Hikûmeta Îranê alîkariya mexdûrên erdheja Xoyê asteng dike

Di erdheja bi pileya 5.9 ya ku li Xoyê pêk hat de bi hezaran xanî bi temamî wêran bûn. Hikûmeta Îranê alîkariyan nagihîne herêmê û rê li hewldanên alîkariyên rêxistinên sivîl û çalakvanan digire.

LARA GEWHERÎ

Xoyê - Piştî erdheja roja 28’ê Çile li bajarê Xoy ê Îranê bi pileya 5.9 rû da, heta niha hikûmetê alîkarî nedaye herêmê û rê li ber gihandina alîkariyên hatine komkirin digire. Di erdheja ku tê zanîn 7 hemwelatî jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 800 kes jî birîndar bûn, zêdetirî 3 hezar xanî bi temamî hilweşiyan û bi sedan ji wan jî gihişt asta ku neyê bikaranîn. Xelkê Xoyê ku ji ber erdhejê zirareke mezin dîtine, ji aliyê dewleta Îranê ve neçar dimînin ku di bin şert û mercên dijwar de birînên xwe bipêçin. 

Em çûn herêma ku herî zêde ji erdhejê zerarê dît û bi mexdûrên erdhejê re li ser tiştên hatine jiyîn û helwesta dewleta Îranê re axivîn.

Welatiya bi navê Sara Motamedî diyar kir ku di dema erdhejê de ew û malbata xwe di wesayîta xwe de bûne û ji ber lerizînê di wesayîtê de asê mane. Sara Motamedî got, “Kêliyekê tirsnak bû. Me dengê teqîneke mîna dengê bombeyê bihîst. Me texmîn nedikir ku erdhej be. Xelk dest bi qîrîn û qîrînê kirin û tirsnak bû."

Sara Motamedî anî ziman ku her kesê erdhejê li derve jiyaye û şahidî ji ronahiya kesk-şîn re kiriye û wiha got, “Di dema erdhejê de rengê esman guherî. Tu kes sedemê negot, lê li ezman dûman hebû.” Sara Motamedî da zanîn ku dema ew vegeriyane mala xwe rastî xisareke mezin hatine û wiha got: “Me nekarî em bikevin mala xwe, me kelûpelên xwe birin kolanê û em li derve razan. Alîkarî ji me re nehat."

'Dewlet alîkarî neda'

Merziye ya ku ji ber ewlehiyê nexwest paşnavê xwe bide û ji bo alîkariyê bide welatiyên di erdhejê de mexdûr bûne ketiye nav tevgerê der barê rewşa ku piştî erdhejê pê re rû bi rû maye wiha vegot: “Me rewşa xelkê piştî erdhejê meraq kir, weke çend kes em ji bo şopandinê hatin cem hev û derketin kolanê. Me yek bi yek li kolanan pirs kir ku daxwaza alîkariya lezgîn herî zêde ji ku tê û em çûn alîkariya kesekî ku di mala xwe de asê mabû. Heta ku em neçûn kesî hizir nedikir ku alîkariya wî bike. Bi her awayî dewletê hê jî alîkarî nedaye mexdûrên erdhejê."

Nikarîn konekê bigirin

Welatiya Xoyê Ramîn Sobhî ku ji erdhejê rizgar bûye, rewşa xwe ya dawî bi van gotinan vegot: “Konê me nîn e, em xwe li cihekî ku me bi xwe çêkiriye û me ji sermaya neparêze, dimînin. Em nikarin xwe germ bikin, timî sar e û em di rewşek xirab de ne. Cîranên me alîkariya me dikin. Hat gotin dê li walîtiyê kon bên belavkirin lê ev belavokeke sembolîk bû. Hejmara konên hatin belavkirin ji pêdiviyê dûr bû. Hat gotin ku dê paşê wan li malbatên hewcedar belav bikin, lê heta niha ti agahî jê nehatiye.”

'Hikûmet alîkariyê nade, kesên ku alîkariyê dikin jî asteng dike'

Setare ya ji ber erdhêjê mala wê hilweşiya û neçar ma ku biçe gel endamên malbata xwe yê li Urmiye dijîn, ji ber ewlekariyê nexwest paşnavê xwe bide. Setare der barê erdhejê de wiha got: “Alîkariya me nekirin, lê belê pêşî li kesên ku xwestin alîkariyê bikin me jî girtin. Niha herin û bibînin, bajar tijî maşîneyên polîs û leşker e. Çima? Ji ber ku ditirsin ku mexdûrên erdhejê jî çalakiyan li dar bixin, leşker û polîsan kom dikin da ku mexdûrên erdhejê li dijî hikûmetê çalakiyan nekin. Rêya Urmiye-Xoyê tijî leşker e.” Setare da zanîn ku ger wiha berdewam bike dê mexdûrên erdhejê li dijî hikûmetê serhildaneke mezin bilind bikin ji ber ku xelk mehkûmî jiyana li kolanan bê çadir û bê xwarin in dikin. 

Nehiştin alîkariyên ku kom kirine, derbasî Xoyê bibe!

Ji gelek bajaran bi taybet Mahabad, Bûkan û Urmiyê ji bo Xoyê alîkarî hatin komkirin lê ji aliyê leşkerên Îranê ve ev alîkarî hatin astengkirin. Her wiha li pêşiya xebatên rêxistinên sivîl û çalakvanan ên komkirina alîkariyan ji bo mexdûrên erdhejê astengî hatin derxistin. Xezal a ji Mehabadê ku naxwaze paşnavê xwe bi kar bîne got, “Me li Mehabadê xebatên xwebexş kir û alîkarî kom kirin. Lê belê di ketina Xoyê de wesayîtên me hatin rawestandin û bi hinceta ku destûrnameya me ya alîkariyê tune ye destûr nedan em bikevin hundir, em paş ve şandin.”