Armita Pavîr a ‘îtîrafkarî’ lê tê ferzkirin di grêva birçîbûnê de ye

Hat ragihandin ku xwendekara bi navê Armîta Pavîr a ku li Îranê 3 car hat girtin, ji bo bibe ‘îtîrafkar’ bi ferzkirinên hêzên Îranê re rû bi rû dimîne û xwendekar li dijî vê dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Navenda Nûçeyan – Xwendekarên Pişrow der barê rewşa xwendekara Beşa Biyolojiya Molekular a Zanîngeha Sivîl a Tebrîzê Armîta Pavîr ku ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatibû girtin, daxuyaniyeke nivîskî dan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çalakvana xwendekar Armîta Pavir a ku di 21’ê Îlonê de hatibû girtin, li Girtîgeha Tebrîzê ya ku lê dima, ji bo bibe “îtirafkar” ji aliyê hêzên ewlehiyê ve rastî zextên giran tê. Her wiha hat hînbûn ku xwendekar ji bo şermezarkirina vê rewşê dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Sê car hat girtin

Armita Pavîr cara ewil di 31’ê Cotmeha 2022’an di serhildana “Jin Jiyan Azadî” de li ber Zanîngeha Sivîl a Tebrîzê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin û wê birin Girtîgeha Tebrîzê. Armîta Pavîr 8’ê Kanûna 2023’an de bi şertê kontrola edlî û bi kefaleta 250 milyon tumen (bi qasî 125 hezar) serbest hatibû berdan, di 27'ê Tebaxa 2023'an de bi îdiaya "Xerakirina aramî û rehetiya gel û tevlihevkirina gel" sewqî Dozgeriya Komarê û Şoreşê ya Azarşehîrê hat kirin.

Armîta Pavîr di 28’ê Hezîrana 2023’an ji aliyê Hêzên Emniyeta Tebrîzê ve cara duyemîn hat girtin û bi lêpirsîna çend seatan serbest hat berdan. Di 27'ê Tebaxa 2023'an de bi îdiaya "Xerakirina aramî û rehetiya gel û tevlihevkirina gel" sewqî Dozgeriya Komarê û Şoreşê ya Azarşehîrê hat kirin. Roja 2’ê Cotmeha 2023’an bi tawana “propagandakirina dijî Komara Îslamî ya Îranê” û ji bo biçe dozgeriya giştî ya şoreşa Tebrîzê gazî wê kiribûn.

Armîta Pavîr di 21’ê Îlonê de cara sêyemîn hat girtin û sewqî beşa giştî ya Girtîgeha Navendî ya Tebrîzê hat kirin.