'Dê jin deriyê wekhevî û azadiyê vekin'

Dilxwaza EŞÎK’ê Ozgul Kapdan, bal kişand ku newekheviya zayendî ya li Tirkiyeyê gihîşt xala dijmînatiya jinan û wiha got: “Dê jin deriyê wekhevî û azadiyê vekin.”

ROJDA KIZGIN

Navenda Nûçeyan – Foruma Aborî ya Cîhanê (World Economic Forum-WEF) rapora xwe ya dawî ya Newekheviya Zayendî ya Kûrewî ku ji sala 2006’an ve her sal amade dike, di meha Hezîranê de weşand. Di rapora Newekheviya Zayendî ya Kûrewî ya sala 2023’an de, Tirkiyeyê di nav 146 welatan de di rêza 129’an de cih girt. Di rêza dawî de jî Afganistan heye. Çad, Cezayîr, Îran û Pakistan li pey Afganîstanê ne.

Wekheviya zayendî hat xala rawestandinê

Tê texmînkirin ku newekheviya zayendî ya kûrewî ku bi pêşketina ji sedî 0,3 hatiye tomarkirin hat xala rawestandinê, di nava 131 salan de dikare bê derbaskirin. Di raporê de guhertina newekheviya zayenda civakî di 4 beşên sereke yên wek "Beşdarbûn û derfeta aborî", "Destkeftiyên perwerdehî", "Tenduristî û li jiyanê mayîn" û "Erkdarkirina siyasî" de jî hat pîvankirin. Li gorî vê; Tirkiye di endeksa tevlibûna aboriyê û derfetên wekheviya di navbera zayendan de di rêza 134'an de, di endeksa wekheviya zayendî ya di asta perwerdeyê de di rêza 101'an, di wekhiya zayendiya tevlibûna siyasetê de di rêza 112'an de, di endeksa hevsengiya zayendan di tenduristiyê û dema jiyanê dipîve de jî di rêza 99'an de cih girt.

Weke ku di vê endeksê de tê dîtin, li Tirkiyeyê jî newekheviya zayendî di hemû qadên jiyanê de her ku diçe li paş dikeve. Dilxwaza Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê (EŞÎK) Ozgul Kapdan ku ji sala 2003’an û vir ve di nava tevgera jinan de cih digre, newekheviya zayendî ya li Tirkiyeyê nirxand. Ozgul Kapdan, diyar kir ku di hemû nîşaneyên wekî azadiya çapemeniyê, newekheviya jin û mêr û mafên LGBTI+ de zêde kêmbûn heye û wiha got: "Mewzûya em li ku derê kîjan pîvanê ne, bi rastî pir bi êş e.”

'Dînamîkek mezin a ku xwedî azadiyê derdikeve heye’

Ozgul Kapdan, anî ziman ku li Tirkiyeyê dînamîkek pir mezin a birêxistinkirî û bêrêxistinkirî bû ku xwedî li wekhevî û azadiyê derdikeve heye û ji vî alî ve di îşaret û pîvanan de bê nihêrîn û axaftin û wiha got: "Ji ber ku temînata sereke ev e, çavkaniya sereke ev e. Divê binê gotina “Pêwîst e bi hêvî bin” bivê yekê were tijekirin. Li Tirkiyeyê gelek jinên ku di hişmendiya di civakê de hurmet, wekhevî, azadî û jiyana ku heq dikin de ne hene. Ez vê yekê ji bo her beşa civakî dibêjim. Ev tiştekî pir girîng e. Ji ber vê yekê divê em bi hev re binirxînin."

'Dê jin deriyê wekhevî û azadiyê vekin'

Ozgul Kapdan, diyar kir ku bawer dike dema bi rengekî rê vebe dê jin deriyê wekhevî û azadiyê vekin û wiha got: “Dema ku jin mifteyê digrin destên xwe, her tişt dikare biguhere û em dikarin van pîvanan serûbin bikin. Ez bi vê bawer im. Newekhevî li aliyekî, fêrî newekhevî tiştek çawa ye dibe. Niha dibe ku beşek pir zêde ya civakê li ser xala “Kî ye ev LGBTI+” û “mirovên çawa ne” be lê li aliyê din pêvajoyek ku difikire LGBTI+ mirovên wekî min û te jî tê jiyîn. Zilm û tundiya di jiyana me ya rojane de me neçarî fêrbûne dike, neçare birêxistinbûnê û neçarî mayîna bi hev re dike.”

'Em di pêvajoya hilbijartinê de rastî tundiyek topyekûn hatin'

Ozgul Kapdan bal kişand ser hilbijartinên giştî yên ku di 14’ê Gulanê de hatin kirin û pêvajoya hilbijartina serokomariyê ya li Tirkiyeyê û wiha axivî:

“Em rastî tundiya topyekûn hatin. Tundiya fizîkî û zextên li ser sindoqan jî bûn mijara gotinê. Hemû kesên ku dikarin li cîhanê cuda binêrin û bi nêrîneke mirovîtir li ser mafan bifikirin, bi taybetî jî jin rastî tundiyeke mezin a derûnî hatin. Berdewamiya vê bi awayekî cuda tê. Ez wekî kesekî nêzî salên 60 dibêjim. Min di beşeke girîng a zaroktiya xwe de, li bajarekî piçûk ê Behra Reş ku piştî sala 1965’an de pêvajoya 15-20 salan de jin û mêr dest bi dest bi hev ra dilîstin hatim dinê û mezin bûm. Niha tiştek wiha nîn e. Mewlûd li ser dawetan hat zêdekirin. Berê li ser cenazeyan bû. Bi rengekî, hin rîtuel û pejirandinan bi cih bûn. Dawetên ku jin û mêr ji hev cuda tên rûniştin, tên pêkanîn. Ez mêrê pîr ê Sakaryayê ku digot: ‘Cilên kurt li xwe neke, ez tehrîk dibim’ ji bîr nakim. Pir tê asayîkirin. Tişta xeternak ew e. Di tevgera jinan de demeke pir dirêj otokontrol heye. Pêvajoyeke ku em dikarin bibêjin lîberalbûn heye. Pîvana xeternek ev e. Aliyê nêyenî ya zextê û xala em hatin ev e.”

'Divê rêxistinbûna jinan bê mezinkirin'

Ozgul Kapdan, da zanîn ku divê rêxistinên jinan û saziyên sivîl çawa li hemberî zext û cudakariyên bi vî rengî tevbigerin, mijareke berfireh e û bi kurtasî wiha axivî:

“Divê rêxistinbûna jinan xwe mezin bike. Em heta radeyekî vê yekê li EŞÎK’ê dijîn. Ji her beşên civakê, ji her temenî, ji her koma perwerdeyê gelek jin dikarin bi hev re hilberînin. Carna dibe ku ji bo me hinekan nexweş be û pêvajoyek e ku gelek tengasiyên an jî em dikarin bibêjin ‘ne pewîst e em çima diaxivîn’ e. Di şert û mercên welatekî wiha de bi hev re bûn ne ewqas hêsan e. Lê ji aliyê din ve, di EŞÎK’ê de enerjiya têkoşînê ya navxweyî ya pir hişmend û naskirî heye. EŞÎK şewazek rêxistinê ya berfireh e, em bêyî ku bibêjin rêxistinek sîwan ne yan jî platformek e ji bo armancek hevbeş derketin rê. Ne bê zanebûn lê dikare modelên xebatê yên berfireh bi pêş bixe. Ji çar aliyên Tirkiyeyê hatine cem hev û rû bi rû hevdîtin kirin ji aliyê aborî ve ne mimkûn e. Beguman hin zehmetî û sînorên hevdîtina li ser Zoomê û têkilîdanîna li ser Whatsapê heye. Tevî van hemûyan jî enerjiya wan a têkoşînê bi hev re heye. Zêdekirina cihêrengiyê li hemû qadên sivîl û veguhestina cihêrengiyê divê bê qebûlkirin.”

'Em di ferqê de ne ku çi paşve diçe’

Ozgul Kapdan destnîşan kir ku pêvajoya ji sala 2010'an û vir ve bi gotina "jin û mêr ne wekhev in" dest pê kiriye berdewam dike û wiha axivî: "Jin êş dikşînin. Ev çend sal in bi awayekî cidî canê me diêş e. Em di her pêvajoyê de hinekî din paşve diçin. Lê yek cudahiyek me heye tevgera jinê dizane ku çi paşde diçe û çi ji destê me tê girtin. Em dizanin ku em çi winda dikin. Ev tiştekî girîng e. Em niha dikarin winda bikin, hêza me heye ku em ya hin baştir bi axaftin û lihevkirinê ava bikin. Hêz û enerjî ya ku dê van pîvanan berovajî bike ev e.”

'Newekhevî hat xala  dijmînatiya jinê’

Ozgul Kapdan destnîşan kir ku newekhevî bi gelek şewazan xwe dide der û ev mînak bi bîr xist:

“Ev bi gelek şewazên pir cuda çêbû. Hat gotin, 'Zarokek 9 salî dikare bizewice' û hat gotin, 'Bila jin kar negerin, ji ber vê mêr bêkar dimînin'. Li gorî daneyên saziyên sivîl berhev kirine, ji sedî 80’ê jinên hev berdayî tên qetilkirin. Lê belê, tu jin vala vala hevjinên xwe bernadin. Di encama tundiyê de ev zewac tên qonaxa hevberdan e. Hewl didin bi neqekayê zehmet bikin. Qedexeya kurtajê qonaxeke krîtîk bû. Axaftina qedexeya kurtajê bi serê xwe bes bû ku hin mekanîzma vegerin. Hem li cîhanê hem jî li Tirkiyeyê jî zehmet e. Pêvajoya ku em piştre dijîn qedexeya kiryara kurtajê. Ev jî xwedî bandoreke civakî ye. Tu garantî tune ku jina ku bixwaze kurtajê bike were kuştin an ne! Ji ber vê îhtîmalê jin hewildana kurtajêbûne nakin an jî bi dizî dikin. Di navbera salên 2014 û 2020'an de hejmara jinên ku ji bo kurtajê piştgiriyê dixwazin zêde bû. Bi gelemperî li nexweşxaneyê xizmeta pêwist tê girtin. Gelek serlêdan ji me re dihat. Niha belkî ew serlêdan jî nayê girtin. Em dijmînatiya jinê bi mezin kirine nabêjin û bi awayekî cidî ber bi xala "jina ku îtat nake sêrbaz e û qetilkitina wê vacîp e” diçin.”

Ozgul Kapdan, da zanîn ku rojê herî kêm 3 jin tên qetilkirin û ji sala 2009'an û vir ve ev dane tê veşartin û wiha got: "Bi rastî jî pir zehmete ku mirov fêmbike ger rojê 3 jin tenê ji ber jin in bên kuştin, ev yek weke yek ji pirsgirêka herî girîng a welat nayê axaftin. Li rojê qetilkirina jinek tê wateya salê qetilkirina 360 jinan. Ger ev jin di heman demê de bihatana qetilkirin, dê bi salan şîn bihata îlan kirin!.”

‘Bernameya qutbûna ji cîhanê berdewam dike'

Ozgul Kapdan, anî ziman ku Peymana Têkoşîna li Dijî Cudakiriya Her Curî ya dijî Jinan (CEDAW) ku di sala 1985'an de ji aliyê Tirkiyeyê ve hat îmzekirin, mekanîzmayên têkoşîna li dijî fikra newekheviyê dihewîne, diyar kir ku bi pêşketina tevgera jinan re hin mekanîzmayên wekheviyê ji aliyê raya giştî ve hatine afirandin, lê pêvajo hate qutkirin û CEDAW hate jibîrkirin. Ozgul Kapdan, diyar kir ku di vê pêvajoyê de CEDAW’ê jî di bin xeteriyê de ye û wiha axivî:

“Pêvajoya qutbûna ji qanûnên mafên mirovan ên cîhanê ne tiştekî ku ji bo memnunkirina çend tarîqatan tê kirin e. Ev xelet e. Ev bernameyek e û ji sala 2002’an vir ve di meriyetê de ye. Ji bo Tirkiyê bernameyeke siyasî ye ku ji hiqûqa navneteweyî dûr bikeve û derbasî hiqûqa piralî bibe. Lê di sala 2008’an de dema ku pergala 4+4+4 di perwerdeyê de hat destpêkirin sînyala vê hat dayîn. Di bernameyê de beşek girîng bû ku Diyanet were xurtkirin û tev li qada civakî bû. Lê mixabin, ji ber hin pirsgirêkên ku di nav xwe de ne, ev yek bi tevahî di aliyên dijber de nehat nîqaşkirin. Em di serdemekê de dijîn ku yên ku peyva laîktiyê bi kar dianîn dihatin şermkirin.. Hem laîkbûn hem jî wekhevî rêgezek gerdûnî ye.”

'Divê hemû mafên wekhevî û azadiyê bên parastin’

Ozgul Kapdan, diyar kir ku bi ferzkirina makezagona ku ji civakê re bi gotina “ji hicabê re azadî” tê pêşkêşkirin re rû bi rû ne û wiha got: “Em li qonaxeke gelekî xeternak de ne. EŞÎK gelek caran niyeta sereke ya ku der barê guhertina makezagonê de tê kirin got. Hêvîdar im parlamento piştgiriyê nede û bikeve xema ku dê jiyana hemû jinên bê hicab û bi hicab jehrî bike. Di mecliseke ku ji sedî 80 mêr in û beşeke girîng a vê bi wekheviya jin û mêr bawer nake, karê me zehmet e lê em neçar in bi ser bikevin."

Ozgul Kapdan ku peyama  divê hemû wekhevî û azadî bên parastin da û wiha axivî: “Wekhevî û azadiya jinê hemû kesab eleqedar dike. Qutbûna ji vir tê wateya civakek ku kêfxweş nîn e, tê wateya Îran û Afganistanê. Ji ber vê yekê divê em bêyî ji yekbûnê qut bibin, li dijî her cure kedxwariyê rawestin."