TAJÊ piştgirî da kampanya Koordinasyona KJK’ê

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ li meclisa jin ya Navçeya Sînunê ji bo kampanya ku Koordinasyona KJK’ê daye despêkirin daxuyaniyek da.

Navenda Nûçeyan-Koordînasyona KJK’ê di 9’ê Tîrmehê de ji bo salvegera Komkujiya Şengalê ya 3’ê Tebaxê û desteserkirina desthilatdariya Afganistanê ya 15’ê Tebaxê ji aliyê Talîbanê ve diyar kirin ku wê di 3-15’ê Tebaxêde bi dirûşmeya ‘Li dijî êrîşên mêr ên hegemon em bi jinên Afgan û Şengalê re ne’ kampanyayekê bidin despê kirin.

Koordînasyona KJK’ê da diyar kirin ku ev kampanya ji bo ku qirkirina jinan di asta navnetewî de weke sûcê li dijî mirovatiyê were naskirin wê bidin despê kirin.

Di derbarê kampanyayê de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ li meclisa jin ya Navçeya Sînunê bi daxuyaniyekî kampanya silav kir.

Daxuyanî ji aliyê Berdevka Koordinasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Rîham Hico ve hate xwedin

Daxuyanî wiha ye:

“Bi boneya selvegera 9’mîn li ser komkujiya Şengalê  em şehîdên berxwedana Şengalê, şehîdên parastina rûmetê tevahîya bi bîr tînin û bejina xwe li beramberî bîranina  wan ditewînin.

‘PDK’ê gel di nav dest û lepê DAIŞ’ê de hişt’

Em  roj bi roj ber bi roja reş, roja  3’ê Tebaxê ve diçin.  Di wê rojê de civaka me  li ber çavê tevahî cîhanê rastî qetliyameke ew qas hov hat.  Di vê êrîşa DAIŞ’ê de hêzên ku qaşo parastina Şengalê dikirin  Şengal bêparastin hiştin. Di dema DAIŞ’ê de bi ser civaka me de hat nêzî 12 hezar pêşmerge li Şengalê bûn. Digotin  civaka me heta yek ji me heye em ê we biparêzin, rojane bi silehên  xwe yên giran di nava kolan û gundên Şengalê de digeriyan lê wexta DAIŞ êrîş kir yek fîşek neteqandin û gel di nav dest û lepê wan de hiştin.

Encama xiyaneta ku PDK  li Şengalê kir  6417 zarok û jin ketin destê DAIŞ’ê, her wiha 5 hezar insan  hatin qetilkirin 80 gorên komî hatin çêkirin. Heta roja meyî îro hîn jî piraniya hestiyê miriyên me di gorên komî de ye. Hemî qub û mezargehê me teqandin.  Destdirêjî li ser jinên Ezîdî hate kirin û di bazaran de hatin firotin,  hîn çarenûsa bi hezara jinên Êzîdî nediyare. Bi deh hezaran gelê me li koçberiyê jiyan dike, mal û milkê me talan kirin.

‘DAIŞ Di şexsê jina Êzidî de baweriya Êzidiyan û civaka Êzidî kir hedef’

Fermana ku me jiyan kir ne fermaneke ji rêzê bû, fermana tunekirina civakekê, olekê û nasnamekê bû. Hedefa DAIŞ’ê  ew bû Êzidiyan û Êzdatiyê ji holê  rake. Di şexsê jina Êzidî de baweriya Êzidiyan û civaka Êzidî kir hedef.  Ji bo wê ev ferman nayê jibîrkirin û wê neyê ji bîrkirin.  Ji bîrkirina vê fermanê xiyaneta li baweriya Êzdatiyê ye. Her wiha çavê xwe ji kesên bûn sebeba fermanê re girtin xiyaneta herî mezin e. Em ê maf û  heqê xwe li gorî rastiya bixwazin.

Ji ber di roja me îro de hem xeterî li ser me Êzidiyan û hem li ser kêm netewê din jî heye. Ji bo ku em pêşiya fermana bigrin lazime em weke jin li her derê xwedî li hev derkevin. Rastiyan bibînin û tu carî em baweriya bi hêzên serdest û hegemon ve girê nedin. Ji ber ku rastiya hêzên hegemon di 3’ê Tebaxê de derket holê. Ji bo berjewendî û desthilatiya xwe em kirin qurban. Çand û baweriya me bi qirkirinê re hiştin. Li ser vê esasî em weke jinên Êzîdî tu carî weke berê em îrade, hebûn, rêvebirin û parastina xwe teslîmî tu kesî nakin.

Ji bo ferman êdî  dubare nebin em ê rêxistina xwe xurtir bikin, têkoşîna xwe bilind  bikin li qadê ji bo mafê xwe mîsoger bikin em ê xebat bidin meşandin.

‘Kampanyaya KJK’ê ji bo jinên Ezîdî û Afgan bi wate dibinîn’

Li ser vê bingehê  kampanyaya KJK’ ê ji bo jinên Şengal  û Afganîstanê daye destpêkirin. Em vê hemleya ku bi dirûşma “Li dijî êrîşên mêrê hegemon em jinên Şengal û Afganîstanê bi tenê nehêlin” watedar dibînin. Li ser vî bingehî ji bo parastina xwe çi were xwestin em ê pêk bînin, em ê  bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî “ bi tekoşîna jinan em ê tola  ferman hilînin  Em ê bi vî rihî li qadan bin.

Eynî hişmendiya ku  Êzîdî komkujiyê re rû bi rû hiştin,  li Afganîstanê jî heman hişmendî hat meşandin. Li Şingalê li beramberî DAIŞ’ê  deng nekir û çavên xwe ji komkujiyê re girtin li wir jî rê  dan ku Talîban bibe desthilatdar. Hişmendiya  Taliban eynî  hişmendiya  DAIŞ’ê ye. Bi wê îdeojiyê desthilata xwe didin meşandin. Nahêlin jin ji mala xwe derkevin. Zextekî pir dijwar li ser jinên wî welatî weke jinên Êzîdî tê meşandin. Em ê pişgiriyê bidin tekoşîn jin a li her deverên cîhanê. Bi rêxistin û yekîtiya jinan û pişgiriya bi hev re em ê bi ser bikevin.”

Di dawiya daxwiyaniyê de sitarta çalakiyên ku wê ji bo salvegera 9’emîn ya fermana 74’an hat ragihandin.

Bername

Ji bo êşa fermanê neyê jibîrkirin filmê Hêza wê li her devera Şengalê were guhdarkirin, Gorên komî were ziyartkirin, Pêşengeh werin vekirin, Panel û platform werin çêkirin û Bi hêzekî xurt em ê tevî meşa girseyî bibin.