Tulay Korkutan: Divê jin bi mekanîzmayên serbixwe beşdarî pêvajoyê bibin
8 endamên ku beşdarî civîna ewil a Desteya Çavdêrî û Nirxandinê ya ku ji bo şopandina çareserkirina pirsgirêka Kurd û pêvajoya bêçekkirinê hat damezrandin bûn, hemû mêr bûn. Tulay, diyar kir ku divê jin bi mekanîzmayên serbixwe beşdarî pêvajoyê bibin.
ELÎF AKGUL
Stenbol – Desteya Çavdêrî û Nirxandinê ya bi armanca şopandina çareserkirina pirsgirêka Kurd, pêkanîna pêvajoya demokratîkbûnê û pêvajoya bêçekkirinê hat damezrandin, civîna xwe ya ewil roja Duşemê di bin serokatiya Cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz de li dar xist. Civîn li Beştepe nêzî 3 saet û nîv dom kir. Wezîrê Edaletê Akin Gurlek, Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Karên Hundir Mustafa Çiftçî, Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler, Serokê Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî Îbrahîm Kalin, Sekreterê Giştî yê Serokkomar Hakki Susmaz û Sekreterê Giştî yê Desteya Ewlekariya Neteweyî Okay Memiş beşdarî civînê bûn.
Tevahiya 8 endamên Desteyê yên beşdarî civînê bûn, mêr bûn û di civîna ku jin bi tu awayî nehat temsîlkirin de biryar hate dayîn ku çar komîteyên jêrîn bên avakirin. Endamên komîsyona jêrîn yên wekî Koordînasyona Karûbarên Adlî û Hiqûqî, Çavdêrî û Tesbîtkirin, Lihevkirin û Entegrasyona Civakî û Bêçekkirin û Koordînasyona Stratejîk, hê jî nehatine ragihandin.
Endama Hevgirtina Jinan a Korkyamayê Tulay Korkutan, rewşa heyî ya pêvajoyê û çawa û çima divê jin di pêşveçûna wê de beşdar bibin, ji bo ajansa me nirxand.
‘Aştî tenê nayê wateya bêdengkirina çekan’
Tulay Korkutan, diyar kir pêvajoya aştiyê nikare tenê bi bêdengkirina çekan bê nirxandin û bal kişand ser pêwîstiya beşdarbûna jinan a li komîte û komîsyonan. Tulay da zanîn divê rêxistinên jinan jî beşdarî mekanîzmayên biryargirtin û çavdêriya pêvajoyê bibin û wiha got: “Dema ku behsa aştiyê tê kirin, pênase û têgihîştinek heye ku ew tenê tê wateya bêdengkirina çekan an jî têgihîştinek ku ji aliyê mijara ewlehiyê ve tê şêwekirin. Bi vî rengî jî tê nîqaşkirin û mekanîzmaya bi vî awayî jî tê damezrandin. Lê em dizanin ku aştî tenê bi bêdengkirina çekan nayê bidestxistin. Lê dema ku di van mase û komîsyonan de jin nebe, em nikarin behsa aştiyê bikin. Çima? Kirdeya herî girîng a vê pêvajoya aştiyê jin in. Divê rêxistinên jinan di van mase, komîsyonan û komîteyan de cih bigrin. Mînak, di komîsyona ku li Meclîsê hat damezrandin de jinên ji DEM Partiyê hene, lê ev yek netêrkêr e. An jî em nizanin ka jin û rêxistinên jinan di komîsyonên ku dê li gorî vê yasayê bên damezrandin de wê cih bigrin an na. Ne pêkan xuya dike.”
‘Divê heyetek serbixwe ya jinan hebe’
Tulay Korkutan, da zanîn ne tenê pêwîst e jin di pêvajoyê de bên temsîlkirin, di heman demê de divê bibin beşek ji mekanîzmayek çavdêrî û destwerdanê ya serbixwe. Tulay tekez kir ku pêwîst e komîteyek serbixwe ya ji jinan pêk tê were avakirin û divê nûnerên rêxistinên jinan jî di van mekanîzmayan de cih bigrin. Tulay wiha domand: “Yek ji daxwazên me jî, avakirina heyetekî ku xwedî rayeya lêkolîn û çavdêriya serbixwe û ger hewce bike dikare mudaxele bike û him ji jinan pêk tê û him jî beşdariya nûnerên jin ên rêxistinên jinan a di nav van desteyan de ye. Ji ber ku em dizanin şer herî zêde bandorê li jinan dike. Hîn jî bandor dike. Îro dibe ku em li ser pêvajoya aştiyê biaxivin, lê em nikarin bibêjin ku aştî bi tevahî pêk hatiye. Ev ne mimkûn e. Hêj jin li vî welatî ji aliyê mêran ve tên kuştin. Hê jî jinên ku ji aliyê tundiya mêr-dewletê ve tên kuştin hene. Jin rastî tundî û destdirêjiya hêzên ewlehiyê tên. Bi taybetî jî jinên li bajarên Kurdan. Lewma, barê herî giran ê vî şerî jin hildigrin.”
‘Hebûna jinan a di pêvajoyên aştiyê de, demokratîkbûna pêvajoyê diyar dike’
Tulay Korkutan, di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku bandora şer û pevçûnan li ser jinan tenê bi Tirkiyeyê re sînordar nîne. Tulay destnîşan kir ku di şert û mercên şer de bedana jinan dibe hedef û da zanîn ku ev him di jinên sivîl û him jî yên têkoşer de tê dîtin. Tulay wiha domand: “Ev yek ne tenê li welatê me, li seranserê cîhanê jî wisa ye. Dema şer diqewime, bedana jinan wekî 'xenîmeta' şer tê hesibandin. Ev yek ne tenê ji bo jinên sivîl, di heman demê de ji bo jinên têkoşer jî wiha ye. Heta bedana jinên ku axa xwe diparêzin jî rastî rêbazên milîtarîst, nijadperest û dijminane tên. Rastiya ku di pêvajoyên aştiyê de hebûna dengê jinan, hebûna daxwazên û hebûna jinan a di heyetên serbixwe de, diyar dike ku ka ew aştî bi rastî jî demokratîke an na.”
‘Li gelek şaredariyên Kurdistanê qayûm hatin tayînkirin’
Tulay Korkutan, destnîşan kir dîtina pirsgirêkên ku jin pê re rûbirû dimînin, ji bo pêşveçûna pêvajoya heyî pêwîstiyek e. Tulay Korkutan, bal kişand ser bandora pêkanînên qayuman a li ser xizmetên ji bo jinan jî. Tulay diyar kir ku divê mekanîzmayên rûbirûbûna tundî û mirinan a li dijî jinan, bên avakirin û wiha pê de çû: “Erê, îro pêvajoyek heye, lê gelo ev pêvajoya aştiyê bi tevahî tê bicîhanîn? Li gelek şaredariyên Kurdistanê qayûm hatin tayînkirin. Ev qayûm hê jî li ser kar in. Bi qayûman re stergehên jinan, navendên jinan û navendên şêwirmendiya jinan hatin girtin. Ji bo em wekî jinan bawer bikin ku aştî heye û ew samîmî ne, divê em van tiştan bibînin. Ji bilî vê yekê gelo li Cizîr û Silopiyê li hember tundî û mirinên li dijî jinan mekanîzmaya rûbirûbûne were avakirin an ne? An jî gelo hesaba jinên ku rastî tundiya çawişên pispor hatine û di encama vê tundiyê de bi awayekî polîtîk xwe kuştine bê dayîn an na? Ji bo ku em van tiştan bêjin û bi van hemûyan re rûbirû bibin, divê em di wan komîsyonan de cih bigrin.”
‘Derketina vê yasayê girîng e’
Tulay Korkutan, diyar kir yasaya ku hatiye derxistin ji bo pêşveçûna pêvajoyê gaveke girîng e, lê bi tena serê xwe netêrkêr e. Tulay got ku ji bo pêvajo li ser bingehek demokratîk civakî bibe gavên şênber divê bên avêtin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Divê jin jî bibin perçeyek pêvajoyê. Lê pêvajo bi xwe jî girîng e. Derxistina vê yasayê jî girîng e. Her çend yasa bi xwe netêrkêr be jî, avêtina gavek girîng e. Ji ber ku em ev du sal in gavek nabînin. Li vî welatî hêj pêkanînên faşîst ên hikûmeta AKP’ê ya li ser jinan, li ser kesên LGBT+ û li ser hemû gel û karkeran didome. Lewma, ji bo ku ev pêvajo di qadeke demokratîk de civakî bibe, divê mirov vê yekê hîs bikin. Ev yek jî tenê bi gavên samîmî, şênber û pêkanîna daxwazên gelê Kurd pêkan e. Ger ev bi rastî jî ev yek bi awayekî şênber werin bicîhanîn û em wek jin bibin parçeyek ji vê pêvajoyê, vê demê em dikarin behsa aştiya rast bikin.”