‘Têkoşîna jinên Rojava di pêşketina têkoşîna jinên Rojhilat de xwedî roleke girîng e’

Aktivîsta feminist S.M diyar kir ku têkoşîna li Rojava bûye mînak ji bo hemû cîhanê û Rojhilatê Kurdistanê û bal kişand ku ji ber vê yekê dewleta Tirk Rojava dike hedef.

JUWAN KEREMÎ

Kirmanşah- Artêşa Tirk ji 5’ê Cotmehê ve heta niha li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên dijwar pêk tîne. Di encama van êrîşan de di nav de jin, zarok û pîr û  kal bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Dewleta Tirk ku sîstema Rojava ya Rêveberiya Xweser her dem ji bo xwe weke gef dibîne, di van êrîşan de nexweşxane û dibistan jî di nav de  binesaziyên enerjî û berhamdanê û çavkaniyên avê kirin hedef.

Li Rojhilat aktîvîsta feminist S.M der barê êrîşên dewleta Tirk li dijî Rojava de bersiva pirsên me da.

*Êrîşên dewleta Tirk li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê di van rojên dawî de dijwar kiriye. Di van êrîşan de hejmarek zêde jinan jiyana xwe ji dest da û li qadên ku hatin bombarankirin de navendên sanayî û berhemdana jinan jî cih digrin. Çima navendên berhemdanê û jinan dikin hedef?

Li Rojava sîstemek nû ye; li dijî qirkirina çînî ya kapîtalîst sîstemeke û ev ya tevgera zayendî ya jinan ye. Armanca êrîşên dewleta Tirk li Rojava tunekirina tevgera jinan û sîstema neteweya demokratîk e. Tirkiye di van salên dawî de Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û binesaziyên civakî û her dem bênavber êrîş dike ser. Ev êrîş sûcê şere û weke qirkirin tê binavkirin. Bi awayekî xwezayî desthilatdariya faşîst a Tirk hewl dide binsaziyên li Rojava tune bike. Bi taybetî ger ev bînesazî bi hêza jinan, azadiya tevgerê û bihêzbûnê nîşan bide û jinên karker li vêderê bi xebite, dewleta Tirk wê dike hedef. Rolek girîng a jinan di sîstema demokratîk a Rojava de heye. Ev jî sedemek girîng ya dijminatiya dewleta Tirk li dijî navendên jinan e.

*Êrîşên dewleta Tirk li dijî Rojava, bi êrîşên Îsraîlê li dijî Filistînê tê nixumandin, medyaya cîhanê hemû hûrguliyên şerê Îsraîl û Filistîn radixwe berçavan, li beramberî êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê li dijî Kurdan bêdengiya xwe berdewam dike. Ev mijar, ji aliyê tevgerên li Kurdistanê û civakê ve nêzikatiyên medyayê bi tundî rexne kirin, sedem vê sekna dûrû çi ye?

Li gorî ku Tirkiye di asta kureyî de mutefîqê wan e, êrîşên faşîst an jî polîtîkayên desthilatdariyê yê li herêmê di medyayê de bi sansur an jî gelek kêmnîşandana wê normal e.

*Li Rojhilat û bi taybetî jinên li Kirmanşanê van êrîşên dagirkeriyê çawa dinirxînin?

Li Rojhilat û bi taybet jinên li Kirmanşan, van êrîşên dewleta Tirk li dijî Rojava weke sûcê ku li dijî projeya gelê demokrat dibînin. Jinên Rojhilat bi giştî ji vê rewşê bi fikar in û li dijî ne. Em diyar dikin ku divê her dem li dijî artêşa Tirk a dagirker têkoşîn were kirin.

*Piştî serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ rewşa jinan a berê û piştre hûn çawa dinirxînin? Di navbera têkoşîna jinên li Rojava û Rojhilat de hûn girêdan û şibandinek çawa dibînin?

Bi giştî rewşa jinên li Rojava, terzê dildar ê cil û berg, di asta civakê de avakirina piştevaniya jinan, hişmendiya der barê têkoşîna jinan de, hişmendiya zayendî ya civakê, li gorî salên borî di astek girîng de zêde bûye. Li Rojava jinan têkoşîna bi çek li dijî sûcên DAIŞ’ê û artêşa tirk a dagirker, heta lêgerîna edaleta dayikê û gelek têkoşînên sivîl hemû cureyên têkoşînê, ji bo têkoşîna jinên li Rojhilat modelek bi bandor e. Kevneşopiya têkoşîna jinên li Rojava ji bo başkirina rewşa têkoşîna jinan û belavkirina vê têkoşînê wê bi sûd be.”