‘Tundiya li ser jinê bandorê li hemu civakê dike’

Şêwirmenda civakî Temador Elî têkildarî Roja Têkoşîna Tundiya li Ser Jinan got ku hişmendiya paşverû ya civakê yek ji sedemên sereke yên tundiyê ye ku di encamê de civakê û ferdên wê parçe dike, rewşeke neyînî diafirîne.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Li cîhanê dikare were gotin ku tundî bi şêweyên cuda her dem hebûye, jin bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Li dijî tundiyê zagon û hevpeymanên navdewletî hene lê heta niha jî rêjeyên derkevin diyar dikin ku zagonên heyî pêşî li kêmkirina tundiyê negirtine.

Ji bo naskirina tundiyê, cure, sedem, bandor û çareseriyên wê, me bi şêwirmenda civakî Temador Elî ku di navenda piştevaniya derûnî de kar dike re hevdîtin kir.

Temador Elî di destpêka axaftina xwe de bal kişand rêjeyên ku li ser tundiyê derdikevin û wiha got: “Tundî tevgereke êrîşkar e ku li hemberî hemû beşên civakê jin, zarok û mêran tê kirin. Ev bûyer bi taybetî li hemberî jinan tê meşandin ku li gorî bîlançoyan ji her 100 jinan, 3 jin rastî tundiyê tên. Bêguman ev rêjeyeke ne normal e ku ewqas jin rû bi rûyê tundiyê werin. Neteweyên Yekbûyî ji bo vê mijarê roja 25’ê Mijdarê weke Roja Têkoşîna Li Hemberî Tundiyê ragihand ku her sal di vê demê de bal  dikşîne ser bûyerên tundiyê. Tundiya ku pêk tê ne tenê bandorê li ser kesayeta jinan dike, berovajî bandorê li ser zarok û hemû malbatê dike. Civak bi ferdan ava dibe. Heger ev zarok jî di bin şert û mercên tundiyê de mezin bibin dê  bibe sedem ku civakek hilweşiyayî ava bibe.”

‘Gelek cureyên tundiyê hene’

Temador Elî cureyên tundiyê wiha anîn ziman: “Gelek cureyên tundiyê hene ku mirov dikare wiha vebêje; tundiya fizîkî ku di asta yekem de bedena jinan ziyanê jê dibîne, tê îşkencekirin û lêdanê dixwe. Jin bi dest, ling û amûran, lêdanê dixwin ku di encamê de gelek nexweşî jî xwe didin der. Ev yek jî dibe sedem ku gelek jin dawî li jiyana xwe bînin. Ev bûyer li herêmên me qewimîn û hinek jinan xwe ji ber tundiyê şewitandin. Bi nêrîna min, heger jin rû bi rûyê vê rêbazê tundiyê werin divê jiyana xwe bi kesê tunekar re berdewam nekin û dozan vekin. Her wiha tundiya di warê gotin û axaftinan de heye. Gelek mêr hene ku bi gotinan heqaret li jinan dikin, biçûk û bê nirx dihêlin ku ev yek jî xwe dispêre tundiyê. Dema ev herdu cureyên tundiyê tên gel hev, dibin tundiya derûnî. Dema jin lêdanê dixwin, tên îşkencekirin, hem ji aliyê fizîkî ve zirarê dibînin hem jî ji aliyê derûnî ve tên parçekirin ku di encamê de jin hêz, bawerî, moral û vîna xwe ji dest didin. Her wiha tundiya aborî heye, dema ku jin ji aliyê aborî ve serbixwe nebin dibe sedem ku jin neçarî mêran bimînin. Dema jin jî neçar dimînin, mêr ji bo xwe rewa dibînin ku zordarî û tundiyê li hemberî wan bi kar bînin.”

‘Di asta yekem de sedemên tundiyê civakî ne’

Tadamor Elî nirxandinên xwe wiha berdevam  kir: “Di civaka me de hişmendiyeke wisa neyînî heye ku her dem li dijî jinan hatiye bikaranîn û mixabin hatiye teyîsandin jî. Jin weke hebûn nayên dîtin her wiha jin ji mêran kêmtir tên dîtin û nêzikatiyên weke ku nikarin tiştek bikin tên raberkirin. Bi taybetî jî têgîna şermê (eyb) jiyana jinan sînordar dike û qeydan çêdike. Di bin gotina şerm de, mêran hemû rêbazên tundiyê li hemberî jinan bi kar anîn û jin jî neçar man bipejirînin. Ji ber di civaka me de berdan nayê qebûlkirin, malbat herdu aliyan jî qebûl nakin ku berdan di navbera jin û mêran de çêbibe û weke eyb tê pênasekirin. Li aliyekî din ol jî bandoreke mezin dike ku mixabin civaka me xalên li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne. Mêr roja înê di mizgeftê de kom dibin û li axaftinên mele guhdar dikin, pişt re tên ew gotin li gor berjewendiyên xwe li hemberî hevjîn, zarok û xwişkên xwe bi kar tînin. Lewre em dikarin bibêjin ku mêr bi riya olê tundiya li hemberî jinan rewa dikin û jiyana jinan bi gotina guneh û heram teng dikin. Her wiha sedemên aborî jî hene, dema jin ne xwedî kar û dahatek be mêr tundiyê bi kar tînin. Em dibînin jinên pere ji zilam digrin, nikarin bi dilê xwe tevger bikin û nêrînên xwe di warê aborî de parve bikin.”

‘Tundiya li ser jinê bandorê li ser tevahî civakê dike’

Tademor Elî wiha behsa bandora tundiyê li ser civakê û bi taybetî li ser zarokan kir: “Ji ber ku bingeha civakê jin in, tundî bandorê li ser tevahî civakê dike. Dayik bi perwerde û mezinkirina zarokan re mijûl dibe, ji ber vê heger dayik li ber zarokên xwe tundiyê bibîne dê ew zarok jî bi heman hişmendiyê mezin bibe. Pişt re dê civak jî bi wan zarokan mezin bibe lewre mirov dikare texmîn bike wê malbat û civakeke çawa derkevin holê. Gelek zarok tên gel me ku derûniya wan nebaş e  tirs, stres û gumanan dijîn. Dema em bi pey koka pirsgirêkê dikevin, dibînin ku di malê de dayik tundiyê dibînin. Zarokên ku tevgera wan dijwar û êrîşkar be, ango zarokên ku bi hevalên xwe henekan dikin hemû jî xwe dispêrin rewşa tundiyê ku di malbatên wan de derdikevin. Mirov hebûneke fizîkî û ruhî ye, bi taybetî jî zarok di van mijaran de gelek hesas in. Lewre zarokên di bin siya tundiyê de mezin dibin, pişt re dibin ferdên neyînî di civakê de ku weke encam civakeke jihevketî, paşverû û parçe ava dibe.”

‘Çareserî di destê me de ye tenê pêkanîn pêwîst e’

Tedamor Elî di dawiya axaftina xwe de çareseriyên li hember tundiyê wiha anîn ziman: “Mirov nikare pirsgirêk ango hişmendiya ku temenê wê ewqas sal e ji kokê ve rake lê herî kêm divê em bikaribin sivik bikin û hinek çareseriyên alternatîf pêşkêş bikin. Ji ber vê em dikarin hinek rêbazên çareseriyê bibînin ku divê pêşî çareserî ji nava malbatê dest pê bike. Dema zarok bi rengekî tendirust werin perwerdekirin û mezinkirin her wiha rêbazên danûstandina rast werin fêrkirin dê zarok jî bi heman hişmendiyê mezin bibin. Pişt re dibistan û materyalên xwendinê rol dilîzin divê zarokên di pêvajoyên dibistanan de perwerdeyê dibînin, bi taybetî materyalên ku hezkirin û naskirina zayenda jin didin naskirin, bi kar bînin.

Her wiha medyaya dîjîtal û ragihandin, bi taybetî medyaya dîjîtal bi rengekî zêde tên bikaranîn lewre ger ragihandin di weşanên xwe de siyaseteke weşanê ya taybet ji bo jinan bimeşîne, ez bawer dikim ku dê bandorên erênî çêbike. Herî dawî jî rola mezin dikeve ser milên rêveberî ango hikûmetê, ger rêveberî zagon û hevpeymanên hişk ên ku mafên jinan biparêzin bi kar bînin dê mêr nikaribin tundiyê li ser jinan bikin. Rast e hinek zagon û hevpeyman di pergala me de hene lê bi nêrîna min lewaz in û ji bo pirsgirêkên jinan nabin çareseriyeke mayînde. Li aliyekî din divê ji bo jinên ku doz li hemberî mêran vedikin, malên parastinê werin avakirin û derfetên kar jî bên dîtin da ku jin neçarî vegera li gel mêr nemînin. Gelek jin jî hene ji ber ku piştî hevberdanê û vekirina dozê, nikarin xwe bispêrin malbatên xwe, li hemberî tundiyê bêdeng dimînin. Kêmkirina rêjeya tundiyê û ji bo jinan dîtina çareseriyê tenê bi van rêbazan pêkan e.”