'Deqa Amazîgî çand û nasnameya civakê nîşan dide'
Menal Mehdwanî ku bi riya çêkirina deqan hewl dide dîrok, nasname û çanda Amazîgî li herêmê nûjen bike dibêje: "Deqa Amazîgî ji şaristanî û dîroka civakê ye. Her deqek xwedî wateyek cuda ye."

ÎXLAS EL-HAMRONÎ
Tûnis – Desthilatdarî hewl didin jiyana gelan li Rojhilata Navîn bixin bin serweriya xwe û çanda wan tune bikin an jî biguherînin. Gelek jin hene ku parastina mîrateya xwe ya gelêrî dikin û wan ji nifşek radigihînin nifêşeke din, nahêlin tune bibe. Di vê serdema de ku mîrateya gelêrî û çanda gelan tê paşguhkirin û jibîrkirin, jina ciwan a Amazîxî Menal Mehdwanî bi vejandina hunera deqa Amazîgî ya ku ji bîra nifşan çûbû weke sembolek têkoşîna çandî û hunerî tê nasîn. Ew bû yek ji hunermendên ku dikaribû asoyeke nû bi deqên kevneşopî li Tûnis û cîhanê vekin. Wê deq kir amûrek ji bo nasnameya çandî û hunerî ya ku sûnoran derbas dike. Menal li herêmek di nava mîrateya Erebî û çandeke kûr de mezin bûye. Li wê herêmê deq beşek ji nasnameya çandî ye.
'Deq beşek ji şaristanî û dîroka civakê ye'
Menal Mehdwanî diyar kir ku tevî hemû astengiyên li pêşiya wê derketine jî wê bi îsrar hunera deqan di nava çanda Tûnisê de domandiye û got: "Dema ku min di vî warî de dest pê kir, ramana deqa Amazîgî nenas xuya bû, ji ber ku ew weke tiştek kevn an nenas dihat dîtin. Lê min dixwest vê nêrîna şaş biguherînim. Ez yekem jin bûm ku li Tûnisê bi vê hunerê re mijûl dibû. Ev huner di nava civakî de nedihat naskirin, ji ber ku mirov deqan bi têgînên neyînî ve girêdidin. Min xwest ji mirovan re îsbat bikim ku deq ne tenê xemlên li ser çerm in, ew beşek ji dîrok û şaristaniyê ne."
'Her deqek Amazîgî xwedî wateyek cuda ye'
Der barê lêkolînên çandî yên ji bo naskirina dîroka deqan li Tûnisê, Menal Mehdwanî wiha dibêje: "Deq di çanda Amazîgî de xwedî wate û têgînên mezin in, her nîşanek li ser bedena jinan dîrokek digre nava xwe. Çi li ser rewşa wan a civakî be, çi jî tendurustî yan jî rewşa wan a hestiyarî be. Bi saya vê lêkolîna domdar, ez li sembolîzma deqê geriyam û bi rengekî ku bi cîhana hemdem re têkildar ve veguherand. Sembolên Amazîgî nasnameya qebîleyan, dîroka mirovan û têkiliyên wan ên malbatî nîşan didan. Jinên zewicî deqên wan cuda bûn. Her wiha yên ku zarokên wan hebûn deqên wan cuda bûn. Deq di wê demê de weke nasnameya mirovan bû. Dema ku li ser bedena mirov deq dikim, hîs dikim dîrokê dinivîsînim."
'Deq nasnameya mirovan e'
Menal Mehdwanî destnîşan kir ku dema deqan çêdike hewl dide dîrok û nasnameya wê jî bide nasîn û wiha got: "Armanca min a sereke ne tenê ew e deqan çêbikim, a girîng ew e ku ciwan çand û dîroka Amazîgî nas bikin. Eger jinek deqek Amazîgî çêkiribe divê wateya wê ya mezin fêm bike ji ber ew nasname ye. Ez di çîrok û wateya her deqê de xwe kûr dikim û lêkolînên xwe didomînim. Ji bo ku dema ez wê çêdikim mafê wê bidim. Çanda deqa Amazîgî beşek ji şaristanî û dîroka civakê ye û divê parastina wê bê kirin. Di vî riyê de rastî gelek kêşeyên civakî hatim. Lê bi ked û têkoşînê min navê xwe kir hunermenda pispor di çêkirina deqan de. Gelê Tûnisê, geştiyar û kesên biyanî jî dihatin ba min û dixwastin deqên Amazîgî çêbikin."
'Bi zindîkirina deqa Amazîgî serbilind im'
Menal Mehdwanî tekez kir ku dema civak deqan weke hunerê pênase dike, hîs dike ku hemû bendên çandî yên paşverû dişkîne û wiha dawî li gortinên xwe anî: "Ez gelek serbilind im ku min deqa Amazîgî careke din di nava civaka xwe de zindî kir û ew weke çand û hebûna civakê pênase kir. Deqa Amazîgî ne tenê weke amûreke ku xweşikbûnê îfade dike, ew çand û mîrateya civakê belge dike. Divê em bêhtir nirxên xwe yên çandî nas bikin. Deq sembola me ye û bi zindîkirina wê em nasnameya xwe ya çandî di nava nifşên pêşerojê de nûjen dikin."