Kovara Jin bi hejmara xwe ya 184’emîn derket
Kovara Jin di hejmara xwe ya nû de balê dikişîne ser bandorên kûr ên şîdeta dîrokî yên li ser roja îroyîn, newekheviyên civakî û têkoşînên azadiyê.
Navenda Nûçeyan – Hejmara 184’emîn a Kovara Jin bi sernavê "Şîdeta Dîrokî, Newekheviyên Niha û Berxwedan" hate weşandin.
Di hejmara xwe ya dawî de, kovar li ser bandorên berdewam ên şîdeta dîrokî di roja îroyîn de, şêweyên cûda yên newekheviyê û têkoşînên civakî yên ku li dijî wan pêş ketine disekine. Sernivîsên kovarê wiha ne:
"*Min di Temenekî Ciwan de Tevger nas kir - Hevpeyvîn bi Dayika Aştiyê Sevda Bağcı / Pelşin Çetinkaya re
*Çima Rastî, Edalet û Rûbirûbûn Divê Beşek ji Danûstandinan Bin? / Sebahat Tuncel
*Êrîşên li ser Karkerên Çandiniyê yên Demsalî yên Kurd Dema ku li ser Aştiyê diaxivin çi ji me re dibêjin? / Sevtap Akdağ
*Jin Ber bi Komunê ve / Şilan Geçgel
*Skena ku ji hêla Sermayeyê ve Hatiye Sazkirin, Lîstik ji hêla Jinan ve Hatiye Guhertin: Çîroka 'Jibîrkirî' ya Kûpaya Cîhanê ya Jinan a 1971an / Zeyno Bayramoğlu
*6 -7ê Îlonê, 1955: Dîrokek Şermê / Eren Keskin"