Li Mexribê hilbijartinên parlamentoyê dest pê kirin

Welatiyên li Mexribê ji bo hilbijartina hikûmeta nû diçin ser sindoqan. Hilbijartin di demekê de pêk tên ku krîza koçberiyê û nerazîbûnên ciwanan derketine pêş, her wiha tê şopandin ku tenê 15,8 milyon kes li ser lîsteya dengdêran hatine tomarkirin.

Navenda Nûçeyan – Dengdêrên li Mexribê ji bo hilbijartinên ku dê pêkhateya hikûmeta bê diyar bikin de, diçin ser sindoqan. Hikûmeta nû dê rûbirûyî çendîn kêşeyan bibe,  taybetî jî xwepêşandanên ciwanan û krîza koçberiyê ku di demên dawî de zêdetir bûye.

Dê parlamento berpirsyariyên xwe bicih bînin

Parlamentoya nû dê berpirsiyar be ji pêkanîna wan însiyatîfên ku zêdetir balê dikişînin ser çareserkirina nerazîbûna ciwanan; hesteke ku bi hewldana girseyî ya derbaskirina sînorê herêma Ceutayê ya di bin kontrola Spanyayê de û her wiha bi xwepêşandanên "Nifşê Z" yên sala borî, yên ku bûn sedema qurbaniyan derketibû pêş.

Tenê 15,8 milyon kes di lîsteya dengdêran de hatine tomarkirin

Rêjeya beşdariya dengdêran taybetî ya ciwanan dê bi hûrgilî were şopandin, ji ber ku ew nîşandereke beşdariya welatiyan û baweriya wan a bi saziyên hilbijartî ye. Herçend nêzî 27 milyon welatiyên Mexribê xwediyê mafê dengdanê bin jî, tenê 15,8 milyon kes di lîsteyên dengdêran de hatine tomarkirin; ev jî li gorî hilbijartinên sala 2021'an nîşana kêmbûneke nêzî ji sedî 12'ye.

Li gorî amarên fermî yên ku ji aliyê ajansa "Maghreb Arabe Presse" (MAP) ve hatine weşandin, jin ji sedî 46 û mêr jî ji sedî 54 bi giştî 15,8 milyon dengdêrên tomarkirî, pêk tînin.

Bi giştî 395 parlamenter dê ji bo Meclîsa Nûneran li 92 herêmên hilbijartinê yên herêmî û 12 herêmên hilbijartinê yên giştî (herêmî-berfireh) werin hilbijartin. Ev pêvajo di demekê de pêk tê ku ji sedî 57 ji 227 parlamenterên heyî dixwazin kursiyên xwe biparêzin û 28 partî bi hezar û 850 lîsteyan ku 7 hezar û 288 berbijêran li xwe digirin û li 41 hezar navendên dengdanê hatine belavkirin, beşdar dibin. Hemû jî armanc dikin ku nexşeya yasadanîn û cîbicîkirinê ya nava parlamentoyê ji nû ve û bi awayekî zelal dîzayn bikin.

Hejmara berbijêrên jin digihîje 2 hezar û 658 kesan

Hejmara berbijêrên jin di hilbijartinên niha de digihîje du hezar û 658 kesan, ku ev jî ji sedî 36.47'ê tevahiya berbijêriyan pêk tîne. Ji van hezar û 783 jin li herêmên hilbijartinê yên giştî (ku tê de hemû 90 kursî bi taybetî ji bo jinan hatine veqetandin) dikevin pêşbirkê, lê 875 jin li herêmên hilbijartinê yên herêmî (ku 305 kursî lê têne pêşbirkirin) beşdar dibin.

Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundirîn, jin tenê serokatiya 121 lîsteyan ji hezar û 615 lîsteyên herêmî dikin. Tecrûbeya hilbijartinên sala 2021 cudahiya di navbera nûnertiya garantîkirî ya bi rêya lîsteyên giştî û pêşbirka rasterast a li asta herêmî de derdixe pêş. Dema ku 96 jin ketin Meclîsa Nûneran ku ji sedî 24.3 endamtiya wê pêk dianîn, tenê şeş ​​jin bi rêya herêmên hilbijartinê yên herêmî bi ser ketin, lê 90 parlamenterên jin kursiyên xwe bi rêya herêmên hilbijartinê yên giştî bi dest xistin.