‘Tevgera Jin Jiyan Azadî cesaretê da jinan’

Berdevka Kampanya Sekinandina Cînayetên Namûsê Rizvan Makaddem got: “Jin bi serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ têkildarî mafên xwe bûn xwedî agahî, cesaret da wan û bû sedem ku li hember zextên kevneperest rabin.”

ŞEHLA MUHAMMEDÎ

Navenda Nûçeyan – Di demên dawî de cînayetên jinan, bi taybetî jî cînayetên ku bi hinceta namûsê pêk tên, zêde dibin û li Îranê jiyan ji bo jinan her ku diçe bê ewletir dibe. Tevî ku malbat saziya herî bingehîn a civakê ye, cînayetên jinan bûye pirsgirêkên bingehîn. Zagon, saziyên medyayê, civak û siyasî, bandorê li zêdekirin û kêmbûna cînayetên jinan dikin.

Têkildarî cînayetên jinan ên bi navê namûsê, berdevka Kampanya Sekinandina Cînayetên Namûsê Rizvan Makaddem axivî.  

Rizvan Mukaddem diyar kir ku di salên dawî de cînayetên jinan zêde bûye û wiha got: “Di sala 2023’an de di çarçoveya kampanya sekinandina cînayetên namûsê de, 187 cînayetên namûsê hatin belgekirin. Saziyên çapemeniyê yên girêdayî hikûmetê û alîgirên hikûmetê, van cûreyên cînayetan wek ‘cînayetên di nava malê’ de bi nav dikin. Lê belê ev yek xelet e û bûyer polîtîk in. Berê jî ev bûyer diqewimîn, lê belê ne di vê astê de bû. Îro ev cinayet gelek zêde bûne û her roja ku diçe, zêdetir dibe.”

‘Cînayetên bi navê namûsê polîtîk in’

Rizvan Mukaddem da zanîn ku sedemên herî bingehîn ên cînayetên namûsê siyasî ye û got: “Li Îranê rêveberiyek mêr a serdest ku jinan bike bin kontrola mêran heye. Ev rewş hem di yasa û hem jî di sekna rejîmê de aşkera tê dîtin. Mînak di panoyên li cîhên hikûmetê ku ji civakê re vekirî ne, nivîsek wiha heye; ‘ger ku jinek serê xwe veke, ev nîşan dide ku hevjînê wê bê namûs e.’ Ev cûreyên gotinan, peyamên ji bo mêran teşwîqî kontrolkirina jinê bikin tên dayîn in. Di pirtûkên dersê yên dibîstanê de jî dijminatiya jinê û agahiyên xelet hene. Pirsgirêka herî mezin a di yasayên Îranê de, hikmên li dijî jinê ne.”

Di yasayên Îranê de madeyên ku qetilkirina jinan rewa dikin

Rizvan Mukaddem destnîşan kir ku di qanûna medenî ya Îranê û qanûna ceza de hikmên ku jinan dike hedef hene. Rizvan xala 630’an a qanûna ceza ya Îranê rexne kir û wiha got: “Li gor vê xalê, ger mêrek hevjîna xwe li gel yekî din gava zîna dike bibîne, ger ku were îsbatkirin ku jin dilxwaz e, mafê wî heye ku herdû kesan jî bikuje. Ev zagonek barbar û paşverû ye. Dewlet kesan rasterast dike halê kujer. Li aliyê din mêrek bi çend jinan re jî bizewice, bi temamî zagonî ye. Mafê jinê yê hevberdanê jî tineye. Ji ber ku mafê hevberdanê daye mêr. Ev yasa ji aliyê dewletê ve hatiye erêkirin. Cînayetên bi navê namûsê ne pirsgirêkek di nava malbatê de ye, rasterast pirsgirêkek polîtîk e. Ev ne tenê pirsgirêka malbatê ye. Bavek ji ber destûr nade keça wî bibe model, dema wê dikuje ev nabe pirsgirêka malbatê. Ev nîşaneya kontrola li ser bedena jinê ye.”

‘Serhildana Jin, Jiyan, Azadî cinayetên jinan kêm kir’

Rizvan Mukaddem di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku bi serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re cînayetên jinan kêm bûye û cesaret daye jinan û wiha dom kir: “Ev serhildan li Îran û welatên derdora wê bandorek mezin ava kir. Di vê demê de rêjeya sûc kêm bû û cînayetên namûsê di astek bilind de kêm bû. Di civakê de guherîn û ronahiya hêviyê derketibû. Jin hêza herî mezin a serhildanê bûn. Beşdariya jinan bi awayek girseyî ya di civakê de, pêşketinek ku di asta şoreşê de bû. Hişyariya jinan, bû sedem ku desthilatiya gelek mêran wenda bibe. Mêr ji bo hêza xwe ya di nava civak û yasayan de, li berxwe didin. Jin jî ji bo mafê xwe bi dest bixin têkoşîna xwe didomînin. Jin bi cesaretek mezin li dijî zextên civakî û malbatê rabûne. Jin dixwazin hîcaba xwe ji serê xwe bikin. Lê belê hem mêr û hem jî hikûmet dixwaze wê bi darê zorê bigre. Wek di qadên civakê de, di nava malê de jî jin li dijî bav, bira û hevjînên xwe têdikoşin. Em dibînin ku bi zêdebûna têkoşînan jinan re, zext û cinayet jî kêm dibe.” 

‘Zêdebûna cînayetên bi navê namûsê felaketek e’

Rizvan Mukaddem amaje bi wê yekê kir ku tenê di 9 rojên meha Sibatê de 16 cînayet bi navê ‘namûsê’ hatine jiyîn û ev jî krîzek mezin a civakê ye. Rizvan Mukaddem ev tişt gotin: “Ev trajediyek e û divê civak li beramberî wê bêdeng nebe. Hikûmet bi veşartina van cînayetan dibêje qey ewê vê yekê ji gel veşêre, lê belê ev ne pêkan e. Ger hûn navê kujerek nedin, hûn cînayetê mîna ‘pirsgirêka malbatê’ diparêzin û ser rastiyê digirin, hûnê vê pirsgirêkê ji holê ranekin. Divê bi rastiyan re hevrû bibin û hişyariya civakê were zêdekirin.”   

‘Cînayetên bi navê namûsê şermek mezin e’

Rizvan Mukaddem bal kişand ser girîngiya zêdekirina hişyariya civakê û perwerdeya derbarê mafê jinan de û wiha got: “Ger mêrek ji bo parastina rûmeta xwe jinekê qetil bike, ew bi xwe, xwe ji civakê dûr dike. Civak van cûreyên kujeran qebûl nake. Belkî hinek kes destek bidin wan, lê belê bi giştî civak van cûreyên mirovan dûr dixe û tenê dihêle. Di encamê de yên ku cînayetên namûsê pêk tînin, tenê nabin sedema reşkirina jinê, dibin sedem ku hemû malbat di civakê de were reşkirin. Ên ku difikirin ku ji ber rûmeta xwe jinê qetil kirine, bi rastî rûmeta xwe heta dawiyê wenda dikin.”