Li Îranê li du rojnamevanan cezayê girtîgehê hat birîn

Li du rojnamevanên ku nûçeyên destpêkê yên der barê qetilkirin û merasîma cenazeyê Jîna Emînî de çêkirin, cezayê girtîgehê hat birîn.

Navenda Nûçeyan- Dadgeha Bilind a Îranê biryara der barê 2 rojnamevanên bi navê Elahe Mihemedî û Nîlufer Hamedî da ku yekem car di 16’ê Îlona 2022’an de nûçeya qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê “polîsên exlaq” ve belav kiribûn. Şaxa 15’emîn a Dadgeha Şoreşa Îslamî ragihand ku piştî lêkolîna dosyaya Nîlufer û Elahe, her du rojnamevan bi 3 tawanan sûcdar dîtin. Li gorî biryarê, Elahe bi tohmeta “hevkariya bi Emerîkayê re weke dewleteke dijmin hatiye pênasekirin” 6 sal cezayê girtîgehê, ji ber sûcê “ji bo komploya pêkanîna sûcên li dijî ewlekariya neteweyî” 5 sal ceza û ji bo “pêkanînên wê yên propagandaya li dijî Komara Îslamî” salek cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Li aliyê din Nîlufer Hamedî bi îdiaya “hevkariya bi DYE yê re ku weke dewleta dijmin pênase dike” 7 sal cezayê girtîgehê, bi sûcdariya “bi armanca pêkanîna sûcê li dijî ewlekariya neteweyî li hev kirine” 5 sal û ji bo “pêkanînên wê yên propagandaya li dijî Komara Îslamî” salek cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Wê nikaribin xebatên rojnamevaniyê bikin

Her wiha her du rojnamevan li gorî bendên p, h û z ên xala 23’ê ya qanûna Cezayên Îslamî bi hinceta tedbîrên li dij-ewlehiyê heta 2 salan ji endamtiya partiya siyasî, kom, rêxistin û komeleyan hat qedexekirin û ji xebatên fezaya sîber, medya û çapemeniyê bêpar man.