TJA: Em li dora Partiya Çepên Kesk bibin xelek
TJA'yê di belgenameya helwestê ya ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê bê pêkanîn weşand de wiha got: "Em bang dikin ku li dora belgenameya Meclîsa Jinan a Partiya Çepên Kesk bibin xelek.”
Navenda Nûçeyan – Tevgera Jinên Azad (TJA) belgenameya xwe ya helwestê ya têkildarî hilbijartinên Serokomarî û Parlamenteriyê yên ku di 14'ê Gulanê de li Tirkiyeyê bên pêkanîn, weşand. Di belgenameya ku TJA'yê weşand de hat destnîşankirin ku hişmendiya netewdewletê hişmendiyeke ku jinê dîl digire ye û hat diyar kirin ku bi vê yekê re li Tirkiyeyê bi taybetî jî di 20 salên dawîn de, desthilatdariya AKP û MHP’yê ji bo gelan rûxandineke mezin pêk anî.
Di belgenameyê de destkeftiyên jinan ên di 20 salên dawî de hikûmetê hedef girtine hat bi bîr xistin û wiha hat gotin: “Hişmendiya mêr-dewletê bi polîtîkaya tundiyê ya ku berbelav kiriye berpirsa sereke ya bîlançoyên kuştinên jinan ên sîstematîk ên ku her roj zêdetir dibin e. Jinên ku di tevahiya qadên jiyanê de destkeftiyên wan tên xespkirin; rûberî tundî, destdirêjî, desavêtinê û kuştinan dibin; mêrê ku ji aliyê darazê ve tê parastin bi zirxa bêcezahiştinê her ku diçe zêdetir tevahiya qadên jiyanê yên jinan vegirtiye. Tifaqa Cûmhûrê ya ku bi hatina gel hev a partiyên faşîst û paşverû hatiye avakirin jî dijminatiya jinê jixwe re kiriye hevpariya bingehîn. Divê em bizanibin ku, heke ev enî desthilatdariya xwe bidomîne, mafên jiyanê û ewlehiyê yên jinan dê bi tevahî bên xespkirin, di serî de jin, tevahiya welêt dê bikeve serdemeke tarî.”
Di berdewamiya belgenameyê de wiha hat gotin:
“Dîsa israra di polîtîkaya çaresernekirinê ya ku vê pergala rûxîner 20 salan li ser civakê ferz kiriye bûye sedema rûxandineke din a ku bi erdhejê pêk hatiye. Şahidiya me ya hilweşîn û wendahiyên ku di tevahiya dîroka cîhanê de kêm caran bi vê berbelaviyê pêk hatiye çarenûs an jî hilweşîneke xwezayî nîn e; bi tevahî encama van polîtîkayên faşîst ên desthilatdariyê ye. Em dev ji bergiriyên ku jiyanê ji xwe re dikin armanca sereke berdin, li hemberî karesateke bi vî rengî bi sedhezaran mirov kirine mehkûmên bêçaretiyê û qurbaniyên mirinê, yên ku li jiyanê mane jî rûberî nêzikatiyên dermirovî û derwijdanî bûne. Sedema mirina bi dehhezaran mirovan, serobinobûyîna jiyana bi milyonan mirovan, hilweşîna bajaran bi tenê erdhej nîn e; pergala rantê û berjewendiyan a 20 salên dawîn e. Polîtîkayên ku ji aliyê desthilatdariyê ve li pêş tên girtin polîtîkayên jiyînê yên mirovî û xwezapar nîn in; polîtîkayên berjewendiyan in.
Îsrara di polîtîkayên şer de mirinê tîne
Dîsa israra di polîtîkayên şer de her û her bûne sedema mirinan, di serî de tundiya li hemberî jinê, pirsgirêkên civakî yên wek qeyrana aborî, talana xwezayê, qeyrana koçberan ên ku bandoreke mezin li tevahiya civakê kirine afirandiye. Her wiha israra di tecrîdê de jî li ber bi awayekî demokratîk nirxandin û nîqaşkirina pirsgirêkên civakî û kêşeya Kurdan bûye asteng. Ev rewş bi tenê bi girtîgehan sînordarkirî nîn e; bandorê li tevahiya dînamîkên nirxên civakî, jiyana azad û demokratîk dike. Bêguman armanca bingehîn a vê polîtîkayê nasnameya jinê ye. Tehrîbatên ku di encama polîtîkayên şerê taybet de nifşekî ku ji tevahiya nirxên xwe hatiye qutkirin û nasnameyên ku ji cewhera xwe hatine dûrxistin afirandine û dê biafirînin, dê kaosa ku tê jiyîn li gelek rehendan belav bikin. Ev avaniya antîdemokratîk û çaresernekirina pirsgirêkên civakî li pêşiya azadiya jinê, aboriyê, jiyana demokratîk, wekhev û azad astengî ne. Ji lewra, tecrîd di bingeha xwe de li hemberî tevahiya civakê tê pêkanîn û hevgiriya civakî dirizîne.
Gel di nava qeyranan de pêşwaziya hilbijartinên 2023’an dike
Civaka Kurdistanê û Tirkiyeyê di pêvajoyeke bi vî rengî ya ku hemû cureyên qeyranan tên jiyîn de pêşwaziya hilbijartinên 2023’yan dike. Ji bo Kurdistanê û Tirkiyeyê dahatûyeke azad encax bi nêzikatiyeke ku siyaseta demokratîk ji xwecihiyê ber bi navendê ve ava dike, mafên nasnameyan û statuyan nas dike, azadiya jinê di navendê de dibîne, dê pêkan be.
Em wek TJA di wê baweriyê de ne; wek ku her dem û li her derê em dikin, divê em zêdetir xwedî li mafên xwe, jiyana xwe û azadiya xwe derdikevin; em zêdetir hev bigirin; zêdetir li gel hev bimeşin û bixebitin. Di vê çarçoveyê de; em bangê li tevahiya jinan, tevgerên femînîst, çalakvanên jin dikin ku têkoşîna azadiya jinê berbelavtir bikin û li dora Daxuyaniya Meclîsa Jinan a Partiya Çepgir û Keskparêz a ku bi perspektîfeke çareseriyê ya rasteqîn hatiye amadekirin bên gel hev û bi hev re gavên polîtîk ên vê yekê bavêjin! Xurtkirina têkoşîna li dijî faşîzmê ya Meclîsa Jinan a Partiya Çepgir û Keskparêz, ji bo rûxandina şert û mercên faşîzmê dê bibe yek ji navendên têkoşînê yên herî mezin.
Em wek TJA; tevahiya jinên ku xwediyê wê vînê ne ku li hemberî hişmendiya mêrsalar û yekparêz bi diruşma “Em ê Bi Hev re Biguherînin” derketine rê û azadiya jinê li malan, li kuçe û kolanan, li qadan, li meclîsê birêxistin dikin silav dikin û em dibêjin 'Em ê bi jinan re biguherînin'!" Bijî têkoşîna me ya jinan. Jin Jiyan Azadî. Em ê bi jinan re biguherînin.”