Danîmarka bi salan bêyî razîbûn rêbazên kontrolkirina zayînê li jinên Inuit sepandiye

Lêkolîneke dîrokî eşkere kir ku ji salên 1960’î pê ve ji ber polîtîkaya kêmkirina nifûsê ya Danîmarkayê, bi hezaran jinên Inuit ên li Gronlandê bi salan bêyî agahdariya wan bûn hedefa cîhazên kontrolkirina zayînê.

Navenda Nûçeyan – Li gor raporekê ku hatiye weşandin eşkere dike ku Danîmarka, ji salên 1960’an pê ve, bêyî razîbûna jin û keçên Inuit li Gronlandê rêbazên kontrolkirina zayînê bi kar aniye. Van pêkanînan, ku bandor li bi hezaran jinan kirine, bandora domdar a desthilatdariya kolonyal li ser jinên Gronlandê û nîqaşa li ser qirkirinê dîsa anîne rojevê.

Encamên lêkolîneke dîrokî ya li ser danîna cîhazên hundirê di nava rehma (IUD) jin û keçên Inuit li Gronland, koloniyeke berê ya Danîmarkayê, bêyî agahdarî an razîbûna wan, ji raya giştî re hatin eşkerekirin.

Ji salên 1960’î ve polîtîkayeke bêagahî

Ev pratîka ku wekî "kampanyaya spiral" tê zanîn, di salên 1960 û 1970an de wekî beşek ji polîtîkayek ku armanc dikir rêjeya jidayikbûnê kêm bike, bi taybetî di nav nifûsa Inuit de, hate bicîh kirin. Tê ragihandin ku di çarçoveya vê kampanyayê de, hin keçên 12-14 salî birin nexweşxaneyan û IUD li wan hatin danîn. Di gelek rewşan de, keç û malbatên wan ji vê prosedurê bêxeber bûn an jî razîbûna xwe nedan.

Bandorên giran û travmayên demdirêj

Hin ji jinên ku ji vê pratîkê bandor bûne ragihandin ku bi salan êşên giran, enfeksiyon, xwînrijandin û pirsgirêkên berhemdariyê kişandine. Hin qurbanî demek dirêj nekarîne li ser trawmaya ku wan jiyane biaxivin.

Ev pratîk di sala 2022an de piştî rêzepodcastekê ku ji hêla weşana giştî ya Danîmarkayê DR ve hatî çêkirin, ji nû ve kete rojeva raya giştî. Podcastê şahidiyên jinên Gronlandî yên ku bêyî razîbûna wan IUD lê hatine danîn û encamên prosedurê nîşan da.

Piştî nerazîbûna raya giştî, hikûmetên Danîmarka û Gronlandê lêpirsînek dîrokî ya hevbeş li ser pratîkên kontrolkirina zayînê di navbera 1965 û 1991 de dan destpêkirin. Rapor, ku piştî lêpirsînek dirêj hate amadekirin, çarçoveya pratîkê û polîtîkayên wê demê nirxand.

Lêpirsîna hevbeş û sînorê qanûnî yê jenosîdê

Yek ji aliyên herî nakok ên raporê ev e ka gelo pratîkên ku armanca wan pêşîgirtina jidayikbûnê ne, dikarin wekî jenosîd werin hesibandin an na.

Peymana Neteweyên Yekbûyî ya li ser Jenosîdê jenosîdê wekî kuştina endamên komekê di hin şert û mercan de, û her weha tedbîrên ku armanc dikin pêşîgirtina jidayikbûnê di nav wê komê de, pênase dike.

Lêbelê, hebûna tenê ya pratîkên kontrolkirina zayînê yên bê razîbûn ji hêla qanûnî ve jenosîd nayê hesibandin. Ji bo ku tiştek wekî jenosîd were dabeş kirin, divê niyeta tunekirina komek taybetî, bi tevahî an qismî, jî were nîşandan.

Ji ber vê yekê, nirxandin ne tenê cewherê destwerdanên bijîşkî yên ku jinan hedef digirin, lê di heman demê de faktorên ku armanca rayedarên Danîmarkî yên wê demê, çarçoveya pratîkê, cewherê polîtîkayên li hember nifûsa Inuit, û asta ku saziyên dewletê ji pratîkan haydar bûn jî li ber çavan digirin.

"Kampanyaya spiral" a li Gronlandê di warê polîtîkayên li hember nifûsa Inuit de di serdema kolonyalîzmê de, û her weha xweseriya laşî ya jinan û mafên hilberînê de hîn jî tê nîqaşkirin.