TJK-E: Em di pêkanîna Şoreşa Jinê de kilît bûn

TJK-E di encamnameya 7’emîn a kongreya xwe de, diyar kir ku bingeha rojeva wan tecrîd e û wiha got: “Kongreya bi biryardarî û plansaziyeke berfireh a ji bo pêkanîna şoreşa jinê, pêkanîna azadiya gelê Kurd hat lidarxistin.”

Navenda Nûçeyan- Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) encamnameya 7’emîn Kongreya xwe ya ku di navbera 30'ê Hezîranê û 3'ê Tîrmehê de, bi beşdariya jinên ji 4 parçeyên Kurdistanê, 7 welatan cuda û komên xwedî baweriyên cuda pêk anî, eşkere kir.

Kongreya ku bi dirûşma “Em bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve dimeşin” hat lidarxistin, diyarî Evîn Goyî ku di 23'ê Kanûna 2022'an de li Parîsê hat qetilkirin, hate kirin.

TJK-E di encamnameya weşand de, diyar kir ku di kongreyê de îdiaya pengava “Em bi Jin Jiyan Azadî re ber bi Şoreşa Jinê ve dimeşin" bi rêbazên demdirêj û bi bandor bimeşînin derket pêş û hat diyarkirin ku tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo rojeva wan a bingehîn e.

‘Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Apo rojeva me ya bingehîn e’

Tevahiya Encamnameya kongreyê wiha ye:

"Di kongreya me ku îdiaya "Em bi Jin Jiyan Azadî re ber bi Şoreşa Jinê ve dimeşin" ku beriya demekê me da destpêkirin, bi rêbazên demdirêj û bi bandor bimeşînin derket pêş de, tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo weke rojeveke bingehîn hatiye nirxandin û tecrîda li ser Ocalan weke destpêka polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd hatiye destnîşankirin. Hat ragihandin ku jinên Kurd hînî vê polîtîkayê nebûne, wê hîn nebin. Dilsoziya rast a bi Rêbertî re bi wê yekê dibe ku rast fêhm bike û bi cih bîne. Serkeftinên paradîgmaya Rêbertiyê derket holê, hemû cîhanê bi hêviya şoreş û azadiyê tijî dike. Ji bo me nebe nabe, ku em di sala 25'an de sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê parçe bikin û azadiya fizîkî ya Rêberê xwe misoger bikin. Em TJK-E misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêber Apo ji bo xwe weke pirsgirêka hebûnê dibînin lewma di çarçoveya pêngava 'Dem dema azadiyê ye' karên ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertî dikin karê xwe yê bingehîn. Li ser vê bingehê di kongreya me ya 7'emîn de biryar hat dayîn ku heta misogerkirina azadiya fizîkî, têkoşînê hîn bêhtir radîkal bikin. Her wiha ji bo feslefeya azadiyê ya Rêber Apo bigihîjînin jinên Kurd, li ser bingeha zanekirina civakê û mezinkirina rêxistiniya jinan, plansaziyên şênber hatine danîn.

Berxwedaneke fedaî hat nîşandan

Yek ji rojevên bingehîn ên kongreyê jî têkoşîna li dijî sîstema faşîst a AKP-MHP'ê bû işaret bi êrîşên par ên rejîma AKP-MHP'ê yên li dijî jin û gelê Kurd, bi taybetî jî êrîşên befireh ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi çekên kîmyewî û qedexekirî hatin kirin. Di kongreya me ya 7'emîn de li dijî êrîşên dagirkeriyê û polîtîkayên rejîma faşîst a AKP-MHP'ê yên dijminatiya li jinan, tesbîtên girîng hatine kirin û îdiaya ji bo mezinkirina têkoşînê hatiye destnîşankirin.

Şoreşa Jinê

Yek ji rojevên bingehîn ên kongreya 7'emîn jî rojeva “Bi Jin, Jiyan, Azadî em ber bi Şoreşa Jinê ve dimeşin” bû. Di kongreyê de hatiye destnîşankirin ku çeperên azadiyê yên heyî dikarin bi şoreşa jinê tacîdar bikin û biryardariya li ser pêngavê hatiye destnîşankirin. Lewma biryar hatiye dayîn ku pêngav li qada civakî, hemû qadên ku tevgera jinê lê belav bûye û têkiliya bi qada gerdûnê re bê xurtkirin, ji bo vê jî derfet bên seferberkirin û têkoşîna vê yekê bi israr, bi biryar û bi bandor bê meşandin.

Şoreşa Jinan gerdûnî bû

Weke TJK-E wan ji xwe re kirine berpirsyariya herî bingehîn ku asta îdeolojîk, tecrubeya pratîkî û asta rêxistinî ya jinên Kurd li nava jinên ji her gelî bê belavkrin, li dijî sîstema baviksalar bikin bingeha têkoşînê û wiha hat gotin: "Lewma ji bo formula ‘Jin, Jiyan, Azadî' bi rêbazên afirîner ên veguherandin û yekitiyê bigihîjînin jinan hemûyan, me biryarên stratejîk girtin. Ji Kurdistanê heta bi Abya Yala, ji Rojhilata Navîn heta bi Asyayê ji bo danîna sîstema konfederal a jinan, ji bo xweparastin û xwerêvebirina jinan, me ji xwe re kir yek ji armancên bingehîn ku karekî hevpar bi jinên cîhanî re bimeşînin.

Pêdivî bi guhertineke bingehîn heye

Derbaskirina zîhniyet û pêkhatina çandî ya civaka desthilatdar, zayendperest, hiyerarşîk, pênasekirina pirsgirêkên ku em dijîn, pêşxistina rê û rêbazên ji bo derbaskirina vê tenê bi xebatên perwerdeyê pêkan e. Kongreya me ya 7'emîn pêngava “Em bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve dimeşin” li ser bingeha seferberiya perwerdeyê weke karekî esasî dinirxîne.

Em tevgerek civakî ne

TJK-E tevgereke civakî ye, herî zêde ji bo jinan nasnameyeke rêxistinî ye. Li ser bingeha karên me yên avakirinê, hat destnîşankirin ku her herêm li gorî şert û mercên xwe yên şênber rêxistiniya xwe li ser bingeha biryarên hevpar ên hêzên xwecihî bi îradeyeke hevpar bixe pratîkê.

Seferberiya rêxistinbûnê

Wek TJK-E li ser bingeha paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadîparêziya jinê xwe dispêrin sîstemeke ku hişmendî, ked, huner û hêza jinê kiriye bingeha civakîbûna Kurd û hat destnîşankirin ku di kongreyê de pirsgirêkên pratîkî li gorî vê heqîqetê hatine nirxandin. Bi berdewamî hat gotin ku seferberiya rêxistinî ya ku di kongreyên beriya niha de dabûn destpêkirin, ji bo dema nû weke karekî daîmî hat nirxandin. Bi dirûşma “Divê her jin bi rêxistin bike, xwe bi rêxistin bike” ji bo rêxistiniya jinan ji malan heta tax û bajaran bê xurtkirin, biryarên şênber hatin girtin. Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku di kongreya 7'emîn de biryar hatiye dayîn karên avakirinê bi ruh û rêbaza seferberiyê bên meşandin.

‘Derfet û hêza me heye ku serkeftinên mezintir tevli pêvajoya nû bikin’

Di dawiyê de jî ev hat gotin: "Kongreya me ya 7'emîn a TJK-E'yê ku di demeke dîrokî de hat lidarxistin, bi biryardarî û plansaziyeke berfireh a ji bo pêkanîna şoreşa jinê, pêkanîna azadiya gelê Kurd hat lidarxistin. Ji bo serxistina vê pêvajoya têkoşîna dîrokî ya ku rêveçûna dîrokê biguherîne, biryardariya xwe nîşan da. Pêvajoya derbasbûyî careke din nîşanî me da ku bi têkoşîneke ji eşq, kelecan, hezkirin, bawerî û biryardariyê bi ser dikeve. Derfet û hêza me heye ku serkeftinên hîn mezintir tevlî pêvajoya nû bikin. Li ser vê bingehê, li ser bingeha îdeolojiya azadiya jinê em bi ruh û aqilê hevpar têkoşînê mezin bikin, bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi şoreşa jinê ve bimeşin."