Li Hindistan û Bangledeşê hejmara kesên ji ber lêhiyê mirin zêde dibe

Li Hindistan û Bangledeşê bahoza Remel ya bi bandor rê li ber lêhî û şemitîna erdê vekir. Hejmara kesên di lehiyan de jiyana xwe ji dest dane bû 55 kes.

Naveda Nûçeyan - Li Hindistan û Bangledeşê bahoza Remel ya bi bandor bû sedemê lêhî û şemitîna axê. Der barê bahoza Tropîk de rayedarên eyaleta Mizoram ya Hindistanê diyar kir ku 40 kesan jiyana xwe ji dest dane, ji ber bahozê mal û bînesazî xisar dîtine.

Li Bangledeşê di giştî welat de hate ragihand ku ji ber bahoza bi hêz hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihaye 15 kesan. Ji ber bahozê li Bangledeşê zêdeyî 800 hezar kes veguhestibûn cihên bi ewle. Li Hindistanê jî ji ber bahoza navxweyî û barana dijwar a rê li şemitîna axê vekir, hatibû ragihandin ku di kana hilweşiya de 15 karkeran jiyana xwe ji dest dane.