TJA ji bo tevlibûna mitinga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang kir

Di 4'ê Çileyê de bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mitînga "Hêvî û Azadiyê" bê lidarxistin. TJA banga tevlibûna mitingê kir û got: “Werin em bi hev re bin û wekî lehiyê biherikin meşa azadiyê."

Wan – Di 4'ê Çileyê de ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk ve li Amedê bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mitînga "Hêvî û azadiyê" bê lidarxistin. Derbarê mîtîngê de Tevgera Jinên Azad (TJA) li Baroya Wanê civîna çapemeniyê li dar xist. Ji bilî aktîvîstên TJA'yê, pêkhateyên Platforma Jinan a Wanê, Komeleya Jinan a Star, Kooperatîfa Jinan, Meclîsa Dayikên Aştiyê û rêxistinên demokratîk beşdarî civînê bûn. Metna bi kurdî a daxuyaniyê ji hêla aktîvîsta TJA'yê Felek Erdem, metna tirkî jî ji hêla aktîvîsta TJA'yê Hatîce Oktay ve hat xwendin. 

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:  

"Weke jin em di 4’ê Çileyê de li Amedê ji bo Rêber Abdullah Ocalan dimeşin ku pirsgirêka hebûna Gelê Kurd gihand asteke herî jor û ber bi azadiyê ve bir û ji bo Gelê Kurd bû ronahiya hêviyê.

Rêber Abdullah Ocalan ku di her firsetê da banga çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurdan dike, tekane muxatabê çareseriyê ye. Em ji dewleta ku pergala tecrîdê ya Îmraliyê didomîne û ku hiqûqa xwe jî tune dihesibîne û bi belavkirina demê re çaresernekirinê li ser me ferz dike re dibêjin; Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya me ya jin û gelan e. Rêya çareseriya li ser heqîqetê ew e ku pergala tecrîdê ya Îmraliyê bi temamî ji holê bê rakirin. Ji bo me jinan pîvana demokratîkbûnê azadiya Rêber Abdullah Ocalan e. Pêkanîna şert û mercên azadiya rêberiya me dê rê li ber demokratîkbûn û aştiyê veke.

Ji bo Rojhilata Navîn a ku bûye qada pirsgirêka netewedewletan û ji nû ve tê dizaynkirin, paradîgmaya ku ji aliyê  Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye pêşkêşkirin ji bo jin û neteweyên bindest, girîng e. Rêber Abdullah Ocalan ku divê bi azad tevbigere û di rola xwe ya aktorê sereke de bigihîje şert û mercên xebatê, aktorê herî bingehîn e ku dê aştiya mayînde ya Rojhilata Navîn jî misoger bike. Li ser vê em bang li dewletê dikin ku daxwaz û pêdiviyên edaletê pêk bîne.

Wekî lehiyê biherikin meşa azadiyê

Li gorî biryarên binpêkirinê yên ku di çarçoveya 'Mafê hêviyê' de hatine dayîn, divê Tirkiye rêziknameyên qanûnî yên ku dê guhertinên binyadî çebike pêşkêş bike û di vê çarçoveyê de divê demildest mekanîzmayên ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan misoger bike, ava bike.

Em jin bi şaristaniya dewletê re di bin zexta şer, xizanî û zordariyê de me sedsal wenda kir. Me bi perspektîf û têkoşîna Rêbertiya xwe dest bi lêgerîna azadiyê kir û got 'Pirsgirêka jinan yek ji pirsgirêkên herî girîng e'. Me azadiya xwe ji azadiya civaka xwe cuda nekir. Lê em dizanin ku azadiya me tenê bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan pêk tê. Niha dem hatiye ku Gelê Kurd pirsgirêka hebûnê derbas kiriye; Dem dema bi rêbertiyeke azad re bi hevrebûna civakeke azad e. Ji bo serkeftina pêvajoya aştî û civaka demokratîk, çekirina qanûnên aşitî û azadiyê û pêkanîna prensîba mafê hêviyê hewcehiyeke serekeye.

Li ser vê bingehê em hemû jinên Kurdistanê vedixwînin mîtînga Hêvî û Azadiyê ku di 4’ê Çileyê de dê li Amedê bê lidarxistin. Werin em bi hezaran jin di korteja xwe de bi hev re bin û wekî lehiyê biherikin meşa azadiyê."

Civîna çapemeniyê bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.