Gelê Şengalê cangorî Bêrîtan Çelê bîranîn
Ji bo cangorî Bêrîtan Çelê ya ku di 29’ê Sibata 2024’an de li Şengalê şehîd bûbû, ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê ve merasîmeke hat lidarxistin.
Şengal – Merasîm li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan bi beşdariya berfireh a malbatên şehîdan, dayikên Êzidî û xelkê Şengalê ve pêkhat. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, girseya gel bi pêxistina mûman bîranîna jina têkoşer domand. Di merasîmê de sekna bi rûmet û têkoşîna fedakar a cangorî Bêrîtan Çelê hate gotûbêjkirin û girîngiya xwedîderketina li nirxên şehîdan hate destnîşankirin.
‘Em ê xeyalên şehîdan pêk bînin’
Li ser jiyan û têkoşîna Şehîd Bêrîtan Çelê Hevseroka Meclîsa Gel a Şengalê Xoxê Dexîl axivî. Xoxê Dexîl di serî de tevahiya şehîdên azadiyê bi bîr anî û got: “Em di şexsê hevala Bêrîtan de tevahiya şehîdên xwe yên leheng bibîr tînin. Nirxên ku îro li vê axê hatine afirandin, bi keda xwîna şehîdan hatine avakirin. Dijmin û hêzên tarî bi armanca ku gelê me bê îrade bihêlin, timî kesên pêşeng û fedakar dikin armanc. Lê bila bizanin ku bi hezaran Bêrîtan wê li pey vê rêyê bimeşin û xeyalên şehîdên xwe pêk bînin. Xwedîderketina li şehîdan, xwedîderketina li hebûn, ax û rûmeta vî gelî ye. Heta ku em xwedî li van nirxan derkevin, tu kes nikare vî gelî bixe ser çokan.”
‘Ew bû pira di navbera gel û têkoşînê de’
Endama Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Neam Bedel jî di merasîmê de axivî û diyar kir ku hevala Bêrîtan bi sekna xwe ya şoreşgerî di nava dilê her malbatê de cih girtiye. Neam Bedel wiha axivî: “Rast e, hevala Bêrîtan ji bo demeke kurt li Şengalê bû, lê wê bi ked, dilnizmî û têkoşîna xwe, xwe wekî endama her malbata şehîdan didît û di nava dilê me de bû xwediyê cihekî taybet. Armanca wê ya sereke ew bû ku yekîtiyê di nava hemû malbatên şehîdan de çêke û li hemberî hemû êrişan gelê me bixe nava refên yekgirtî de. Ew bi sekna xwe ya milîtanî bû pira di navbera gel û têkoşînê de. Em soz didin ku em ê heta dawiyê şopa wê bişopînin û ala ku wê li erdê nehiştî, bilind bikin.”
‘Emê xwedî keda şehîdên xwe yên çar parçeyê Kurdistanê derbikevin’
Endama Meclîsa Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Zozan Sîmo jî bal kişand ser rola pêşeng a jinan di nava têkoşînê de û hestên xwe wiha anî ziman: “Em dayikên Êzidî hemû, dayika Bêrîtan in. Îro em li keda wê xwedî derdikevin. Heval Bêrîtan li çar parçe Kurdistanê bêberamber kar û xebat da meşandin. Di qadên herî dijwar de kar kir. Li Şengalê di encama êrişa balafirên dewleta Tirk de şehîd ked. Weke heval Bêrîtan gelek cangorî û egîdên me jî bi heman awayî hatin qetilkirin. Ne tenê bi destê DAIŞ’ê me şehîd dan, dewleta Tirk a hov jî gelek şervanên me, keçên me yên wekî Bêrîtan hedef girtin û şehîd xistin.”
Dayê Zozan da zanîn ku armanca sereke ya Bêrîtan Çelê ew bû ku jinên Êzidî bigihîjin azadiya xwe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê weke dayikên Êzidî xewn û xeyalên heval Bêrîtan pêk bînin. Daxwaza heval Bêrîtan ew bû ku jinên Êzidî azad bin, bikaribin karê xwe bi xwe bikin. Ji bo civaka me ya Şengalê mamostetî kir, tu carî ferq nexist navbera karan. Di Saziya Malbatên Şehîdan de kar kir, di nava gel de kar kir. Em ê jî li keda şehîdên xwe yên çar parçe Kurdistanê xwedî derkevin.”
Piştî axaftinan, sînexebatek (sinevizyonek) li ser jiyan û têkoşîna Şehîd Bêrîtan Çelê hate nîşandan. Merasîm bi dirûşmeyên "Şehîd Namirin" û bi tilîliyan bi dawî bû.