TJA'yê li Merdînê 'Atolyeya Xwendinên Heqîqetê' li dar xist

Di pêşengiya TJA'yê de li Mêrdînê di çarçoveya kampanyaya "Deng bide Azadiyê " "Komxebata Xwendinên Heqîqetê " hat lidarxistin.

Mêrdîn- Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanyaya “Deng bide Azadiyê” de li tesîsekî gundê Xursa navçeya Qosera Mêrdnê “komxebata xwendinên heqîqetê” li dar xist. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, nûner û rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), aktîvîstên TJA’yê, Parlamentera Mêrdînê Saliha Aydenîz û gelek kes tev li komxebatê bûn. Komxebata bi daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê hatiye li dar xistin, bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. 

Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz bal kişand ser tecrîda girankirî û anî ziman ku fikr û ramanên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan belavî tevahiya cîhanê bûne, her kesek ji bo azadiya Ocalan di çalakiyê de ye û wiha got: “Divê em fikrên Rêberê Gelê Kurd zindî bigirin.” 

Salîha Aydenîz “Meşa Azadiyê ya bi daxwaza azadiya Ocalan hatiye kirin bi bîr xist û diyar kir ku çareseriya pirsgirêkan li Îmraliyê ye û got ku divê deriyên Îmraliyê werin vekirin. 

Piştî axaftinan nivîsên ku ji pirtûkên Abdullah Ocalan hatine komkirin, wek kurdî û tirkî hatin xwendin. Komxebat bi berzkirina dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.