Rêxistina Navbeynkarên Ciwan a ji bo Aştiyê bi radîkalîzmê re têdikoşe

Rêxistina Navbeynkarên Ciwan a ji bo Aştiyê li Morîtanyayê li dijî radîkalîzmê têdikoşe, ji bo rêgeza aştiyê rûnê û yekitiya neteweyî çêbibe xebatên xwe didomîne.

HATÎCE ŞEXNA

Nuakşot – Rêxistina Navbeynkarên Ciwan a ji bo Aştiyê li paytexta Morîtanya Nuakşotê xebatên xwe didomîne. Seroka Rêxistina Navbeynkarên ji bo Aştiyê Fonfouna Mint Bob Gedo, li ser xebatên xwe ji ajansa me re axivî. Fonfouna Mint Bob Gedo, diyar kir ku rêxistina wan di sala 2020’an de li paytext Nuakşotê hatiye damezirandin, da zanîn ku ew bi radîkalîzmê re têdikoşin û behsa xebatên xwe yên ku ji bo li dijî şîdetê rêgezên aştiyê bidin rûniştandin û yekitiya neteweyî çêbibe kir.

‘Em gihîştin gelên Mexribê û beşên civakê’

Fonfouna Mint Bob Gedo, diyar kir ku tecrubeya wê ya yekem di rêxistinên civaka sivîl de, xebatên di klûbên ciwanan û komeleyan e û got ku dema rêxistina xwe nû ava kirine gihîştine 30 jin û mêrên ji netew û beşên cuda. Fonfouna Mint Bob Gedo, da zanîn ku çalakiya wan a yekem jî ew bûye ku piştî diyarbûna encamên hilbijartinê, çalakiyên ku hatine lidarxistin li ser girîngiya yekitiya neteweyî bûne. Fonfouna Mint Bob Gedo got: “Di hilbijartinên sala 2019’an ên serokomariyê de 10 roj înternet hatibû birîn. Ji bo ku tu pevçûn çênebe em xebitîbûn. Bi beşdariya çalak a civakê û rayedarên hikumetê, me wê pêvajoyê bi serkeftî meşandibû.”

‘Bi beşdariya komên ji nijadên cuda civîna diyalogê hat lidarxistin’

Fonfouna Mint Bob Gedo, da zanîn ku rêxistina wan beşdarî civîna diyalogê ya ku di Adara 2020'an de bi komên ji nijadên cuda re hat lidarxistin bûye û wiha domand: “Her koma nijadê, ji aliyê du kesên ku yek mêr û yek jin bû ve hat temsîlkirin. Li ser mijara netewperestî û cudakariyê û sedemên wan nîqaş hatin kirin. Ji bo aştiyê û bihêzkirina rêgeza aştiyê ya ji bo jiyana bi hev re, pênasekirina pirsgirêkê û lêgerîna çareseriyê me xebatên xwe domand.”

‘Xebatên me yekitiya neteweyî û daxwazên aştiyê bi hêz kir’

Funfouna Mint Bob Gedo, li ser xebatên din ên ku kirine jî ev agahî dan: “Piştî şewba Covid 19 demek kin piştî wê pêvajoya zehmet, me dest bi çalakiyek bi navê ‘Bi me re Tama Yekitiyê Bigrin’ kir. Vê çalakiyê ruhê neteweyî û daxwazên ji bo aştiyê bi hêz kir. Ji aliyê welatiyên Nuakşot ve hat ecibandin û rewşeke pir xweş çêbû. Cara yekem bi beşdariya jinên ji nijadên cuda, pêşbaziyeke xwarinê hat lidarxistin. Xwarinên ku di pêşbaziyê de bi ser ketin, heta niha weke xwarinên herî baş tên dîtin. Armanc bi vê çalakiyê ew bû ku rewşeke wisa çêbibe, mirov3en li bajar dijîn kêfxweş bibin û bibînin ku dikarin di nava aştiyê de bi hev re bijîn.”

‘Ji sala 2020 ve em çalakiyên xwe berdewam dikin’

Funfouna Mint Bob Gedo, da zanîn ku li ser yekitiya neteweyî û girîngiya jiyana bi hev re şanoyan pêşkêş kirine û defîleyan li dar xistine û got ku ev yek ji bo hevdîtina gelê Nuakşotê bûye destpêkek. Funfouna Mint Bob Gedo, diyar kir ku çalakiyên wan, piştî ku di sala 2020’an de li Meclisa Neteweyî di bin banê Parlamentoyê Lûtkeya Aştiyê ya Nuakşot hat lidarxistin, ve heta niha berdewam dikin û got: “Di civîna ku bi beşdariya 18 mêr û jinên ciwan hat lidarxistin de, li ser pirsgirêkên civakê û ewlehiyê yên li paytextê nîqaş hatine kirin.”

Fonfouna Mint Bob Gedo, behsa çalakiya bi navê “Li Riya ku Diçe Girtîgehê Baldar Bin” kir û diyar kir ku ji bo li dijî bûyerên şîdetê şiyarî çêbibe, bi beşdariya 9 hukumxwariyan vê çalakiyê hatiye lidarxistin. Fonfouna Mint Bob Gedo, bal kişand ser rola jinan a ku beşdarên girîng ên reformê û kevirên bingehîn in û got: “Jinên ji Morîtanyayê di warê aborî de çiqas bi hêz bibin dê di warê biryargirtinê de bikaribin bigihîjin asteke girîng. Perwerdeya zarokên keç girîng e. Ji bo destekdayîna zarokên keç û bihêzkirina wan divê navend werin vekirin.”