Piştî 9 salên dîlgirtî hêviya jinên Êzidî: Bila hemû jin rizgar bibin

Du jinên Êzidî yên piştî 9 salan li ser fermana 74’an ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de li ser Şengalê hat, ji kampa Holê ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatin rizgarkirin behsa 9 salên xwe yê dîlgirtî kirin.

MEDYA ZEYNO

Şengal – Hêzên ewlekariya kampa Holê ya girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê di encama hewldanên ji bo dîtina jinên Êzîdî de du jinên ciwan ên xûşkê hev in ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgarkirin û radestî malbata wan kirin. Besê Xidir Xelef Şemo û Aliya Xidir Xelef Şemo yên ji ên Êzidî ji gundê Solax yê Şengalê ku pişt 9 salan li ser fermana 74’an ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de li ser Şengalê hat, ji kampa Holê ya malbatên DAIŞ’ê lê dijîn ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatin rizgarkirin behsa 9 salên xwe yê dîl girtî kirin. Jinên ku piştî rizgarkirinê radestî Yekîneyên Jinên Şengalê û Yekîneyên Berxwedana Şengalê hatin kirin kefxweşiya xwe ya rizgarbûnê anîn ziman hêviya xwe ya rizgarbûna tevahî jinên Êzidî yên hê jî di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne bilêv kirin.

Fermana 74’an: Îxaneta hezên PDK’ê û Iraqê

Êşa herî giran ku Civaka Êzîdî jiyan kir yek jê fermana 74’an bû û ya herî giran jî îxaneta ku li wan hate kirin bû. Di demekê de ku 12 hezar pêşmergeyên PDK’ê hebûn û 6 hezar Hêzên Îraqê hebûn, qaşo ji bo parastina Civaka Êzîdî li Şengal bûn. Lê DAIŞ hîna bi rê de bû, ew 18 hezar hêz reviyan û gelê kevnar di nava pencên qirkirinê de hiştin.

Di encama wê êrîşê de tê gotin 3 hezar Êzîdî hatin qetilkirin, 6 hezar û 417 kes ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve dîl hatin girtin û 7 hezar 432 kes jî winda bûn, 360 hezar jî di dema fermanê de koçber bûn. Ji Êzidiyên ku di fermanê de hatin qetilkirin beşek mezin jî ev 9 sal in di nava gorên komî de ne, tevî ku 9 sal derbas bûn jî hîna 50 gor venebûne.

DAIŞ’î nehatin dadgehkirin: Bi şert qebûlkirina jenosîdê

Rûxmê hewildanên mezin û bangên Rêveberiya Xweser a ji bo dadgehkirina çeteyên girtî yên DAIŞ’ê, 9 sal derbas bûn ev êşên ku me rêz kirine nehatine lêpirsînkirin. Hêzên navnetewî li hemberî civakê rola kor, ker û lal list.

Kêm dewletan jenosîda li ser civaka Êzidî qebûl kirin. Dewletên mîna Elmanya ku şertê qebûlkirina jenosîdê danîn holê, nebûna Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê û hêzên YBŞ’ê û YJŞ’ê yên girêdayî wê weke şertê bingehîn destnîşan kirin. Ango bi gotinekê din xwestin ew civak dîsa ji bo fermanan vekirî bimîne. Ew jî bi riya peymana 9’ê Cotmehê ku di sala 2019’an de di navbera dewleta Tirk, PDK’ê û dewleta Iraqê de hat îmzekirin dixwazin ferz bikin.

Li kampa Holê xebatên rizgarkirina jinên Êzidî

Li gor daneyên Rêveberiya Xweser ragihandiye li gor texmînan di navbera Adara 2020’an heyanî Cotmeha 2022’an 60 jinên Êzidî û 200 zarokên Êzidî ji kampa Holê hatine rizgarkirin. Li kampa Holê ya malbatên çeteyên DAIŞ’ê lê dimînin texmîn kirin ku hê jî hejmarek jinên Êzîdî yên ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn revandin hê jî lê hene. Xebat û hewildanên rizgarkirina jin û zarokên Êzidî dewam dike.

Jinên ku eşkere bûn Êzîdî ne hatin rizgarkirin

Dema agahî hat ku Besê Xidir Xelef Şemo û Aliya Xidir Xelef Şemo ên dema hatin dîlgirtin hê zarok bûn ji destê DAIŞ’ê xilas bûne û derbasî Şengal bûne, min wekî rojnemevanekî jin heyecan girt û xwest wan bibînim. Her jineke ku ji pencên DAIŞ’ê xilas bûye ji bo min û hemû jinan kêliyek pir giring bû.

Dema ku min heyecan û coşa dayikên Êzîdî dît, dikarim bêjin ku rojnemevantiya min li ber siyê ma. Zêdetir ez bi hestê wan yê kêfxweşiyê re çûm. Dema ku min dît hîn pir ciwan in û dema ji aliyê DAIŞ’ê ve dîl hatine girtin hê zarok bûne min tenê xwest li wan meyze bikim. Di çavên wan de tirsek hebû. Em hemû jî ji wan re beyanî diyar bûn. Lê di çirûska çavên wan de diyar bû ku aidê vê axê ne.

Meyzekirina li azadiyê

Kenê wan, xeleka porê wan ya li ser çav û ruyê wan dihat xwarê. Her kesî bi eşqek mezin li herdû xûşkan meyze dikir. Du xûşkên ku ji hev qut nebibûn ji bo me tevan cihê meraqê bû, çawa ji hev qut nebûne û li ser zimanê her kesekî hazir bi dehan pirs hebûn. Lê kesî ne dikarî pirsekê bike, her kes li beramberî wan lal bûbû. Di kurahiya dil û rihê wan de Şengalek hebû. Zanîbûn ku Şengalek heye û ayidê wê ne. Ji bo wê jî her bi meraq li derdorê meyze dikirin dixwestin nas bikin.

Xwe bi navê Eyşe nas dike: Ferman ev e!

Min xwest pirsa yekem ji xûşka mezin bikim. Pirsa herî klasîk ku di despêka hemû roportajan de em dikin min ji wê jî kir; “Navê te çiye?” Lê bê ku bifikire got “Eyşe”. Di nava civaka Êzîdî de navê Eyşe nîn e. Ew nav DAIŞ’ê jêre danîbû. Min got navê te yê rast çiye? Lê nehat bîra wê. Dema ku navê wê nehat bîra wê ji bo me tevan kêliyek pir cûda da ava kirin. Wê demê min got em tiştekî nikarin bêjin Ferman, qirkirin ev bixwe ye. Nasname dayîna jibîrkirin ferman e.

Besê Xidir Xelef Şemo ya ku di 8 saliya xwe de li gel xûşka xwe Aliya Xidir Xelef Şemo ya ku di 3 saliya xwe de bi gelek ferdên malbata xwe re, dikeve destê çeteyên DAIŞ’ê, bi rêya Hêzên ewlekariya Holê hatin rizgarkirin û gihiştin axa pîroz ya Êzîdxanê.

Besê Xidir ku temenê wê 17 salî ye zimanê xwe jibîr kiriye, nayê bîra wê ku ew Kurd e, ji baweriya Êzîdî ye. Xwe bi navê Eyişa nas dike. Xwe bi keçeke Ereb nas dikir. Wêneyên xwe yê zaroktî dît nas nekir ku ew wêne, ew bixwe ye. Dema ku mamê xwe dît, got min ew dîtiye, lê nayê bîra min ew kiye. Aliya jî pir biçûk bû ji bo wê tu tişt  nayên bîra wê.

Besêyek ji Besêyên dîrokê

Çeteyên hov bîr û havîzeya Besê jî tune kirine. Ne tenê wisa, navê Besê jî guhertine û ew bi navê Eyşe xwe nas dike. Gelo çeteyên DAIŞ’ê ji navê Besê bi tirs û xof bûn, yan jî ditirsiyan ku rojekê besê mezin bibe û li besêyan bigere û ew jî bibe Besêyek ji Besêyên dîrokê.

Dema ku min herdû xuşk guhdar dikir, min ne bi guh tenê, bi rih û mejiyên xwe ew guhdar dikirin. Di hin cihan de ez di cemidîm û min ne dizanî bi çi şêwazî û çi pirsan ji wan bikim. Di pir kêliyan de min dixwest xwe bixim cihê wan herdû keçan de. Ji bo ku wan hîs bikim û pirsan ji wan bikim. Lê tenê ew êş hîs kirin dilê mirovan dilerizand.

‘3 mehan me xistin zindanê’

Besê Xidir bi van hevokan ku bi zor têne bîra wê behsa dema revandina wê, dayik, xuşik û birayê xwe dike: “Bi erebeyên mezin hatin. Jin û zilam û keçên ciwan ji hev cûda kirin, em li gel dayika xwe bûn. Jin tevî zarokên wan xistin erebeyekê de. Lê zilam xistin rêzekê de, piştre min ew nema dîtin. Em pir tirsiyan. Piştre ez û dayika xwe tevî kuşk û birayê min, em birin zindanê û nêzî 3 mehan em di zindanê de man. Piştî demekê kurt hatin dayika min birin gotin emê hinek pirsan jê bikin û bînin. Piştre gotin wê biçe qursa rewa (fêrbûna ol). Min û herdû xuşkên min jî birin cihekî ku li wir pir jin hebûn. Birayê min jî ji me qut kirin, temenê wî jî pir biçûk bû. Piştî nêzî mehekê hatin gotin dayika we miriye. Me got çawa mir. Me nezanî çawa miriye.”

Bi îşkenceyan Misilmantiyê ferz kirin

Besê Xidir behsa dengên lêdana mirovan dike û wiha dibêje, “Em û dayika me di heman demê de jinekî din li gel me hebû di zindanê de bi cih kiribûn. Lê birayê min tevî pir zarok û ciwanan di korîdorên zindanê de avêtî bûn. Pir caran dengê lêdanê dihate me. Li her kesî didan.”

“Nevên hemû zarokan diguhertin’

Besê Xidir Xelef Şemo çîroka xwe bi tirs û şerm kurt kurt vedibeje hema bêje gotin ji devê wê de bi  zehmetî derdikeve û waha dibeje; “2 keçên Êzîdî  di mêvan xanê de li gel me bûn, lê mixabin navê wan jî ne yê rast bû,  DAIŞ’ê nav li wan kiribû û ewan jî tenê xwe bi wî navî nas dikirin. Digotin navê me ‘Esma û Wedfa ye. Ew jî dizanin ku ew herdu jî êzîdî bûn. Wana pir êş dîtibûn, lê parve nedikirin. Em hemû zarokên keç bûn û dayik û bav me ne bûn. Em humû li gel hev kom kiribûn. Jinekê li me meyze dikir. Me birin Meyadîn, Hecîn û Şiefe. Li hemû cihan jî em di mêvanxanê de bûn. Herî dawî jî em li Baxozê bûn û ji wir em derbasî kampa holê bûn.”

‘Me bawer nekir ku em Êzidî ne’

Besê Xidir dibêje despêkê me bawer ne kir ku em Êzîdî ne, ji ber ku tiştek di bîra wê de nema ye û wiha behsa dîtina wê ji aliyê hêzên ewlekariya kampa Holê de dike: “Despêkê me bawer nekiribû ku em êzîdî ne. Piştî ku çend caran hêzên ewlekariyê bangî me kirin û lêpirsîn vekirin. Piştre testên xwînê çêkirin û diyar bû ku em Êzîdî ne. Despêkê ez matmayî mam, min got gelo ez Êzîdî me? Pişti kû lêpirsin çebû û ez hatim Şengalê êdî kêm kêm fêm dikim ku ez Êzîdî me.”

‘Bila hemû jin rizgar bibin’

Besê Xidir Xelef Şemo di dawiya axaftina xwe de xwesteka xwe bi vê hevokê anî ziman: “Hêviya min ew e ku hemû jinên Êzîdî ku di kampa Holê de rizgar bibin û ne vegerin nava kes û karên xwe.”

Bêdengiya Aliya ya 12 salî

Xuşka biçûk Aliya Xidir Xelef Şemo ya ku her bêdeng bû û dema ku daxivî tenê digot pir kêfxweş im. Navê wê jî guhertibûn û kiribûn Yasmîn. Le di rastî de nave wê Aliya Xidir Xelef Şemo bu. Wê jî bi çend hevokên biçûk wekî biçûkbûna temenê xwe û tijî wekî tijebûna jiyana wê ya bi bûyerên bi êş, ji me re axivî.

Aliya Xidir jî bi hevokên sade behsa zaroktiya xwe dike ku çawa lîstikek jî ji bo wê hesretek bû û wiha dibêje: “Temenê min 12 e salî ye ez û xuşka xwe li gel hev in. Min pir bêriya birayê xwe û xuşka xwe ya din kiriye. Dixwazim ku ew jî xilas bibin. Piranî li wir li ser me qîr dikirin û dengê xwe bilind dikirin. Ne dihiştin ku em rehet bilîzin. Di ruyê me de qîr dikirin, digotin wisa bikin û wisa nekin.”

Li ser zarokan ferzkirina pêşbirka qirkirinê!

Aliya Xidir ku dibêje ji bo guhertina olê wan gelek ferzkirin û îşkenceyan dîtine çeteyan vê rewşê guherandine pêşbirka qirkirinê wiha didomîne: “Me dibirin dibistanê û me fêrî her tiştî dikirin. Çawa nimêj bikin û çawa quranê bixwînin. Pir keçên biçûk hebûn, hemûyan fêr dikirin. Destpêkê ez zû fêr ne dibûm lê dema ku min dît hemû fêr dibin ez hesûd bûm û êdî min pir dixwend ji bo ku ezber bikim û ez û 2 hevalên min yên din jî diketin pêşbirkê de kî zû beşekê xilas bike. Yek ji wan hevalên min navê wê Esma bû ew jî Êzîdî bû û wekî me ew jî hat rizgarkirin.”

 ‘Hêviya min rizgarbûna hemû jinên Êzîdî ye’

Aliya Xidir li ser dayika xwe ya dema ku hat kuştin Aliya hê 3 salî bû û rengê nayê bîra wê wiha bibêje: “Dayika min kêmekî zirav û dirêj bû.” Hêviya Aliya Xidir wekî ya her keçeke Êzîdî bû ku piştî ji destê çeteyan rizgar dibe bi dil rehet dibêje; “Xwezî hemû jinên Êzîdî rizgar bibin û li xwediyên xwe vegerin. Ji ber ku pir keçên Êzîdî hene ku êşkencê dibînin, pir lêdanê dixwin û pir zehmetiyan dikşînin. Hêviya min ew e ku hemû rizgar bibin.”