Li Îranê 975 kes hatin darvekirin: Hejmara rast zêdetir e
Li gor rapora ku ji aliyê Saziya Mafên Mirovan a Îranê (IHR), li Îranê di sala 2024'an de 975 kes hatine darvekirin. Hat gotin ku hejmara rast ji vê rêjeyê zêdetir e.

Navenda Nûçeyan – Di rapora IHR û ECPM’ê de hat destnîşankirin ku ji sedî 90'ê darvekirinan ji raya giştî re nayên ragihandin û hejmara rast dibe ku hîn zêdetir be.
Hat diyarkirin ji ber ku çavkanî baş çepûrast nehatine kontrolkirin 40 bûyerên darvekirinê li raporê nehatine zêdekirin. Rêveberê IHR'ê Mahmood Amiry-Moghaddam diyar kir ku li Îranê rojê 5 an 6 kes tên darvekirin û got: "Ev darvekirin parçeyek ji hewlên Komara Îslamî ye ku ji bo parastina desthilata xwe dide. Cezayê darvekirinê amûrê zextê yê herî hêzdar ê rejîmê ye."
31 jê jin bûn
Li gor raporê, di sala 2024'an de ji 975 kesên hatine darvekirin 31 jê jin bûn û 4 ji wan li pêşiya gel hatin darvekirin. Her wiha tê diyarkirin ku li hin kesên ku di dema sûcî de ne reşîd bûne jî cezayê darvekirinê hatiye birîn. Yek ji van Mehdî Jahanpur e ku di 16 saliya xwe de ji kuştinê hatiye girtin û piştî çend salan di girtîgehê de ma, di Îlona 2024'an de di 22 saliya xwe de hatibû darvekirin.
Her çiqas piraniya cezayên darvekirinê bi sûcên wekî tiryak, kuştin û destdirêjiyê bên têkildarkirin jî, tewanbariyên ne zelal ên wekî "gendeliya zeviyan" an jî "serhildan"ê jî ji bo hedefgirtina mixalifan tên bikaranîn. Li gor raporê, rejîma Îranê girêdayî protestoyên "Jin, Jiyan, Azadî" yê ku piştî kuştina Jîna Emînî dest pê kirine, ji sala 2022'yan ve 10 kes darve kirine.
Êşkenceyên sîstematîk û darizandinên derhiqûqî
Rêxistinên mafên mirovan radigihînin ku mehkûm rastî êşkenceyeke sîstematîk tên û mafê wan ê darizandina adilane tê binpêkirin. Di raporê de tê diyarkirin ku pirî caran hevdîtina mehkûman a bi parêzeran re tê astengkirin û mikurhatinên bi darê zorê hatine girtin di dadgehan de wek delîl tên bikaranîn. Tê diyarkirin ku di dozên Mohammad Ghobadlu û Gholamreza Rasaei de ku di sala 2024'an de hatin darvekirin bêisûlî hatine kirin û darizandineke derhiqûqî hatiye kirin.
Di raporê de tê destnîşankirin ku cezayên darvekirinê bi taybet li dijî kêmarên etnîk wek amûrê zextê tê bikaranîn. Di serî de Belûcî û Kurd, gelek endamên kêmarên etnîk tên darvekirin. Raporê bal kişand ser wê yekê ku hîn 13 aktîvîst hene ku bi cezayê darvekirinê tên darizandin û bi taybet parêzvanên mafên jinên Kurd Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî jî bi metirsiya darvekirinê re rû bi rû ne.