Kongra Star li gelek bajaran qetilkirina Şîrîn Oso şermezar kir

Kongra Star, li 4 bajar û 2 navçeyan qetilkirina jina ciwan Şîrîn Oso şermezar kir û li dijî tundî û qetilkirina jinan banga hesabdayînê kir.

Navenda Nûçeyan – ,Jina ciwan Şîrîn Oso ya 19 salî, li mala xwe ya li gundê Aşkan Xerbî ya girêdayî navçeya Cindiresê bi guleyan hate qetilkirin. Li ser bedana jina ciwan şopên derb û îşkenceyê hatin dîtin. Kongra Star, li Hesekê, Zirgan, Şedadê, Êrişa, TilTemir û Dirbêsiyê der barê qetilkirina Şîrîn Oso daxuyanî da û bûyerê şermezar kir. 

Hesekê 

Kongra Star a bajarê Hesekê, li ber navenda xwe a taxa Nasra ya bajarê Hesekê der barê bûyera qetilkirina jina Ciwan Şêrîn Oso de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de parêzer û hevserokê jin yê saziyên Civaka sivîl û Kongra amade bûn. Daxuyanî ji aliyê Rêvberiya Kongra Star a bajarê Hesekê Beyan Xelîl Osman ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Em bi hêrseke zêde sûcê hovane û bipergalî ya li dijî jina ciwan Şirîn Osî ya li bajarê Cindêresê şermezar dikin. Ev sûc ne tenê qetilkirinel bêserûber e, encama rêze zext, îşkence û neheqiya navmalî ya dirêj a li dijî jinan e.

Şîrîn Oso bi salan rastî tundî û îşkenceyê hat’

Şîrîn Oso, bi salan rastî tundî û îşkenceyê hatiye. Kujerên jinan hertim bi hincetên civakî tên parastin û bêceza tên hiştin. Em wek Kongra Star diyar dikin ku em mêrê ku Şîrîn Oso qetilkir û malbatê wî berpirsyarê bûyerê dibînin. Hemû kesên li dijî sûcên li ser jinan bêdeng dimînin, hevkarên vê sûcê ne.

Em rayedarên ewlehî û dadweriyê yên li Cindiresê hişyar dikin qetilkirinên jinan a bi hincetên ‘namûsê’ ji bo rewakirina sûcê qebûl nekin. Em daxwaz dikin ku cenaze ji hêla komîteyek bijîşkî ya dadwerî ya serbixwe û bêalî ve bê muayene kirin ku delîlên îşkenceya bipergalî ya beriya qetilkirinê werin eşkere kirin. 

‘Em daxwaz dikin ku hemû kesên berpirsyar hesab bidin.’

Em bang li dezgeh û rêxistinên mafên mirovan û navneteweyî dikin ku pêşveçûna lêpirsîn û darizandinan ji nêz ve bişopînin ku piştrast bibin doz lawaz nabe an jî destûr nayê dayîn ku sûcdar di bin zexta eşîrî de an jî bi karanîna kêmasiyên qanûnî yên kevnar bêceza bimîne. Em daxwaz dikin ku hemû kesên berpirsyarê îşkence û qetilkirina Şîrîn Oso hesab bidin.”

Şedadê 

Kongra Star a Şedadê jî der barê qetilkirina Şîrîn Oso de daxuyaniyek da. Daxuyanî li navenda Kongra Star a Şedadê ji aliyê Rêveberiya Kongra Star Menal Elî ve hate xwendin

Jinan di daxuyaniya xwe de wiha gotin: “Em qetilkirina hemû jinan û Şîrîn Oso şermezar dikin. Ev bûyer ne bûyerek destpêkê ye, lê belê nîşana diyardeya berdewam a zewaca zarokan û zêdebûna tundiya li dijî jinan e. Em hemû cureyên tundî û cînayetên li dijî jinan bi awayekî tund şermezar dikin. Em piştrast dikin ku qetilkirina jinan sûcek hovane ye. Jiyana jinê mafekî mirovî ya xwezayî ye û mafê tu kesê nîne ku vê mafê ji destê jinan bigre.  Bêdengiya li hember van sûcan hevkarî ye û çanda bêceazatiyê didomîne.

Em wek Kongra Star daxwazên xwe wiha rêz dikin:

*Parastina yasayî ya rastîn ji bo jinan. 

*Bersiva tund ji bo hemû kesên jinan qetil dikin, rewa dikin an jî vedişêrin. 

*Divê hişyariya raya giştî bê bilind kirin ku rûmet û jiyana jinan nayên nîqaşkirin. 

*Xwedîderketin û piştgiriya jinan ji aliyê derûnî, qanûnî û civakî ve.”

Til Temir 

Daxuyanî li ber navenda Kongra Star a bajarê Til Temir hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Berdevka Kongra Star a Til Temir ve Sena Îsa ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye: “Em bi navê Kongra Star a li Tîl Temirê, sûcê li dijî jina ciwan Şîrîn Oso şermezar û hewildanan nîşandana Şîrîn Oso dawî li jiyana xwe aniyê şermezar dikin. Tundiya li dijî cenazeyê Şîrîn Oso, nîşaneya bêedaletî û bêdengiya civakê ye. Ev doz nîşaneya bêcezatiyê ye. Em daxwaza lêpirsînek cidî û serbixwe dikin ku rastiya bê eşkere kirin û berpirsiyaran hesab bidin.” 

Dirbêsiyê 

Kongra Star a bajarê Dirbêsiyê, bi tevlîbûna bi dehan jinên ji komîn, sazî û rêxistinên jin bi daxuyaniyekî banga hesabdayînê ya berpirsyarên qetilkirina Şîrîn Oso kir. Daxuyanî li ber navenda Kongra Star a Dirbêsiyê, ji aliyê Rêveberiya Kongra Star Fatma Keleş ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Trajediyeke nû mezinbûna êşa mirovan a ku xelkê Efrîn bi salan kişandiye nîşan dide. Jina ciwan Şîrîn Oso piştî ku rastî îşkenceya fîzîkî hat, li mala xwe ya li gundê Aşka yê navçeya Cindirêsê hate qetilkirin. Şîrîn Oso 19 salî bû û 3 sal in zewacandî bû. Ev yek jî balê dikişîne ser diyardeya zewaca zarokan. Tundî, qetilkirin û bêedaletiya li dijî jinan li herêmên Sûriyeyê yên di bin kontrola çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirkiyeyê de zêde dibin û niştecihên bajarê Efrînê di rewşekî bêqanûniyê ya domdar de dijîn. Em qetilkirina Şîrîn Oso û hemû jinan şermezar dikin. Divê mijara qetilkirina jinan mîna mijarek taybet di nava civaka xwe de bê axaftin û divê em hemû berpirsyartiyên xwe yên civakî ya li dijî sûcên jinan pêkbînin.” 

 

Êrişa 

Kongra Star a Navçeya Êrişa, der barê qetilkirina jina Ciwan Şêrîn Oso daxuyaniyek da. 

Îro kongra Star a Nvçeya Êrişa, bi daxuyaniyekî qetilkirina Şîrîn Oso şermezar kir. Di daxuyaniyê de nûnerên jin ên saziyên civaka sivîl û komînan amade bûn. Daxuyanî ji aliyê Berdevka Kongra Star a Navçeya Êrişa Rehef Ebdî ve hate xwendin. 

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em bi awayekî kategorîk hemû cureyên tundî û qetîlkirina li dijî jinan red dikin. Em piştrast dikin ku qetilkirina jinan sûcekî hovane ye û nayê rewakirin. Jiyana jinê mafekî mirovî ya xwezayî ye. Em bêdengmayînê li hember van sûcan, mîna hevkarî dibînin û çanda bêcezatiyê  çanda tundiyê didomîne.

Jina ciwan a bi navê Şîrîn Oso ya ji gundê Aşkan ê gundewarê Efrîn hate qetilkirin. Em vê bûyerê şermezar dikin. Malbat, diyar kir ku Şîrîn Oso di nava şert û mercên dijwar de jiyan kirine û ji aliyê hevjinê ve rastî tundî û neheqiyê hatiye. Em wek jin ji bo tevahî jinan daxwaza parastineke qanûnî dikin. Divê hemû kiryarên jinan hesab bidin û bên cezakirin. Hişyarkirina civakî ku rûmet û jiyana jinan e, ne mijara nîqaşê ye. Bihêzkirina jinan û piştgiriya wan ji aliyê derûnî, qanûnî û civakî pêdiviyek e.” 

Zirgan

Kongra Star a li bajarê Zirganê ya Kantona Cizîrê jî der barê bûyerê de daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Rêvebera Kongra Star Mîliya Mano ve hate xwendin. 

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Em bi tundî sûcên qetilkirina jinan yên ku di bin hincetên namûs, adet û kevneşopiyên civakî û hişmnediya mêrsalar de dubare dibin şermezar dikin. Eetilkirina jinan têkçûna nirxên mirovî, exlaqî û zagonê ye. Qetilkirina jinan ne bûyerekî takakesî ye, sûcekî civakî ye.

Em êdî tundî û qetilkirina jinan qebûl nakin. Jiyana jinê xeta sor e û edaleta ji bo jinan erkek exlaqî û mirovahiyê ye. Em tevahî jin û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dengê Şîrîn Oso ne û em daxwaz dikin ku kujer bê darizandin û dewleta Tirk sûcên xwe yên li dijî jinan rawestine.

Em wek jin bi hev re ji bo rawestandina qetilkirina jinan, pêkanîna edalet, rûmet û mafê jiyanê têbikoşîn.”

Daxuyanî bi dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" dawî bû.