UNICEF: Li Efganistanê milyonek zarok bi kêmxwariniyê re rûbirû ne

UNICEF’ê, hişyarî da ku li Efganistanê milyonek zarok ji ber kêmxwariniya giran a akût bi xetera mirinê re rûbirû ne. Kêmkirina fonên alîkariyê û qeyrana xurekê ya kûrtir, gihandina alîkariya ji bo zarokan dijwar dike.

Navenda Nûçeyan- Kêmxwariniya akût a di nava zarokên li Efganistanê de, qeyrana mirovî ya li welat girantir dike. Kêmbûna fona alîkariyê, beşa herî bêparastin bi xetereke mezin re rûbirû dihêle.

Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), di rapora xwe ya îro de, ragihand ku li Efganistanê milyonek zarok bi kêmxwariniya giran a akût re rûbirû ne û ger ji bo dabînkirina alîkariyê tedbîr neyên girtin wê bi mirinê re rûbirû bimînin.

Nûnerê UNICEF’ê yê Efganistanê, diyar kir ku li welat 3.7 milyon zarok ji kêmbûna xurekê ya akût bi bandor dibin. Her wiha ji van nêzî milyonek zarok, di asta kêmbûna xurekê ya akût de ne û ev yek gef li jiyana wan dixwe.

Her wiha UNICEF, hişyarî dike ku kêmbûna fînansmanê dikare xizmetên xurekê yên girîng jî asteng bike.