Talîbanê pace ji jinan re qedexe kir
Talîbana ku jinan ji cihên giştî dûr dixe û wan di malan de heps dike, bi biryarnameyeke nû ferman da ku paceyên cihên jin pir lê hene û di avahiyên nêzî hev de bikar tînin bigirin an jî dîwaran li ber wan ava bikin.
Navenda Nûçeyan - Ji roja 15’ê Tebaxa 2021’ê ve li Efganistanê Talîban hat ser desthilatê, qedexeyên tund ên li ser jinan berdewam dikin.
Bi biryarnameya 5 madeyî ya der barê çawaniya bikaranîna pacên di avahiyan de, ku roja Şemiyê 28’ê Kanûnê hat weşandin, rêberê Talîbanê Hibetullah Axundzade ferman da ku li deverên ku jin pir caran bikar tînin, wek metbex û hewş, pace neyên vekirin.
Di biryarnameya ku ji aliyê Berdevkê Talîbanê û Serokê Komîsyona Çandê Zebîhullah Mucahîd ve li ser platforma medyaya dîjîtal hat ragihandin, Ger awahiyek bê çêkirin divê bi awayek ku pace hewş, bîr metbex nebîne were çêkirin ger bê çêkirin jî li pêşiya paçê diwarek bê danîn.
Bi van biryarên nû yên Talîbanê re jin ji perwerde û jiyana kar tên dûrxistin, axaftina li derve û heta bi tena xwe seyahetê jî tê qedexekirin û li malê cîhê nefesê nahêlin. Jinan li dijî Talîbana ku tarîtî li welat bi taybetî li ser jinê belav kiriye li hêviya hevgirtin û piştgiriyê ne.