Çalakvan Sirûd Ehmed: Desthilat ji dengê gel ditirse
Çalakvana mafê mirovan Sirûd Ehmed bal kişand li ser binpêkirinên mafê mirovan a li Iraq û Başûrê Kurdistanê tê kirin û got, “Desthilat ji dengê gel yê ji bo bidestxistina mafê xwe ditirse, ji ber jî hewil dide çalakvanan bêdeng bike.”
ŞÎNYAR BAYÎZ
Silêmanî – Li gora raporên navdewletî Iraq û herêma Kurdistanê yek ji wan welatan e ku binpêkirinên mafê mirovan lê zêde ye. Li Iraq û herêma Kurdistanê nebûna zagon, dadgeha serbixwe, destdirêjiya partiyan a li ser hikumetê, gendelî û nebûna azadiya fikr sedemên sereke yê nebûna jiyanek serbixwe û azad e li heremê.
Çalakvana mafê mirovan Sirûd Ehmed a binpêkirinên mafê mirovî yê li Iraq û Başûrê Kurdistanê tê kirin nirxand, bal kişand ku zagonên heyî an nayên pêk anîn an jî li gor berjewendiyan tê bikar anîn û li dijî binpêkirina mafan ên li heremê tê jiyankirin banga têkoşînê kir.
‘Zagon li gora berjewendiyan tê bikar anîn’
Sirûd Ehmed anî ziman ku li Iraq û Başûrê Kurdistanê zagonên heyî nayên bi cih anîn ango li gor berjewendiyan tê bikar anîn û wiha got: “Li Iraq û Kurdistanê azadî ji bo tu kesê nîn e, ji zarokekê bigre heta digihe jinan. Tu caran rê nadin bi azadane daxwaza mafê xwe bikin. Rewş her ku diçe xirabtir dibe. Ber bi rewşek ku kuştin û bicihkirina yasa lê ne serwer e diçe. Çalakvan dema ku çalakî li dardixin, rastî gule reşandinê, girtin û êrişê tên.”
‘Dadgeh ji aliyê desthilat û partî ve tên rêvebirin’
Sirûd Ehmed da zanîn ku li herêma Kurdistanê berjewendiya partiyan serdest e û bal kişand li ser gendeliya ku li hemerên tê kirin. Sirûd Ehmed anî ziman ku li Iraq û herêmê zagonek nîn e desthilat û civak bi hevre erk bigrin û wiha pêl da axaftina xwe: “Zagon ji bo berjewendiyên desthilatan tê pêkanîn. Dadgeh ji aliyê desthilat û partî ve tên rêvebirin, li ser dozek ku armanca wan ewe bêdeng bike, çavtirsandî dikin. Lê belê ji bo doza maf perwerê çend lêpirsînan dikin, ev jî diyar dike ku dadgeh, polîs û asayîş ji bo partî, desthilatê kar dikin.”
‘Çalakvan rastî kuştin û şewitandinê tên’
Sirûd Ehmed bal kişand li êrişên ku li dijî çalakvanên mafê mirovan tê kirin û wiha dom kir: “Divê rêz li çalakvanan bê girtin. Ji ber kar ji bo mafê mirovan dikin, desthilat û hikumet dengê wan qût dikin, da ku kesek din nebe çalakvan û denge xwe bilind neke, hertim hewil dide çavtirsandî bike. Çalakvan hene di mala xwe de şewitandî tên dîtin. Bi taybet li Rojavayê Iraqê tu zagon nîn e. Ji ber wê rewşa jiyanî a civakê û mafê mirovan gihaye asten xirab.”
‘Jinên çalakvan û rojnameger zêdetir rastî êrişan tên’
Sirûd Ehmed destnîşan kir ku herî zêde jinên çalakvan û rojnameger rastî êrişan tên û wiha bi dawî kir: “Ev rewşa heyî ji bo jinan girantir bibe, ji ber wê dema ku jinek dibe çalakvan gelek gefên kuştinê lê tê xwarin da ku dengê wan qût bikin. Hinek deman êrîşî ser malbatan dikin, her tim li gora wan wisane ji bo rawestandina çalkvanan bi kuştina jinên çalakvan dikarin kontrola rewşê bikin.” Sirûd Ehmed di dawiya axaftina xwe de bal kişand ku li dijî vê rewşê divê têkoşîn bê bilindkirin.