Qutkirina ava Firatê xeteriyên aborî û jiyanî bi xwe re tîne

Qutkirina ava Firatê ya ji aliyê dewleta Tirk ve êdî veguherî nexweşî û qeyrana aborî ya ku berbiçav xuya dike. Ji ber çandiniya ku gelê herêmê bi salan e debara xwe pê dike edî ber bi tunebûnê ve diçe, gel ji vê rewşê gelekî bi fikar in.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM

Minbic- Jinên gundên Minbicê yên ku li kêleka çemê Firatê dijîn, bertek nîşanî qutkirina ava Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve dan û diyar dikin ku edî ji ber kêmbûna avê bîr jî zuha bûne û ji ber ku êdî pampên avê nikarin veguhezînin gundan ji bo ava vexwarinê bi bîdonan kîlometreyan dimeşin. Qutkirina avê bandora xwe herî zêde li ser çandiniyê dike. Gelê herêmê ji ber ku ax bê av dîmîne êdî nikarin tiştekî biçînin ango ava heyî têr nake ev jî qeyrana aborî bi xwe re tine.

‘Qutkirina avê bandorê li ser aboriyê jî dike

Emûna El-Hesînû ya li gundê Qişla Yusif Paşa li Başûrî bajarê Minbicê yê li ser rûbera çemê Firatê dikeve nêzî bendava Tişrînê li Bakûr Rojhilatê Sûriyeyê dijî, der barê qutbûna ava vexwarinê de wiha dibêje: “Ji bilî bêhna nexweş ku gelek nexweşiyên wek Leishmaniasis û kolêra li gund belav kirine, pirsgirikên kêmbûna ava çemê Firatê zêde bûne. Pampa heyî avê li 7 gundên derdorî bendava Tişrînê belav dike lê ji ber kêmbûna avê li gundên din niha av li 15 gundan belav dikin û bar lê giran kiriye û êdî av têra hemû gundan nake her deh roj carekê û tenê du saetan tê.”

Emûna El-Hisênû diyar kir ku siyaseta Tirkiyeyê ya dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şer daye destpêkirin şermezar kir û destnîşan kir ku birîna avê li gorî zagonan û peymanên navdewletî sûcekî li dijî mirovahiyê ye û wiha got: “Tirkiyeyê şerê me dike ava çemê Firatê li ser me dibire, ev jî bandorek neyênî li jiyana me dike. Bi taybetî di hemû waran de bi taybetî ya aborî de hemû bajarên herêmê çandiniya xwe li ser ava Firatê ye. Gundên derdorê bendavê ji ber ku berhemên havînê ji ber kêmbûna avê xirab dibe niha tenê berhemên zivistanê tenê diçînin.”

‘Rewşa gelê heremê ber bi xerabûnê ve diçe’

Rûberên zêde ji zeviyên çandiniyê êdî nayên çandin û gefê li rêbazên jiyanî yên rêjeyek mezin ji gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê yên li ser çandiniyê dikin dixwe. Gelek îstastyonên ava vexwarinê yan çandiniyê li gelek herêmên hatine rawestandin. Her wiha ava bin erdê jî zuha bûye, rûberên kesk li herêmên derdora çem nemane û saetên elektrîkî kêmbûne neyênî bandor li hawirdorê dike.

Raciha El-Fewaz gazinan ji kêmbûna ava Firatê dikin û wiha dibêje: “Ji ber kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê em bi rêbazên permetîv ku berî bi dehan salan ve me bi kar dianî niha bi kar tînin. Bêyî bê fîltrekirin em avê dixin koz û konên avê hildidin ser piyên xwe û tînin, an bi tankeran û otombîlan tînin. Êdî bertekên gel zêdebûne û ger birîna avê berdewam bike rewşa gelê herêmê dê xirabtir bibe.”

‘Kêmbûna avê nexweşiyan belav dike’

Emûna El-Hedêdiyê ya 70 salî jî wiha axivî: “20 salan in ava çemê Firatê zêde bû bi destpêka avakirina Bendava Tişrînê û me li rûbera çem jiyan. Di vê demê me av li ser piyên xwe hildigirt. Ev bi rojan e em ava bîran a bi xweyê bi kar tînin. Her du keçên min kîlomîtroyekê rojane derbas dike ava vexwarinê ji çema Firatê tîne. Kêmbûna rêjeya avê qirêjiyan tê de kom dike ku av qirêj dibe û nexweşî belav dibin.”

Çema Firatê ji zêdetirî du salan ve kêm dibe, piraniya stasyonên pampekirina avê li bendava Tişrînê rawestîne, bendav bûye geliyên biçûk û golên avê ku nexweşiyan û kolêra belav dikin. Ev jî bandor li beşa çandiniyê jî kiriye ku gef li ewlekariya herêmê dixwe.