Xizmên Windayan li aqubeta Ahmet Biçimlî pirsîn

Parêzvanên mafên mirovan û Xizmên Windayan di çalakiya vê hefteyê ya li Amedê de li aqubeta Ahmet Biçimlî ku li Farqînê hat windakirin pirsîn. Di daxuyaniyê de peyama ‘Divê dewlet bi raboriyê re hevrû bibe’ hat dayîn.

Amed – Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê çalakiya bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” di hefteya 764’emîn de li dar xistin. Çalakî wek her hefteyê li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû hat lidarxistin. Xizmên Windayan û parêzvanên mafên mirovan beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan.

Çîroka Ahmet Biçimlî hate xwendin

Parêzvanên mafên mirovan di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Ahmet Bîçîmlî ê 55 salî yê di 20’ê Îlona 1994’an de li navçeya Farqîna Amedê hat revandin û carek din xeber jê nehat girtin pirsîn. Çîroka Ahmet Biçimlî ji aliyê Rêveberê ÎHD’a Amedê Bawer Çîndemîr ve hate xwendin.

“Ahmet Bîçîmlî yê 55 salî zewîcî bû û bavê 7 zarokan bû. Li gundê Korît bi ser navçeya Farqînê ve dijiya. Di navbera sala 1994’an de bi hevjîna xwe û bi jinbira xwe re ji bo biçin Farqînê ji gund derketibûn rê, di rê de komek ku endamên Hizbullahê ku rûyên wan bi rûpoş (maske) bûn Ahmet Bîçîmlî dan sekinandin. Gava bi kesên ku dixwestin nasnameyan û li ser wan binêrin re ket nîqaşê gefên wekî “divê li xwe baldar” be lê xwarin. Carekê jî gava ew û hevjîna xwe tenê bûn jî ji bo nasnameya wî binêrin Ahmet Bîçîmlî dan sekinandin. Tim gef lê dihat xwarin.

‘Bi zorê xistin erebeyek spî û birin’

Pênc meh piştî van bûyeran di 20’ê îlona 1994’an de dîsa gava diçûn Farqînê nêzî gundê Heremşeytanê dîsa ji hêla Hizbullahê ve pêşiya wî hat birîn. Li gorî vegotinên kesê ku li herêmê şivantî dikirin çavên wî girêdane û bi zorê wî siwarê erebeyekî spî kirine û birine. Şivanê ku wê rojê bûyerê dîtibûn piştre vê yekê înkar kir û nexwest şahidî bike. Dema şevê nevegera malê malbata wî qilqilîn ji nasên xwe yên ku wê rojê çûne Farqînê Ahmet pirisîn lê agahî negirtin. Hevjîna wî bi kurê xwe re çû Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Farqînê li aqûbeta Ahmet pirsîn lê ji wîr jî agahiyeke negirtin.

Malbat agahî da hemû nasên xwe, agahî dan  kesên ku ew roj çûne Farqînê û dest bi lêgerîna Ahmet Bîçîmlî kirin. Piştre li gundê ku dizanîn stargeha Hizbullahê ye hîn bûn ku wê rojê kesekî çavên wî girêdayî birine xistine wê stargehê. Gundiyên ku gotine em dikarin bibin navbeynkar ji wan re gotine bila hinek pere amade bikin belkî bi wî awayî dikaribin Ahmet Bîçîmlî xilas bikin. Malbat pereyan amade dike lê tu encam nagrin. Malbata Biçimlî hemû hewildanên li saziyên dewletê kirin bê encam man. Ji Ahmet Biçimlî ji wê rojê heta niha tu xebar nehat girtin.”

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.