TJA’yê: Encamên hilbijartinê wê jin diyar bikin

Jinên TJA'yê diyar kirin ku 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê dê rastî pêvajoya krîtîk a hilbijartinê were û tekez kirin ku encamên hilbijartinê wê jin diyar bikin.

Amed- Ber bi hilbijartinan ve Hikûmeta AKP-MHP’ê ji bo jin maf û azadiya xwe bi dest nexin, polîtîkayên xwe yên hedefgirtinê didomîne. Piştî ku Şûreya Dewletê biryara vekişîna Tirkiyeyê ya ji Peymana Stenbolê "li gor hiqûqê" dît, guhertinên tê xwestin di makeqanûnê de bên kirin û di her firsendê de vegotina zagona bi hejmara 6284'an, tenê çend ji gefên li dijî destkeftiyên jinan in. Dîsa li dijî jinên Kurd ji ber têkoşîna wan ya aştiyê, bi “hedef” nîşandanê gelek caran operasyonên binçavkirinê tên meşandin, gelek siyasetmedar û aktîvîstên jin ên Kurd hêj jî girtî ne.

'8'ê Adarê û pêvajoya hilbijartinê bi coşeke mezin li benda me ye'

Jinên endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî hemû zextan der barê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û hilbijartinên nêz dibe de xebatên xwe zêde kirin. Aktîvîsta TJA'ê Yasemîn Uçer diyar kir ku jin dê di pêvajoya krîtîk a li pêşiya me de jî tişta dikeve li ser mile wan bi cih bînin û destnîşan kir ku jinên Kurd li cihekî ku ziravbûna di her aliyê jiyanê de dibîne û li gorî wê dizayn dike, radiweste. Yasemîn Ûçer wiha got: “Îro em li qadan û têkoşîna jinan de dibînin sedsala 21’an sedsala jinan e. Em xebatên xwe yên vê pêvajoyê jî bi hişmendiya vîna xwe birêxistin dikin û em ê berdewam bikim jî. 8'ê Adarê û pêvajoya hilbijartinê pir bi coş li benda me ye. Jinan ew ruhê ku civak bi rastî hewce dike di zû de derxistiye holê. Ew ê di rojên pêşiya me de bi mezinkirinê nîşan kirine bidomîne.”

'Em ê bi mezinbûnê li qadan bin'

Yasemîn Uçer, diyar kir ku jin diyarkerên pêvajoya pêşerojê ne, di ferqa ve yekê de ne jî û axaftina xwe wiha domkir:

“Di her pêvajo û bi taybetî dema mezinbûna faşîzmê de hedefa yekemîn jin e. Dema em li binçavkirin, girtin û zextên di vê serdemê de dinêrin jî, pêşî û para herî mezin dîsa ji jinan re hat dirûn. Lê di van pêvajoyan de hêza jinê jî ji bîr dikin. Dibe ku yên zextê dikin bifikirin ku bi ser ketine, lê dibînin û dê bibînin ku ger yek jin jî hebe hêza me heye ku jinên din birêxistin bikin. Em ê ji nû ve bi rêxistinbûn û mezinbûna xwe li qadan bin.”

'Dixwazin gelê Kurd û jinan bêdeng bikin'

Aktîvîsta TJA'yê Nesîbe Uygun jî  balkişand ku weke her demên krîtîk di vê serdemê de jî, li ser jinên Kurd zexteke giran heye. Nesîbe Uygun diyar kir ku furyaya girtin û binçavkirinan bi awayekî pergalî tê jiyîn û wiha axivî: “Em Weke jinên TJA’yê her dem li qadan bin û roj bi roj berxwedan û rêxistinbûna xwe berdewam bikin. Beriya 2 mehan  operasyonek hat lidarxistin û di van operasyonan de gelek hevalên me yên jin hatin girtin. 7 sal in jin li her qadê rastî zextan tên û dixwazin jinan ji siyasetê dûr bixin. Îro bi hezaran hevalên me yên jin di girtîgehan de dîl tên girtin. Sedema vê çi ye, li pêşiya me hilbijartinek heye. Li vir bi taybetî dixwazin pêşî li gelê Kurd û piştre jî jinan bêdeng bikin. Yên ku dê demokrasiyê bînin wan axan jin in. Ji ber vê zextên li ser jinan dawî nabe. Lê li dijî van jinan li her mal û kolanan xwe bi rêxistinbûna xwe berdewam dikin.”

'Divê em ne tenê li kolanan di her qadê de bixebitin'

Nesîbe Uygun bi gotina “Em ê destûr nedin rejîma yek mêrî berdewam dike”, diyar kir ku ev sedsal sedsala jinan e û ew ê wek jin li her qadê birêxistinbûyinê xebatên xwe berdewam bikin. Nesîbe Uygun destnîşan kir ku divê jin li kolanan, li malê û li her qadê bixebitin û ev peyam da: "Li pêşiya me hilbijartineke krîtîk heye û divê em ji bo vê bêsekîn bixebitin."