Turkoglu: Pêdiviya gelan ne bi şer, bi aştiyê heye
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, lûtkeya NATO'yê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û got: "Herî zêde jin ji şer bandor dibin. Divê dewlet ji bo aştiyê gavan biaveje."
Enqere – Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu beriya civîna Meclisê ya Jinan a DEM Partiyê, li navenda giştî ya partiyê daxuyanî da.
'Li dijî desthilatiya zilam têkoşîna hevpar'
Halîde Turkoglu, di axaftinan xwe de endama DTSO’yê Nevîn Îl a jiyana xwe ji dest daye bi bîr anî, diyar kir ku ew ê xebatên xwe binirxînin, plansaziya civîna xwe ya pêşerojê bikin. Halîde Turkoglu bal kişand ser sempozyoma “Jeopolîtîka Kurdistanê û Rewşa Jinan” a li Silemaniyeyê hatibû pêkanîn û got: “Civînên jinan ên bi vî rengî, li Rojhilata Navîn a şer û pêvçûn lê zêde dibin pir girîng e. Divê em jin heza xwe mezin bikin û li dijî desthilatiya zilam, têkoşîna xwe ya hevpar xurt bikin.”
‘Banga aştiyê û Lûtkeya NATO’yê’
Halîde Turkoglu da zanîn ku Lûtkeya NATO’yê ji bo berfirehkirina şer a mêtingeran hatiye pêkanîn û wiha axivî: “Em jin li dijî biryarên şer ên vê lûtkeyê ne. Pêdiviya gelan ne bi şer lê bi aştiyê heye. Beriya lûtkeyê gelek kes hatin binçavkirin û girtin. Her wiha welatî neçar man ji xaniyên xwe derbikevin. Em li dijî van sepanan in. Em jin xwedî li banga Aştî û Civaka Demokratîk a birêz Abdullah Ocalan derdikevin. Herî zêde jin ji şer bandor dibin. Em jî piştgiriya aştiyê dikin. Divê li gor vê bangê û pêvajoyê gav bên avetin.”
'Li pêşiya pêvajoyê xetereya tecrîdê'
Halîde Turkoglu, di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku zêdetirî 45 roj in bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin nayê kirin û wiha pê dê çû: “Hê jî tecrîd ranebûye û şert û mercên birêz Ocalan nehatine sererastkirin. Ew yek li pêşiya pêvajoyê xeteriyan derdixîne. Tevgera Azadiyê hemû gavên ketine li ser milê xwe avetine. Divê dewlet jî ji bo pêvajoyê gavan biaveje. Em jin nahêlin ew pêvajo were berhewakirin. Di salvegera şewitandina çekan de sibe dê li ser banga Însiyatîfa Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye a Jinan li ber meclise daxuyanî were dayîn. Em ê jî tev li vê daxuyaniyê bibin û piştgiriyê bidin. Divê meclis guh bide daxwazên jinan û li gor wê gavên pêwîst biaveje.”
'Zextên li girtîgehan û rojiya birçîbûnê'
Halîde Turkoglu, diyar kir ku binpêkirinên mafan li girtîgehan her ku diçe zêde dibin û ev tişt anî ziman: “Li girtîgeha Sîncanê zextên li ser jinên girtî zêde dibe. Jinên girtî yên adlî ji ber zextan xwe dikûjin. Em bang li rêveberiya girtîgehê dikin ku ji mafên girtiyan re rêzdar bin. Her wiha li Girtîgeha Amedê Seda Baykan ku di bin tecride de ye û ev 100 roj in di girava birçîbûnê de ye. Daxwaza Seda Baykan ew e ku tecrîd bê rakirin û sewqa wê ji Girtîgeha Kandirayê re be kirin da ku karibe bi dayika xwe ya nexweş re hevdîtinê pêk bîne. Em bang li Wezareta Dadê dikin ku tecrîda li ser girtiyan were rakirin û daxwaza sewqê ya Seda Baykanê were bicihanîn.”
'Ji bo parastina jinan Peymana Stenbolê'
Halîde Turkoglu, da zanîn ku di meha Hezîranê de 29 jin hatinê qetilkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mirina 14’ê jinan weke mirina biguman hat qeydkirin. Sedema kuştina jinan polîtikayên desthilatê yên li dijî jinan e. Desthilat dijminatiya jinan dike. Jin ji aliyekî ve rastî tundiyê tên û ji aliyê din ve jî keda wan tê erzankirin. Ji bo parastina mafê jinan a jiyanê pêdivî bi vegera peymana Stenbolê heye.”
Amadekariya Konferansa Jinan
Halîde Turkoglu, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ew ê beriya kongreyê bi şiara, “Bi têkoşîna azadiya jinan ber bi Civaka Demokratîk ve” dê konferansa xwe ya herêmî li dar bixin û wiha pê dê çû: “Em ê di konferansê de peyamên derketine pêş binirxînin û têkoşîna Meclisa Jinan li gor peşniyarên derketinê ji nû ve saz bikin. Em ê bi saziyên jinan re xebatên taybet pêk bînin, di 20-21ê Tebaxê de jî em ê li Enqereyê Konferansa Navendî ya Jinan li dar bixin. Bi van xebatan em ê têkoşîna azadiya jinan xurtir bikin.”