‘Tundiya aborî sedema perçebûna civakê ye’
Lêkolînera derûnî Şehên Omer got ku “Berê tenê tundiya fîzîkî wek tundî dihat zanîn, lê belê niha gelek cûreyên tundiyê yên wek siyasî, zagonî û civakî hene.”
MIHRÎBAN SELAM
Helebce – Ji ber guherîna şêwazê jiyanê û pêşketina teknolojiyê, tundî û şêwazên tundiyê jî hatiye guhertin. Niha tundiya herî zêde tundiya elektronîk e û li pişt wê jî jin rastî tundiya aborî tên.
‘Tundiya siyasî, zagonî û civakî heye’
Lêkolînera derûnî Şehên Omer ji ajansa me re axivî û got: “Divê em rêyên çareseriyê bibînin. Gelek cûreyên tundiyê hene. Berê tundiya fîzîkî wek tundî dihat zanîn, lê belê niha tundiya zagonî, siyasî û civakî heye û tundiya aborî jî cûreyek din e. Nehatina mûçe ya di dema xwe de û nebûna derfetê kar sedemê zêdebûna tundiya abori ye, divê hevsengiya malbatê hebe da ku tundiya aborî dernekeve.”
Şehên Omer wiha domand: “Rewaş aborî wisa kiriye ku tundiya aborî zêde bibe. Bendewariyên malbatan ji hev zêde bûye. Li aliyê din bandora teknolojî û medyaya dijîtal, her wiha guherînên bi lez wisa kiriye ku civak nikarin hevseng bibin û malbat jî nikarin vê nehevsengiyê hilbigrin. Hêvîdar im girîngî bidin aboriya civakê û hê zêdetir xebat bê kirin da ku tundî kêm bibe.”
‘Karkirina jinan nabe sedemê tundiya aborî’
Şehên Omer têkildarî pirsa gelo karkirina jinan dibe sedema tundiya aborî? Wiha got: “Tu caran karkirina jinan nabe sedema tundiya aborî û heta karkirin hêza hevsengiya malbatê jî çêdike. Bi hev re mil bi milê hev zorî tê derbaskirin. Ji bo baş fêmkirina vê rewşê, divê alî hevdû wek hêza destekdayînê bibînin. Ancax wisa zoriyên ku di salên dawî de lê rast hatine derbas bikin. Tundiya aborî cûreyeki tundiyê ye ku li dijî malbat û bi taybetî jinan tê bikaranîn e û li ser nehevsengiya aboriya civakê, şertê bazarê û zextên berê, bi bandor e.”