Tevî temenê xwe yê ciwan 47 meqaleyên lêkolîna zanistî amade kir

Bijîjka diranan Reem Salam Burjî ya 28 salî, heta niha 47 meqaleyên lêkolîna zanîstî amade kiriye. Reem Salam Burjî diyar kir ku ji her rêwîtiya ji bo serkeftinê re hewldan û piştgirî pêwîst e û got: “Divê jin bi xwe bawer bin.”

FADÎMA JUMAA

Beyrûd- Reem Salam Burjî ya 28 salî li bajarê Tire yê li başûrê Lûbnanê dijî, di sala 2018’an de li Lubnanê li zanîngeha Saint Joseph ji beşa bijîjkiya diranan mezûn bû. Reem Salam Burjî pişeya xwe ya bijîjkiya diranan bi piştgiriya malbata xwe bi vekirina klînîkê berdewam dike. Tevî temenê xwe yê ciwan heta niha 47 meqaleyên lêkolîna zanistî nivîsand û navdar bû. 

‘Di pêşkêşiya tezê de ez serkeftî bûm’

Reem Salam bi vekirina klînîka diranan bi pêş dikeve. Ekîpmanên pêwîst di klînîkê de û pêwîstiyên din li ber çav girt, wisa girtiye û wiha got: “Dema ez ketim sala 5’an ya vekirina klînîkê, min ceribandina hilbijartina malzemeyên tibî û ekîpmanê hebûn.” Reem Salam Burjî di qonaxa radestkirina teza xwe ya ji bo bijîjk, bi armanca pêşxistina xebata bijîjkê de pêşniyar girtiye. û got: “Lê belê ew bijîjk mijara min ber bi ‘Lîkolîna li hevanînê ne’ bir ku ne tercîha min bû. Tişteke ku ji aliyê bijîjkên diranan ve tê bikaranîn bû. Destpêkê min ev fikir red kir lê belê piştre ji ber min bawer kir, dûre min qebûl kir. Di dema pêşkêşiya tezê de ez serkeftî bûm. Ji aliyê sendîkaya bijîjkên diranan a Lubananê ve min pesn girt. Tevî tirsên xwe min dereceyek bilind anî.” 

 ‘Gelek hevalên min koçî welatên cuda kirin’

Reem Salam Burjî anî ziman ku li gel heman bijîjk di vê mijarê de pispor bûn berdewam kiriye û got: “Ji bo qezenckirina pisportiyê divê min lêkolînên xwe yên zanistî bişanda ji koverekê re. Ji ber vê yekê min lêkolîna xwe berê radest kir û wan jî weşand. Lê belê ji ber pêvajoya şoreşa li Lubnanê, bûyerên ku derketîin qedexeya derketinê ya pêvajoya vîrosa Korona, qeyrana aborî, min di berdewamkirina xebatê xwe de zehmetî kişand. Gelek hevalên min koçî welatên cuda bûn. Lê belê ez di demek wisa de bi biryar bûm xebatên xwe berdewam bikim û min fikrên koçkirinê red kir.”

‘Parastina min a tezê 3 saetan berdewam kir’

Reem Salam Burjî bal kişand ser teza xwe ya pisportiyê ya di sala 2020’an de kiriye û ev tişt anî ziman: “Ji her demê cudatir 3 saetan domiya. Ji bo nîqaşkirina tezekê dema herî dirêj bû. Ji ber zêdebûna pirsên dihat kirin nîqaş çêdibûn. Ji temenê min yê ciwan matmayî mabûn. Ji ber vê serkeftina xwe min xelat girt. Xelata herî giring ku tê wateya  Endustriya xebatên jinan, di beşekê de li Sofya-Bulgaristanê firsenda dayîna dersekê bû. Di nava mirovên pispor û bi tecrube de kesa herî ciwan ya dersê dide ez bûm. Bi taybetî di beşên der barê jinan de ez bûm temsîlkara welatê xwe.”

‘47 meqaleyên min ên lêkolîna zanistî hene’

Reem Salam Burjî bal kişand ser daxwazên xebatê yên ji dervayî Lubnanê û wiha domand: “Li Fransayê di navendek ya lêkolînê de min daxwaza kar girt. Wê demê min klînîka xwe vekiribû û li vê derê ez bi rewşek zehmet re rû bi rû bûm. Min di çarçoveya lihevkirina zanîngeha Saint Joseph ya li Beyrûdê û zanîngeha Strasbourg ya li Fransa min bijîjkiya xwe kir. Ez bijîjka yekem ku bi vî awayî hatiye kirin bûm. Li Fransa beriya 3 salan 15 meqaleyên min yên lêkolînên zanistî hebû û îro 47 meqaleyên min yên lêkolîna zanistî ku di kovarên zanistî ên navnetewî de tê weşandin hene. Mijarên lêkolînê tenê bi diranan re ne sînordar e. Mînak der barê Covîd 19 û ya din jî der barê dîmenkirina tibî de lêkolînên min çêbû.”

‘Ji her rêwîtiya ji bo serkeftinê re hewldan û piştevanî pêwîst e’

Reem Salam Burjî destnîşan kir ku ji bo her rêwîtiya serkeftinê, hewldanek mezin, piştgirî û fedakarî lazim e û got: “Ji bo teza xwe ya zanîngehê, ez spasdarê bijîjka xwe ya alîkariya min kiriye me. Di pîşeya xwe de ez spasiya dayik û bavê xwe yê ku ji min bawer kirin dikim. Ji kêrhatiya min bawer kirin û bi awayek akademîk piştgiriya min kirin, bûn piştevanî ji bo min.”

Reem Salam Burjî bi bîr xist ku jin dikarin di qadên tê de pispor in de cih bigrin û wiha got: “Di rojên borî de weke bijîjkekê ez beşdarî konferansek bûm. Ji ber vê yekê ez kêfxweş bûm. Ji ber ên ku vê qadê kontrol dikirin mêr bûn. Divê jin piştgiriya hevzayendên xwe bikin. Divê jin ji xwe bawer bikin û ji bo di qadên cuda de bi awayekî aktîf rolê bigrin bi biryar bin.”