Talîbanê ketina parka Bamyanê li jinan qedexe kir

Talîbana ku rêveberiya Afganîstanê desteserkir, hebûna jinan li parkeke parêzgeha Bamyanê qedexe kir.

Navenda Nûçeyan – Piştî ku hêzên Talîbanê Afganîstanê desteserkir, qedexe û zextên li ser jinan roj bi roj zêde dibin. Talîbana ku hema bêje hemû qadên giştî li jinan girtiye, hewl dide jinan di malên wan heps bike.

Yek ji qadên ji jinan re hatiye girtin Parka Amir Dam ye. Wezareta Tenduristî û Pêşîlêgirtina Xerabiyê ya Talîbanê Duh di serdana xwe ya parêzgeha Bamyanê de talîmata qedexekirina ketina parka Amir Dam a jinan da.

Parka Amir Dam ku di sala 2010’an de wekî parkek neteweyî hate ragihandin, li Bamyan yek ji deverên ne destûr e.