Qeyûm nivîsa ‘Jin Jiyan Azadî’ jê bir
Qeyûmê ku dewleta Tirk avêt ser şaredariya Sêrtê, nivîsa ‘Jin Jiyan Azadî’ ya ku bi Kurdî, Tirkî û Erebî li dîwarên Parka Kizlar Tepesî hatibû nivîsandin û wêneyê Jîna Emînî û jinên din nîvê şevê jê bir.

Navenda Nûçeyan – Qeyûm Kemal Kilzilkaya yê di 29’ê Çile de tayînê şaredariya Sêrtê bû, nivîsa ‘Jin Jiyan Azadî’ ya bi Kurdî, Tirkî û Erebî ya li dîwarên Parka Kizlar Tepesî hatibû nivîsandin û wêneyê Jîna Emînî û jinên din nîvê şevê jê bir.
Dîwar bi rengên ku girtîgehan tîne hişê mirovan boyax kirin.