‘YPJ ji bo parastina mafê jinê hêzeke bingehîn e’
Şervana YPJ’ê Zîlan Avaşîn têkildarî pêvajoya nû ya entegrasyonê da zanîn ku mafê jinan bê hebûna YPJ’ê mîsoger nabe û got: “YPJ hêzeke bingehîn e, parastina mafê jinê dike.”
NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Di 27’ê Tebaxê de YPJ bi daxuyaniyek ragihandi bu ku wekî hêzeke taybet û rêxistinkirî wê di nava binesaziya Wezareta Hundirîn de were entegrekirin. YPJ di nava têkoşîna li dijî terorê û parastina mafên jinan de xwedî tecrubeyeke bêhempa ye. Parastina hebûn, nasname û xweseriya YPJ’ê di nava vê entegrasyonê de mifteya sereke ye.
Derbarê rewşa entegrasyonê û pêvajoya nû ya entegrasyonê de Şervana Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) Zîlan Avaşîn ji ajansa me re nirxandin kir.
Zîlan Avaşîn di destpêka axaftinên xwe de behsa têkoşîna YPJ’ê kir û wiha got: “YPJ hêzeke taybet a jinan e, her wiha ji bo azadiya jin û civakê bedêlên gelek giran dane. YPJ xwedî tecrubeyeke mezin e û bi salan e di qadên pir zehmet de şer kiriye. Artêşa YPJ’ê li cîhanê giştî deng vedaye û bûye sembola parastina mafê jinan.”
‘Bi saya têkoşîna YPJ’ê jin bûn xwedî îrade û rol’
Zîlan Avaşîn anî ziman ku tenê bi hebûna YPJ’ê dê mafê jinan bê parastin û wiha berdewam kir: “YPJ hêzeke bingehîn e, parastina mafê jinê dike, heta bi navê parastina mafê jinan hatiye tê nasîn. Her wiha bi saya têkoşîna YPJ’ê, jin di civak û dewletê de bûn xwedî îrade û rol. Bi hebûna YPJ’ê em ê maf û hebûna jinan biparêzin.”
‘YPJ bi hezaran jinên ji netewên cuda di nava xwe de dihewîne’
Zîlan Avaşîn diyar kir ku jinên ji hemû pêkhateyan di nava YPJ’ê de cih digrin û wiha got: “Di gelek êrîş û rewşên zehmet de YPJ’ê xwe nîşan da û rola xwe diyar kir. Beriya ku hêza YPJ’ê bê avakirin, bi hezaran jin li bazaran dihatin firotin, qetilkirin û tecawizkirin. Lê bi avakirina YPJ’ê re ev bûyerên ku jin dijîn, nema tên qebûlkirin. Bi çi şêwazî be, ji bo ku em bikaribin mafê bi hezaran û hebûna jinê mîsoger bikin, em ê hebûna xwe bi parêzin. Ji ber xeteriyeke pir mezin li ser jiyana jinan heye. YPJ bi hezaran jinên ji netewên cuda di nava xwe de dihewîne.”
‘DAIŞ’î ditirsiyan ku bi destê şervanek YPJ’ê bên kuştin’
Zîlan Avaşîn destnîşan kir ku YPJ ji destpêka avakirinê heta îro, ji bo azadiya jinê têdikoşe û wiha pê de çû: “YPJ’ê bedêl dane, têkoşîn û berxwedaniyeke bê hempa meşandiye. Ji ber vê, heta îro li ser piyan e û ev dibe sedama îsrara me wek hêzeke jinê ku bikaribe xwe biparêze. Bi hezaran YPJ’yî ji bo ku jinan biparêzin, canê xwe feda kirine û ji me re bûn pêşeng. Di rastiyê de di destpêka avakirina YPJ’ê de tecrubeyên wê tune bûn. Lê ji ber ku armanca wê parastina mafê jinê û civakê bû, çek rakir û li hember hemû hêzên terorîst ku xeterî li ser civakê çêdikir, şer kiriye. Bi dehan dewletan nikaribûn ku bi DAIŞ’ê re şer bikin. Lê belê YPJ’ê DAIŞ şikand, DAIŞ’î ditirsiyan ku bi destê şervanek YPJ’ê bên kuştin, ew tê wateya ku çiqasî ji hêza jinê ditirsin.”
‘Bê azadiya jinê, welat azad nabe’
Zîlan Avaşîn anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tekez dike ku ger jin azad nebe welat jî azad nabe û ev tişt got: “Rêber Apo her dibêje, ger di welatekê de jin azad nebe, ew welat azad nabe. Rêber Apo dubare tekez dike ku divê di her welatekî de hebûn û îradeya jin hebe, di heman demê de jin xwedî biryar be.”
‘Divê jin neyên qetilkirin’
Zîlan Avaşîn bang li hemû jinên dinyayê kir ku piştgiriya YPJ’ê bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em wek artêşek jinê tucarî zirar nadin, em jinan diparêzin, îradeya wan didin çêkirin û mafê wan diparêzin. Armancên me diyar in, divê jin neyên qetilkirin û divê azad bijîn. Pêwîst e hemû jin piştgiriya hêza YPJ’ê bikin da ku ev hêz bikaribe vê civakê biparêz e. Dibe ku her kes nikare çekê rake, lê belê bi şêwazên cuda dikarin destek bidin YPJ’ê.”