Tulay Hatîmogûllari: Divê yasa bên sererastkirin

Tulay Hatîmogûllari bang li komîsyonê kir û got: “Sererastkirinên yasayî yên beriya ku budçeya sala 2026’an tên Meclîsê dê hem baweriyê xurt bike hem jî ji bo serketina pêvajoyê rê veke.”

Navenda Nûçeyan – Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, di civîna heftane ya koma partiya xwe de li Meclîsê geşedanên di rojevê de nirxand.

Tulay Hatîmogûllari, di destpêkê de helbestvanê navdar ê Kurd Cegerxwîn bi boneya salvegera wefata wî bi bîr anî û got: “Sekna wî ya şoreşger û înada wî ya di jiyanê de di dilê milyonan de dijî.” 

Tulay Hatîmogûllari, hevdîtina bi siyasetmedar Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş re bi bîr xist û bal kişand ser 3 biryarên DMME’yê yên têkildarî Demîrtaş. Tulay Hatîmogûllari, got: “Hevalên me tavilê berdin.” 

Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser geşedanên di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de û 22’yê Cotmehê û 27’ê Sibatê weke rojên hêviya aştiyê ajdayî nirxand. 

Firsendek dîrokî di destê Tirkiyeyê de ye’   

Tulay Hatîmogûllari, anî ziman ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û şerê 50 sal in didome li pêşiya Tirkiyeyê firsendekî dîrokî heye û got: “Hewcehî bi veguherîneke demokratîk heye ku qanalên çareseriyê yên krîzên siyasî, civakî û aborî veke. Erk û berpirsyartiyên her kesî diyar in. Di serî de sererastkirinên yasayî, divê dewlet û desthilat tavilê derbasî qonaxa gavên şênber bibin. Aştiya civakî nebûyî encamek jê dernakeve. Rêya vê jî ew e ku jin û ciwan bibin avakerên aştiyê. Berpirsyartiyeke mezin li ser milên me tevan hene. Sererastkirinên yasayî yên beriya ku budçeya sala 2026’an tên Meclîsê dê hem baweriyê xurt bike hem jî ji bo serketina pêvajoyê rê veke.”

‘Her gava nayê avêtin, cesaretê dide dijberên pêvajoyê

Tulay Hatîmogûllari têkildarî bertekên li dijî parvekirina TBMM’ê ya bi Kurdî wiha got: “Dema parvekirina bi Kurdî hatî kirin çi bû? Welat dabeş bû? Naxêr. Berevajî vê, bi milyonan Kurdên li welat hatin naskirin û rêz ji zimanê wan ê dayîkê re hate girtin. Nêzkirina gelê Kurd a li îdeala komara demokratîk bi tu kesekî nade windakirin. Berevajî vê, civak û demokrasî dê bi ser keve. Dê nîjadperest û yên siyaseta nîjadperestiyê dikin dê winda bikin. Binêrin, her gava nayê avêtin, her vehêlandin cesaretê dide dijberên pêvajoyê. Vaye her ku pêvajo disekine cesareta kesên şer dixwazin jî zêde dibe. 

‘Em ê rê nedin provakasyonan  

Baş e lê kesên li dijî aştiyê derdikevin û dixwazin mirin bidomin kî ne? Van kesan, bi salan siyaseta şer kirin û ji ranta wê xwarin. Aştî jî sedema hebûna wan ji holê radike. Divê em kesên li Meclîsê li dijî aştiyê derdikevin baş bibînin. Dengê van kesan ne dengê hilbijêrên wan e. Nexwe ma kîjan dayîk dixwaze zarokê wê bimire? Kesek naxwaze. Li vê xakê her kes daxwaza aştî, demokrasiyê dike. Em ê destûrê nedin van provokasyonên sîstematîk. Em ê nehêlin kesên sermayeya wan tenê nefret, vê civakê dabeş bikin. Bedela wê çi jî be em ê ji bo avakirina aştî û komara demomkratîk heta dawiyê bixebitin û bi ser kevin. Em ê guh nedin dijberên pêvajoyê û lîstikên wan teşhîr bikin. 

11’emîn paketa darazê

Em dîsa bi taktîkekê AKP’ê rû bi rû ne. Sererastkirinên ku civakê aciz dikin bi awayekî parve kirin û dixwazin rê li ber berteka civakê bigirin. Mînaka vê ya dawî jî me di 11’emîn Paketa Darazê de dît. Desthilat li şûna ji bo civakê bêhtir bawerî, çareserî, edalet û mafên mirovan bîne; bêhtir zext, zor, ceza û hwd. tîne. Di vê miswedeya bi raya giştî re hatiye parvekirin de tu xaleke pêdiviya edalet û demokrasiyê ya civakê cîbicî dike tune ye. Berevajî vê, êrîşa li dijî jin û nasnameyên cuda heye. Sedema hebûna dewletê ew e ku bi awayekî wekhev hiqûqa her hemwelatiyekî biparêze. Peywira wê ne ew e ku vê cur bi curiyê ceza bike. Mecbûr e rêzê ji tevan re bigire.

Banga ‘na’ ji tezkereyê re

Dê tezkereya Iraq-Sûriyeyê îro bînin lijneya giştî. Li dijî PKK a ku biryara xwefesixkirinê daye û PYD’ê ku li Sûriyeyê aktoreke siyasî ya girîng e, tezkereya operasyonên derveyî welat a ji bo 3 salan pêşkeşî Meclîsê kirin. Feraseta tezkereyê bi xwe re tenê bêbaweriyê tîne. Siyaseta tezkereyê ne li gorî ruhê 27’ê Sibatê ye. Ma dema tilî li ser tetîkê dê aştî çawa bibe? Pêdivî bi feraseteke demokratîk û azadîxwaz ku mafên Kurdan, Tirkan, Ereban û nasnameyên din wekhev dibîne heye. Ev jî bi tezkereyan nabe. Em ê ji vê tezkereyê re bibêjin na û bang li muxalefetê jî dikin ku bibêjin ‘na.’ 

Avakirina komara demokratîk 

Kî çi provokasyonan bike jî em bibiryar in ku vala derxînin. Avakirina komareke demokratîk ku hemû welatî tê de wekhev dijîn, deynê stûyê me ye. Çi bibe jî em ê bi vê bibiryardariyê têkoşîna xwe bidomînin.”