Tundiya li ser jinan zêde dibe û mal veguherin qadên şer
Li Sûriyeyê, her çiqas tê gotin ku şerê çekdarî kêm bûye jî, pêleke nû û berfireh a tundiya li dijî jinan derketiye holê. Li gorî daneyên SOHR’ê, di nîvê ê salê de herî kêm 48 jin di encama nakokiyên malbatî, sûc û êrîşên mezhebî de hatine kuştin.
Navenda Nûçeyan – Li welatekî mîna Sûriyeyê ku salane bi şerên dijwar re rûbirû maye, xetere êdî bi gule û bermahiyên şer ve sînordar nînin. Lê belê jin niha bi pêlek berfireh a tundiyê re rû bi rû ne. Ji malan bigire heya kolan û cihên kar ev pêl dirêj dibe.
Li pişt vê tundiyê gelek çîrokên bi êş hene ku nakokiyên malbatî, tolhildan, sûc û nefretê dihewîne. Ev rewş di dîmenek eşkere de xeleka berfireh a gefan û hilweşîna pergala parastinê nîşan dide.
Cureyên nû yên tundiyê û valahiya ewlehiyê
Her çend li hin deveran di nava jiyana rojane ya Sûriyan de operasyonên leşkerî hatibin kêmkirin jî tu başbûnek çênebûye. Cureyên nû yên tundiyê, ne kêmtir xeternak, derketine holê ku civakek ji ber şerên salan westiyayî û bi krîzên ewlehî û civakî yên zêde bargiran bûye eşkere dikin.
Jin di nav wan kesên herî zêde bandor bûne de ne, ku bedela valahiya ewlehiyê, belavbûna çekan û qelsiya serweriya mafan didin. Kuştinên wan ji bûyerên yekane veguheriye nîşaneyek zêde ya tundiya civakî.
'Malên ku wekî cihên ewle dihatin zanîn, veguherin qadên tundiyê'
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, piştrast kir ku zêdebûna hejmara bûyerên kuştina jinan nîşan dide ku mal, ku li gor tê texmînkirin cihekî ewle be, veguheriye yek ji qadên herî berbiçav ên tundiyê. Bi dehan jin ji aliyê mêr, kur an birayan ve hatine kuştin. Hinek din jî li kolan û taxên niştecihbûnê rastî êrîşên mezhebî hatine. Şêweyên êrîşê diguherin, lê encam yek e. Jiyana windabûyî, malbatên ku ji dayîk, keç û jinan bêpar mane. Ev rewş kûrahiya krîza mirovî û civakî destnîşan dike û qelsiya pergala parastinê û bêcezatiya berdewam eşkere dike.
Di nîvê yekem ê salê de 48 jin hatine kuştin
Di nîvê yekem ê salê de, Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê kuştina 48 jinan belge kir. Di nav de 40 jin di 35 bûyerên sûc de bi motîfên cûda ji nakokiyên malbatî û kuştina bi zanebûn bigire heya dizî û rewşên din ên sûc hatine kuştin. 8 jin di sûcên têkildarî mezhebî de jiyana xwe ji dest dane.
Ev hejmar rûbirûbûna berdewam a jinan bi xetereyên giran nîşan dide, çi ji ber tundiya sûc be an jî li ser bingeha mezhebî be, ku xeleka berfirehbûna gefan û qelsiya pergala parastinê destnîşan dike.
Sûc li kîjan bajarên Sûriyeyê belav bûne?
Li gorî rapora çavdêriyê, erdnîgariya sûcên li dijî jinan pir berfireh e sûcên asayî û malbatî li Hama, Gundewarên Şamê, Suweydayê, Heleb, Şam, Idlib, Dêra Zorê, Reqa, Hesekê, Hums û Laziqiyê belav bûne. Sûcên mezhebî bi piranî li parêzgehên Hums, Tartûs û Laziqiyê qewimîn e.
Bangawaziya ji bo parastin û hesabpirsînê
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê destnîşan kir ku ev sûc rastiya pir xeternak a ku jin li Sûriyeyê pê re rû bi rû dimînin nîşan didin. Xetere ne tenê bi sûcan ve sînordar e, lê di nav valahiya ewlehiyê ya berdewam, belavbûna çekan û qelsiya berpirsiyariya yasayî de digihîje kuştinên mezhebî.
Çavdêriyê tekez kir ku ji bo kêmkirina bûyerên sûc yên wiha tedbîrên bibandor hewce ne. Di vê çarçoveyê de bang li aliyên peywendîdar hat kirin ku ev gavên lezgîn bên avêtin wek xurtkirina serweriya qanûnê û kontrolkirina çekan. Hesabpirsîna ji berpirsiyarên binpêkirinan her wiha misogerkirina parastina jinan ji hemû cûreyên tundiyê.
SOHR'ê diyar kir ku eger ev tedbîr neyên girtin, berdewamiya aloziya mirovî dê bibe sedema xirabûnek bêtir di asta mirovî û civakî de û lawaziya jîngeha ewlehiyê li deverên mezin ên welêt.