Li Lîbyayê li dijî zewaca zarokan kampanya "Ne beriya 18 salî"

Saziyên sivîl û aktîvîstên li dijî zêdebûna zewacên zarokan ên li Lîbyayê bi dirûşma "Ne Beriya 18 salî" kampanyayeke hişyariyê dan destpêkirin.

HINDYA AL-ASHEPY

Bîngazî – Sîstema dewletê ya ku piştî bûyerên Lîbyayê di sala 2011’an de pêş ket, ji azadiyê zêdetir koletiyê li civakê, bi taybetî jin û zarokan, kûr kir. Piştî sala 2011’an zewaca zarokan zêde bû. Nebûna qanûnên pêşîlêgirtinê û alîkariya hikûmetê rê li ber hişmendiya civaka baviksalarî ya ku îradeya jin û zarokan paşguh dike vedike. 

Saziyên sivîl û aktîvîstên li dijî zêdebûna zewacên zarokan ên li Lîbyayê bi dirûşma "Ne Beriya 18 salî" kampanyayeke hişyariyê dan destpêkirin.

Armanca wan ew e ku bi kampanyayê hişyariyê bilind bikin

Çalakvana mafên mirovan Ferîha El-Cilanî ku yek ji koordînatorên kampanyayê ye, diyar kir ku armanca wan bi kampanyaya "Ne beriya 18 saliyê" hişyariya civakî bilind bikin. Ferîha El-Cilanî got, “Kampanya ji bo hemû beşên civakê, li hemû bajarên Lîbyayê lidarxistina rêze atolyeyan û dewreyên perwerdeyê pêk tê. Armanca me ew e ku em di derbarê xetereyên zewaca zarokan de hişyariyê bidin.”

'Zewaca keçên beriya 18 salî binpêkirina mafan e'

Ferîha El-Cilanî, anî ziman ku armanca kampanyayê parastina zarokan e û destnîşan kir ku bi vê hemleyê gelek saziyên perwerdeyê yên li Lîbyayê jî kirine hedef. Ferîha El-Cilanî got, “Armanca me temamkirina perwerdeya keçan û dayîna mafê jiyanê ye. Qanûna Lîbyayê her kesê ji 16 salî biçûktir wek 'zarok' dihesibîne û zewaca keçan beriya 18 saliyê jî binpêkirina mafan e. Zarok di demekê de tê zewicandin ku ji bo diyarkirina çarenûsa xwe ne xwediyê taybetmendiyên rewşenbîrî ne û di encamê de rastî her cure îstîsmarê tê..

'Dadger li ser mijarên şexsî disekinin'

Ferîha El-Cilanî da zanîn ku li gorî Qanûna Rewşa Kesane ya ku di sala 1984’an de hatiye amadekirin, bi qanûna bi hejmara 20’an temenê razîbûnê hatiye diyarkirin. Ferîha El-Cilanî, anî ziman ku dê û bavên ku ji valahiya qanûnî sûd werdigirin, ji bo zarokên xwe di temenê biçûk de bizewicînin serî li dadgehê didin Ferîha El-Cilanî bal kişand ser wê yekê ku dadger bi xwe mijar nirxand û biryar da û wiha gotinê xwe domand:"Malbat ji bo daxwaza zewaca zarokên xwe yên di bin 18 saliyê de, diçin dadgehê. Dadwerê dadgehê bang keçê dike û razîbûna wê ji bo zewaca bêyî zorê distîne. Piştre jî dadger biryara zewacê dide û îhtîmala zewacê dide û distîne. Pir caran serlêdanên malbatan tên qebûlkirin."

Ferîha El-Cilanî got ku şert û mercên aborî, pirsgirêkên ewlehiyê, berbelavbûna çekan, rêjeya sûc, tacîz, destdirêjiya devkî û zayendî sedemên zewaca zarokan in û destnîşan kir ku çalakvanên mafên mirovan û saziyên sivîl ên beşdarî kampanyayê bûne, ji bo kêmkirina vê diyardeyê zewaca zarokan red dikin û li hember vê têkoşîn dikin.

'Zaroktiya min perçe perçe bû'

Hanaa Budbous yek ji wan jinên ku mafên wê hatine binpêkirin û di temenê xwe yê biçûk de zewicî wiha got: "Ez hê 15 salî bûm û dema ku min nizanibû zewac çi ye zewicîm. Min nekarî xwendina xwe ya navîn temam bikim. Zarokatiya min perçe perçe bû. Ez ji xeynî xemgînî û zulma jiyanê tiştek nabînim. Piraniya mirovên li Lîbyayê ji hêla derûnî ve hewl didin ku keçên xwe di temenek piçûk de bizewicînin bêyî ku haya wan ji bandorên civakî hebe. "

Gelek kampanyayên nû têne destpêkirin

Seroka Rêxistina Çand û Aştiyê ya Navdewletî û çalakvan Selwa El-Mehcub derbarê mijarê de ev nirxandin kir: “Wek rêxistin me projeya ‘Elçiyên Ewlekariya Malbatê’ da Ji bo bilindkirina hişyariyê li ser bandorên derûnî û fîzîkî yên zewaca zarokan li ser keçan da destpêkirin. Bi zewaca zarokan re nifşek cahil tê afirandin û ji bo civakê xetereyan dide avakirin. Di zewacên ku di zarokatiyê de tên kirin de, keç ji aliyê derûnî ve ji bo zewacê ne amade ye, haya wê ji erk û erkên ku jê re hatine dayîn tune ye û nikare di avakirina malbatek saxlem de rola xwe bilîze. Ji aliyê din ve hîn bixwe zaroke ji bo ducanîbûn, şîrmijandinê û lênihêrîna zarokê zehmetiyên cidî hene. Di warê ku meriv çawa bi dayikbûnê re mijûl bibe, meriv çawa zarokê bi rêkûpêk têr bike kêmasiyek ezmûn heye. Ev rewş îhtîmala mirin an nexweşiya pitika nûbûyî zêde dike. Ji ber ku nikare bi van hemûyan re rû bi rû bimîne, rastî pirsgirêkên derûnî tê û ber bi xwe kuştinê  ve diçe. Rêxistinên mafên mirovan ên ku bi parastina mafên jin û zarokan re têkildar in, divê raya giştî li hember xetereyên zewaca zarokan perwerde bikin û bi dayikên ciwan ên ku ji zewaca di temenê biçûk de zirar dîtine re mijûl bibin. Her wiha divê ji bo wan saziyên ku rehabîlîtasyona derûnî û civakî bixebitin bên avakirin.”