TTB’ê ‘ji bo jiyîn û jiyandinê’ banga têkoşînê kir

Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) diyar kir ku ew ji ber mirina 3 bijîşkên di rojekê de xemgîn in lê bi hêrs in û got: “Ji bo jiyîn û jiyandinê, mafê keda xwe em bang li hemû hempîşeyên xwe dikin.”

Navenda Nûçeyan - Bijîşk Rumeysa Keleş a ku li Zanîngeha Adanayê Çukurovayê li Fakulteya Tipê, Anesthesiology û Klinika Reanimation dixebitî, bijîşk Eren Ozkara yê ku li Navenda Tenduristiya Civakî ya Semsûrê pratîsyen bû bijîşk Fulya Keçecî ya ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrsînê Toros kar dikir, dawî li jiyana xwe anîn.

‘Em xemgîn in lê bi hêrs in’

Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) têkildarî mirina 3 bijîşkên di heman rojê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniya ku li ser medyaya dîjîtal hat parvekirin de wiha hat gotin:

“Em sersaxî û sebrê ji malbat, xizm û civata tenduristiyê ya hevpîşeyên xwe yên jiyana xwe ji dest dane re dixwazin. Em qebûl nakin ku pîşeya bijîjkî û hawirdora tenduristiyê ji ber gelek sedeman wekî qeyrana aborî, bêewlehî, şert û mercên kar ên giran û ne ewle, zexta îdarî, tundiya di tenduristiyê di bin dorpêçê de bin! Ji bo jiyîn û jiyandinê, mafê keda xwe em bang li hemû hempîşeyên xwe dikin ku têbikoşin.”

Di daxuyaniyê bi gotinên “Em xemgîn in lê bi hêrs in” banga têkoşîna ji bo jiyîn û jiyandinê, ji bo rûmeta pîşeya bijîjkî, mafên keda xwe û başbûna şert û mercên xebatê hat dubarekirin.