Tulay Hatîmogûllari welatiya ku ji ber govendê cezayê hepsa malê lê hat birîn ziyaret kir

Hevseroka Giştî ya DEM’ê Tulay Hatîmogûllari di çarçoveya hemleya Nan û Edaletê de çû Elihê û Fîlîz Taşkesen a ku 3 zarokên wê ji ber girtina “Govenda Kurdî” hatibûn binçavkirin û cezayê hepsa malê lê hat birîn ziyaret kir.

Êlîh-Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, di çarçoveya kampanyaya “Nan û Edaletê” de çû serdana Êlihê. Tulay Hatîmogûllari, çû serdana mala Fîlîz Taşkesen ku 3 zarokên wê bi hinceta “Govenda Kurdî” hatin girtin û li wê bi xwe jî cezayê hefsa malê hatiye birîn. Fîlîz Taşkesen, di serdanê de axivî û got ku biryara derheqê wan de, asta derhiqûqtiya li welêt nîşan dide. 

Piştre jî Tulay Hatîmogûllari axivî û wiha bertek nîşan da: “Govenda li ber stranên kurdî weke hincet hatiye nîşandan. Operasyoneke hemwext heye. Ev sepan, sepanên salên 90’î ne. Weke DEM Partiyê em li gel te ne. Dê gelê kurd li her derê her dem govendên xwe bigerîne. Ji ber ku ev çanda gelê kurd e. Nefreta xwe ya li hemberî kurdan li dijî vê malbata me didin der. Dê ev sepanên qedexeyê û operasyonên li dijî ziman û çanda me vala derkevin. Dê keçên me ji girtîgehan derkevin.”