farzad, duh 7’ê Nîsanê, di civînek li navenda “Efaf û Hicab” a vê parêzgehê de bang li rêveber û berpirsên saziyên cîbicîkar ên eyaleta Hamedanê kir ku li cihê kar û ofîsan bikaranîna hicabê ferz bikin û bang li bankayan kir ku ji jinên hicabê li xwe nekin re xizmetê nekin.

Rayedarê IRGC’ê her wiha ferman da komên werziş û ciwanan ku ji bo li navendên werzîşê  hicaba ferzkirî pêk bînin, tedbîrên pêwîst bigrin.