Li Danîmarkayê ji bo jinan leşkeriya mecbûrî tê destpêkirin

Li Danîmarkayê ji bo jinan bi îdiaya "Wê wekheviya zayendî ya tam pêk bîne" leşkeriya mecbûrî tê sepandin.

Navenda Nûçeyan – Li Danîmarkayê tê plankirin ku jin tevlî leşkeriya mecbûrî bibin û dema leşkeriyê dirêj bikin.

Serokwezîra Danîmarka Mette Frederiksen, bi ragihandina planên nû yên berevaniyê, ragihand ku ew dixwazin di 5 salên pêş de bi zêdekirina bûdceya parastinê 6 milyar dolarî bigihin armancên lêçûnên NATO’yê. Serokwezîr destnîşan kir ku dê jin tevli leşkeriya mecbûrî bibin û got ku ev yek wê "wekheviya zayendî ya tam misoger bike."

Li welat jin dikarin bi îradeya xwe leşkeriyê bikin. Leşkerî ji bo mêrên ji 18 salî mezintir e. Li gorî plansaziyê, leşkeriya mecbûrî ya jinan wê di sala 2026'an de dest pê bike. Danîmarka piştî Norwêc û Swêdê dê bibe welatê sêyemîn yê Ewropayê ku vê yekê dike.