Ji bo bîranîna Nagîhan Akarsel dê ‘Rojên Jînerjî’ bên lidarxistin

Endama Akademiya Jineolojiyê Zehrîban Hisên a derbarê rêzeçalakiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo bîranîna Nagîhan Akaresel bên lidarxistin eşkere kir, anî ziman ku dê bi ‘Rojên Jînerjiyê’ çalakiyên bîranînê bên lidarxistin.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo – Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel di 4’ê Cotmeha 2022’an de li bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê di encama êrişa ku ji aliyê dewleta Tirk ve hat pêkanîn de jiyana xwe ji dest da. Ji bo salvegera Nagîhan Akarsel, Navenda Jinelojiyê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê di 2 û 4 Cotmeha vê salê de Rojên Jînerjiyê ku di nav xwe de gelek çalakiyan dihewîne dê li dar bixe. Endama Akademiya Jineolojiyê Zehrîban Hisên derbarê rêzeçalakiyên ku dê werin lidarxistin de axivî.

Zehrîban Hisên a di destpêka axaftina xwe de bi rêzdarî Nagîhan Akarsel bi bîr anî, bi gotina “Şahadeta wê ji bo akademiya Jineolojiyê û hemû jinên azadîxwaz êşeke mezin bû” wiha qala êrişên dewleta Tirk ê li dijî jinên pêşeng kir: “Em ketine vê ferqê de ku dijmin taybet dewleta Tirk her dixwaze pêşenngan armanc bigire bi aweyên cuda. Me ji Şoreşa Rojavayê Kurdistanê tecrubeyek mezin girt. Dijmin nikare bibe asteng li pêşiya pêkanîna xewn û xeyalên ku Nagîhan dixwest pêk bîne.”

Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê çalakî bên lidarxistin

Zehrîban Hisên rêzeçalakiyên ku bê lidarxistin di nav vê heftiyê de wiha rêz kirin: “Ji xwe çalakiyên ku dê werin lidarxistin li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne. Bêguman tevger û rêxistinên jinan jî cih digirin di pêkanîna van çalakiyan de wekî Kongra Star, Rêxistina Sara û hwd. Di 2’ê Cotmehê de dê li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya nûnertiya Neteweyên Yekbûyî dê ji aliyê tevger û rêxistinên jinan ve daxuyaniyek bê xwendin û peyamek ji nûnertiyê re bê radestkirin, ne tenê ev, dê li Kurdistanû Ewropayê jî xebat bên meşnadin. Her wiha Rojên Jînerjiyê yên şehîd Nagîhan Akarsel di 4’ê Cotmehê de li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê lidarxistin. Dê di Rojên Jînerjî de Kurtejiyana Nagîhan Akarsel dê werê pêşkêşkirin, perfermansa ‘Ez Nîsan im’, dengbêjî, helbesta ‘Jina Kurd’, çîrokên xwebûnê, şanoya ‘Jin Jiyan Azadî’ û berhemên koma Elefterya tên pêşkêşkirin. Hêjayî gotinê ye heman çalakî li Kobanê, Şehba, Tebqa, Minbic, Heleb û Dêrikê jî  di navbera 2 û 4’ê Cotmehê de tên lidarxistin.”

Dê ji bo bîranîna Akarsel li Helebê pirtûkxane bê vekirin

Zehrîban Hisên a bal kişand ser xebatên Nagîhan Akarsel a ji bo vekirina pirtûkxaneyên jinan wiha pêl da axaftina xwe: “Weke tê zanîn, xewn û xeyala şehîd Nagîhan Akarsel bû ku pirtûkxaneyekê bi hest, pênûs û ramanên jinan li Silêmaniyê bê vekirin. Beriya ku şehîd bikeve, ev xebat dida meşandin. Ev xewn piştî şahadeta wê pêk hat û pirtûkxane li Silêmaniyê hat vekirin. Niha jî di yekemîn salvegera şehadeta Nagîhan Akarsel de dê li Helebê pirtûkxane bi navê wê bê vekirin.”

Bi vegotina Akarsel enerjiya jin: Jînerjî  

Zehrîban Hisên di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser gotina ‘Jînerjî’ û wiha şîrove kir: “Gelek vegotinên şehîd Nagîhan Akarsel hebûn, yek ji wan gotinan Jînerjî ye. Jînerjî tê wateya enerjiya jin. Di nav vê enerjiyê de hevdu hîskirin û fêmkirin heye. Li cem şehîd Nagîhan ev yek peyda dibû ku bi rastî wê ji derdora xwe fêm dikir, hez dikir û hîs dikir ku çi jiyan dikin. Di nava şoreşê de ev yek girîng e ku ta çi astê mirov ji hevdu hîs bike. Ji bo bîranîna wê me ev gotin a herî guncav dît ku bibe sernavê çalakiyên me.”

‘Hebûn, xwebûn û zanebûna xwe biparêzin’

Zehrîban Hisên di dawiya axaftina xwe de xwest ku van peyaman bigihîne jinan: “Banga min ji bo hemû jinan taybet ên zane û pêşeng ew e ku xwedî li Nagîhan Akarsel derkevin. Em dixwazin ku jin li her derê dema ku pêşengiyê bike, kar û xebat bide meşandin, bê tirs û bêyî ku xeterî li ser hebe jiyana xwe dewam bike. Her wiha ku jin bi rehetî karîbin hest û fikrên xwe parve bikin. Tişta ku şehîd Nagîhan ji her jinek dixwest ew bû ku hebûn, xwebûn û zanebûna xwe biparêze.”