Pêşengên tevgera ciwanan li Mexmûrê hatin bibîr anîn

Li Wargeha Mexmûrê bi pêşengiya Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM), Pêşengên Tevgera Ciwanan Bişeng Brûsk, Sara Hogir Riha, Vejîn Jiyan û Tolhildan Qendîl hatin bibîranîn.

Mexmûr- Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), ji aliyê Tevgera Jin ên Ciwan ê Mexmûrê (TJCM) ve Pêşengên Tevgera Ciwanan Bişeng Brûsk, Sara Hogir Riha, Vejîn Jiyan û Tolhildan Qendil di 1’emîn salvegera xwe de hatin bîbiranîn. Bîranîn bi tevlîbûna ciwan û şeniyên wargehê li Saziya Ciwanan bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. Piştî rêzgirtinê Endama Tevgera Jin ên Ciwan Viyan Budak Axivî.

Viyan Bûdak, di destpêka axaftina xwe de xêrhatina gel kir û got: “Armanca kombûna me ya li vir, bibîranîna şehîdên me Bişeng Brûsk, Sara Hogir Riha, Vejîn Jiyan û Tolhildan Qendîl e. Her çar pêşengên me heta nefesa xwe ya dawî ji bo azadiya Rêber Apo û gelên Kurd têkoşiyan û di vê oxirê de canê xwe feda kirin. Em jî wek ciwan Kurd xwedî li îrade û têkoşîna wan derbikevin.”

Piştî axaftinê, têkildarî jiyan û têkoşîna her çar şoreşgeran sînevîzyonek hate temaşekirin.

Merasîma bîranînê bi dirûşmayên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dawî bû